Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e

  • rojane
  • 13:16 20 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê HP’ê yê Rihayê Omer Ocalan qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran a bi  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re weke “dijminatiya kûr a li dijî kurdan” pênase kir û wiha got: “Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê wezîrê dadê Bozdag berpirsyar e.” 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakî di roja 22’yan de berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Mahmût Togrûl, Omer Ocalan, Zeynel Ozen, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Celadet Gaydali, Zuleyha Gulum û Kemal Pekoz tev li çalakiya îro bûn. Di çalakiyê de dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hatin hilgirtin. Daxuyanî li pêşiya Meclisê hate dayîn.
 
Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ev tişt anî ziman: “Heke dewlet dewleteke hiqûqê be û bi qanûn û zagonan were birêvebirin, heke makeqanûneke vî welatî hebe, bêguman divê ev qanûn li her deverê di meriyetê de bin. Di pêkirina van qanûnan de divê li gorî şexsan cihêkarî neyê kirin. Lê binêrin; li gel birêz Ocalan her wiha ji girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ev 22 meh in tu agahî nayên girtin.” 
 
BI ERÊNÎ YAN JÎ NEYÎNÎ BERSIVEK NAYÊ DAYÎN
 
Bi domdarî Ocalan da zanîn ku serlêdanên malbat û parêzeran bêencam dimînin û wiha domand: “Divê wezîrê dadê daxuyaniyekê bide ji ber ku divê îzahetek were kirin. Carnan tecrîd hatiye girankirin lê ev 22 meh in tenê hevdîtineke kin a li ser telefonê hatiye kirin. Ew jî ne li gorî mewzûatan bû. Di 25’ê adara 2021’an de gazî malbatê kirin ku biçin Qesra Dadê ya Rihayê. Li Îmraliyê telefonek hatiye kirin û piştî hevdîtineke 4-5 deqeyan jî hate qutkirin. Em dixwazin wê rewşa ku birêz Ocalan anî ziman bi raya giştî re parve bikin. Dibêje; ‘Ev meseleye meseleyekî siyasî ye, meseleyekî hiqûqî ye û divê tavilê parêzer bên vê derê.’ Kurtasiya wê hevdîtinê ev bû; ‘Dewlet xeletiyê dike, divê kesek nebe şirîkê vê xeletiyê.’ Weke malbatê em her hefteyê serlêdanê dikin. Lê mixabin serlêdanên me bêencam dimînin. Tu muxatabên me nînin. Bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nayên dayîn.” 
 
'ÇARESERÎ LI WASHINGTONÊ NÎNE’
 
Di berdewamê de Ocalan serlêdanên ji bo hevdîtinê yên hevserokên giştî yên HDP’ê û parlamenteran bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Temamiya serlêdanan bêencam hiştin. Faşîzma AKP-MHP’ê pergala hiqûqê ya vî welatî serûbin kirin. Qanûnan li gorî xwe şîrove dikin. Keyfiyet û bêhiqûqiyeke mezin heye. Bêguman em dizanin vê rewşê eleqeya xwe bi pirsgirêka kurd re heye. Haya me ji êşên bi salane tên kişandin heye. Em û gelê me di ferqa şerê 40 salî de ne. Bi hezaran gund hatin valakirin, ji her du aliyan bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Partiya me li gelê wê ye ku ev meseleye bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Em ji bo vê têdikoşin û navnîşana çareseriyê nîşanî hikûmetê didin. Çareseriya vê pirsgirêkê ne li Washingtonê, Amerîka, Rûsya yan jî di civîna Soçiyê de ye. Çareserî di operasyonên hevpar ên welatên cîran de nîne. Muxatabên vê pirsgirêkê diyar in. Windahiyên mezin çêdibin.” 
 
'EM HIQÛQA BIRÊZ OCALAN DIPARÊZIN’
 
Omer Ocalan bi lêv kir ku îktîdara AKP-MHP’ê siyaseta xwe li ser mirinan dike û ev nirxandin kir: “Divê ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Di navbera salên 2013-2015’an de dewletê çendek hevdîtin kir. Şandeyên ku partiya me jî aliyekê wê bû hatin avakirin û van şandeyan li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin. Kesayetên ji MÎT û Musteşariya Ewlekariya Cemaweriyê çûn Îmraliyê. Lê li holê hikûmeteke heye ku van tiştan tune dihesibîne. Dixwazin ku em hevdîtinên di navbera salên 2009-2015’an ên li Osloyê û hevdîtinên di navbera 2013-2015’an de tune bihesibînin. Li gel ku gelek pirsgirêk hebûn jî lê di navbera salên 2013-2015’an de tu kes nehate kuştin. Em jî li gel vê ne. Em çareseriyê, demokrasî û azadiyê diparêzin. Bêguman em hiqûqa birêz ocalan jî diparêzin.” 
 
'ÇIMA EV QANÛN LI ÎMRALIYÊ NAKEVIN MERIYETÊ?’
 
Ocalan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çima qanûnên heyî li Îmraliyê nakevin meriyetê? Malbat çima nikarin biçin hevdîtinê? Parêzer çima nikarin biçin serdanan? Em baş di ferqê de ne ku mijara behsa xeberê dijminatiye kûr a li hemberî kurdan e. Lê ev çareserî nîne. AKP ji bo parastina îktîdara xwe hewl dide her tiştekî têxe bin kontrola xwe. Dixwaze car bi car pirsgirêkên heyî hîn mezintir bike. Lê ev mijar mijareke wisa ye ku nabe li gorî hilbijartin û meseleyên rojane yên siyasî bê nirxandin. Em dixwazin nêzikatiyeke cidî ya dewletê hebe. Daxwaza vê jî tê kirin û têkoşînek tê dayîn. Sedema Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP’ê jî ev e. Di vê çarçoveyê de pêşniyaran bo AKP’ê dike. Daxwazên me daxwazên rewa û qanûnî ne. Em li benda lutfa kesekî nînin. Em dibêjin ku di mewzûata vî welatî de çi hebe bila bi wê bikin. Banga me ji bo Wezareta Dadê heye; Wezareta Dadê weke sazî ji bêhiqûqî û ji hemû encamên neyînî yên li Îmraliyê dê derkevin holê berpirsyar e. Wezîrê Dadê Bekir Bozdag ji vê berpirsyar e ku bersiva serlêdanê me nade. Em dixwazin ku tavilê bi qanûnan bikin. Dê têkoşîna me ya ji bo vê bidome. Em ê destûrê nedin ku tecrîda li Îmraliyê tevahiya civakê dîl bigire.” 
 

Sernavên din

22/01/2023
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an