Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine

  • rojane
  • 09:01 21 Çile 2023
  • |
AMED - Înfaza Ferît Orak ku gelek nexweşiyên wî hene di 14’ê kanûna 2022’yan de hatiye şewitandin. Reveberiya girtîgehê di rapora der barê şewitandina înfaza Orak de gotiye: “Li gor daxwaznameyên ku wî nivîsandine em wisa difikirin ku di nav rêxistinê de çalak e.”
 
Binpêkirina mafên girtiyan her diçe zêde dibe. Girtîgehên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi şewitandina înfaza girtiyan û cezakirina girtiyên nexweş di rojevê de ne. Girtiyê nexweş Ferît Orak ku di Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F'yê de ye, çendî cezayê wî qediyaye jî nayê berdan. Orak, di sala 2009’an de li Mêrsîne hatiye girtin û bi hinceta "endamtiya rêxistin" û "propagandaya rêxistinê" 17 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. Orak ku cezayê wî di 16’ê kanûna 2022’yan de qediyaye, bi hinceta "ne di rewşeke baş de ye" înfaza wî di 14’ê kanûna 2022’yaan de hatiye şewitandin. 
 
‘BI HINCETEKE PÊKENOK ÎNFAZA MIN HAT ŞEWITANDIN’
 
Ferît Orak ku bedana wî ji sedî 42 şewitiye û nexweşînên wekî vertîgo, nexweşiya roviyan, ulsera madeyê, astim, hiperaktif mesane, fitiq û meneskus pê re hene, têkildarî şewitandina înfaza xwe ji Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî û Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a ÎHD'ê Nûray Çevîrmen re nameyek şandiye. Orak di nameyê de wiha dibêje: “Bi awayekî li dijî hiqûqî înfaza min 3 mehan hat dirêjkirin. Divê ez di 16’ê Kanûna 2022’yan de bihatima berdan, lê Lîjneya Rêveberiya Çavderiyê bi hincetên pêkenokî înfaza min 3 mehan dirêj kir. Ez jî li ber vê biryarê rabûm."
 
‘KARÊ PERSONELÊ GIRTÎGEHÊ HÊSAN NAKE’
 
Serokatiya Lijneya Rêveberî û Çavderiyê ya Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F'yê jî di rapora der barê Orak de wiha îdia dike: “Li gor daxwaznameyên ku wî nivîsandine em wisa difikirin ku di nav rêxistinê de çalak e. Bi daxwaza xwe xwestiye di qawîşa endamên PKK’ê de bimîne û di dema lêgerina li qawîşan de karê personelên girtîgehê hêsan nake. Di bikaranîna av û ceyrane de li gor qaîdeyên girtîgehê tevnagere û îsraf dike. Tevlî perwerdehiya girtîgehê nabe.”
 
DAYIK ORAK: ME AMADEKARIYÊN MEVANÊN WÎ KIRIBÛN
 
Besra Orak, dayika girtiyê nexweş Ferît Orak jî anî ziman ku 4 sal in lawê xwe nedîtiyê. Orak bi lêv kir ku cezayê lawê wê qediyayê û divê bê berdan û wiha got: “Em demeke dirêj li benda berdanê man. Pişt re em li girtîgehê geryan, girtîgehê ji me re got 3 meh înfaza wî hatiyê dirêjkirin. Em li hêviya hatina wî bûn. Bi salan e em li bendê ne. Çavê me li rêya dûr e. Îjar dema ku cezayê xwe biqedîne û neyê berdan, ew meriv pir diêşîne, pir zor e. Em bi hêvî bûn ku bê berdan. Em li benda wî bûn, me amadekariyên mevanên wî kiribûn. Lê wekî ku tiştekî hêsan be, ji me re gotin 'me înfaza zarokê we 3 mehan dirêj kiriye.'”
 
Orak da zanîn ku înfaza lawê xalê wê Seyfetîn Bahar jî ku di Girtîgeha Bolûyê ya Tipa F'yê de û 30 sal cezayê wî qediyaye, 2 caran hatiye şewitandin û wiha bertek nîşan da: “Bi hezaran dayikên wekî me hene ku li benda berdana zarokên xwe ne, lê înfaza wan hatiye şewitandin. Di salên 90’î de jî malbatên girtiya hebûn. Lê weke van salan bêhiqûqî tune bû. Van salan bêhiqûqîtî pir zêde bûye. Behiqûqiya li zindanan her tim hebû, lê di roja xwe de girtî dihatin berdan û înfaza wan nedihat şewitandin. Edî tehamûla me ji vê bêhiqûqîtiyê re nemaye."
 
‘4 SAL IN MIN LAWÊ XWE NEDÎTIYE’
 
Orak diyar kir ku ji ber ku zarokê wê di girtîgeheke dûr de ye nikare biçe serdana wî û wiha domand: “4 sal berê min zarokê xwe dît. Salekê ji ber nexweşiya koronayê min zarokê xwe nedît. Piştî koronayê jî ez nexweş ketim. Ev 2 sal in ku nexweş im. Lê heke li Amedê bûna, min dikarî herim serdanê lê ji ber ku di girtîgeheke dûr de ye nikarim biçim serdanê. Bi sirgûnkirina girtiyan malbat jî tên cezakirin. Yanî ji ber ku zarokê min li cihekî dûr e ez nikarim biçim serdanê, bi vê yekê me jî ceza dikin.”
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN’
 
Orak destnîşan kir ku tevî gelek nexweşiyên lawê wê hene jî nayê berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çend hefte berê ew sewqî nexweşxaneya Stenbolê kirin. Diviyabû li nexweşxaneyê de bihata dermankirin lê dîsa ew birin girtîgehê. Ew derman nekirin. Gelek nexweşiyên wî hene, lê nizanim nexweşiyên wî niha di çi astê de ne, ji min re tiştekî nabêje. Tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin. 2 sal berê ji bo dermankirinê sewq xwestibû, lê hê nû ew sewq kirine. Lê bêyî wî derman bikin, cardin ew anîne girtîgehê. Êdî rojên dawî yên girtiyên nexweş in. Divê girtiyên nexweş berdin, salek be jî rojek be jî divê li cem malbatên xwe bin. Em malbatên girtiyan dibêjin ku êdî bes e ev bêhiqûqîtî, heta kengî. Daxwaza me ji hemû kesî ew e ku xwedî li girtiyên nexweş derkevin û bibin dengê wan."
 
CEZAYÊ HUCREYÊ
 
Orak bal kişand ser zext û tundiyên li girtîgehê û axaftina xwe wiha qedand: “Ew ji min re tiştekî nabêje, lê ev çend sal in ez li ber deriyê zindana me, baş dizanim ku tahde li wan tê kirin. Ez bê hiqûqîtîya li girtîgehan dizanim. Ne hewceyî gotinê ye. Dema di hevdîtinê de tiştekî ku lizora wan biçe biqewime cezayê hucreyê li wan dibirin. Ji ber ku di hevdîtinê de bavê wî gotiye 'ez wêne nakişînim,' zarokê min avetibûn hucreyê. Berî her tiştî divê malbatên girtiyan xwedî li girtiyên xwe derkevin. Divê gel, sazî û partiyên siyasî bibin dengê girtiyan.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 
 

Sernavên din

20/05/2023
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin
14:42 YSK'ê ji bo hîleyên di hilbijartinê de got 'îdiayên bêbingeh'
14:31 HPG’ê têkildarî Bestayê daxuyanî da
13:38 Li Mêrdînê çinîna ceh dest pê kir
13:01 Di topbarana li Eyn Îsayê de 3 welatî birîndar bûn
13:00 Li Mûşê 92 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
12:51 ÎHD: Bila komîsyona hevrûbûna bi raboriyê re bê avakirin
12:33 Li Silopiyayê wesayîta zirxî li zarokekî da
12:29 HDP û Partiya Çepên Kesk: Me faşîzm da sekinandin, dikarin dawî lê bînin
11:52 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 10’emîn diyar bû
11:42 CHP: Me tespît kir ku daneyên 7 hezar û 94 girtekên sindoqan hev nagirin
11:28 Li Mêrdînê ray ji AKP-MHP’ê re zêde ji Çepên Kesk re kêm hatine nivîsandin