Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin

AMED - Koma Ma, dê li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Amedê konseran li dar bixe. Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ji bo beşdariya li konseran bang kir û wiha got: “Werin muzîka kurdî ya ku dê we li çar milên Kurdistanê bigerîne guhdarî bikin.”
 
Koma Ma ku koma saziya perwerdehiyê ya Ma Musicê ye, amadekariyên xwe yên ji bo konserên li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Amedê didomîne. Ma Music ku berdewamiya Konservatûara Aram Tîgran e, ev 5 sal in bênavber perwerdehiya muzîkê dide. Heya niha bi hezaran zarokên kurd, li Ma Musicê perwerde wergirtine û çand û muzîka kurdî hîn bûne. Ma Music niha jî dixwaze bi konseran performansa xwe pêşkêşî muzîkhezan bike. 
 
Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar têkildarî konserê ji ajansa me re axivî.  
 
Kanîwar bal kişand ser taybetiya muzîka ku ew çêdikin û da zanîn ku ji bo ew behsa taybetmendiya muzîka xwe bikin, hewce ye ew vegerin destpêka avabûna saziyê û armanca Ma Musicê û Konservatûara Aram Tîgranê. Kanîwar destnîşan kir ku ew hewl didin ku tiştekî li muzîka kurdî ya resen an jî ya gelêrî ku bi dengbêjî, destan û stranbêjiyê gihiştiye wan, zêde bikin û got: “Em hewl didin ku li gel amûrên rojhilatî, amûrên rojavayî jî bi kar bînin. Armanca me ew e ku bi vî awayî muzîka kurdî jinûve aranje bikin. Muzîka ku me ji gel bi awayekî resen hilgirtiye, bi awayekî akademîk di bêjingekê de derbas bikin û dîsa pêşkêşî gel bikin. Konservatûara Aram Tîgran û Ma Muzîk jî li ser vê esasê ava bûn. Her wiha li ser vê esasê jî niha perwerdehiyê dide. Perwerdehiya Ma Muzîk û Zarok Mayê ya akademîk bingeha xwe ji folklora kurdî, yanî kevneşopiya muzîka kurdî digire. Perwerdehiya me û muzîka ku em çêdikin hewce ye paralelê hev dû bin. Muzîka ku em di bin banê Ma Muzîcê de çêdikin, bi hemû zaraveyên kurdî pêk tên û piranî jî stranên gelêrî ne ku nehatine bihîstin û cara yekemîn dê bên aranjekirin.”
 
TAYBETMENDIYA MUZÎKA KURDÎ DIPARÊZIN
 
Kanîwar bi domdarî wiha got: “Armanceke me jî ew e ku zaravayê kirmanckî li Rojhilat û Başûr, soranî jî li Bakûr û Rojava bê bihîstin. Yanî hemû zaravayên kurdî di nava têkiliyekê de bin. Em bêtir hewl didin ku amûrên rojhilatî sentûr, ûd, tembûr, def, amûrên rîtmê hwd. bi kar bînin. Lê wekî me got amûrên rojavayî jî dixin nava orkestrayê. Em lê dinêrin ka dê kîjan amûr çi qas xizmeta muzîka kurdî bike û em wan li gor wê bi kar tînin. Taybetmendiyek jî muzîka kurdî tenê deng e. Em vê yekê li ber çavan digirin û amûran bi kar tînin yan jî bi kar nayînin. Em di hemû konser û perwerdehiyên xwe de dixwazin vê taybetmendiya muzîka kurdî biparêzin.”
 
‘DIXWAZIN BI ME BIDIN JIBÎRKIRIN’
 
Kanîwar, da zanîn ku dema li ser medyaya dîjîtal bi zimanê ingilîzî yan jî tirkî “muzîka kurdî” dinivîsînîn di gelek rûpelên destpêkê de tiştên gelek ecêp derdikevin û wiha pê de çû: "Sergoyeke muzîka kurdî çêbûye mixabin. Em jî hewl didin nifşên nû, guhên ku nû digihêjin ew dengên resen yên muzîka kurdî ku heta niha serdest dixwazin bi me bidin jibîrkirin û asîmîle bikin biparêzin û bi awayekî xweştir, bedewtir bixin xizmeta gelê xwe.”
 
‘EM SAZIYEKE PERWERDEHIYÊ NE’
 
Kanîwar, bi lêv kir ku ew wekî kom, nû tên naskirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rast e em ji destpêka Aram Tîgranê bigirin em saziyeke 13 salî ne. Lê me di nava van 5 salên dawiyê de bi destpêkirina Ma Muzîkê hêla xwe ya performansê der xist pêş. Em ji sedî heştê saziya perwerdehiya muzîka kurdî ne. Ji ber ku em saziya perwerdehiyê ne, em nikarin her hefte, her meh biçin konseran li dar bixin. Ji ber ku ev tercîha me bû, hêla me ya perfarmonsê pêş neket. Ji ber vê yekê jî konserên me kêm in û girêdayî vê yekê jî daxwaza gel pir e. Cara yekemîn e em li ser navê Koma Mayê derdikevin konseran. Em ê eleqeyê jî li ser dikê bi hev re bibînin. Gelek kes bertekan nîşan didin û dibêjin ku hûn çima konseran li dar naxin. Lê wek di destpêkê de jî min got, em saziyeke perwerdehiyê ne. Gava em diçin konserekê gelek waneyên me taloq dibin, kêm dimînin. Ji ber vê yekê jî em kêm konseran li dar dixin, lê hewl didin ku konseran baş li dar bixin. Di dîroka Koma Mayê de ev komkonsera yekem e.”
 
HER KES DIKARE GUHDAR BIKE
 
Kanîwar, der barê xîtabkirina muzîka wan de jî ev tişt gotin: “Niha zarokên ku li me guhdar dikin, stranên gelêrî guhdar dikin. Ji ber ku newayên gelêrî ne, kod û referansên xwe ji kevneşopiya çanda kurdî digirin kesên ku temenê wan mezin jî guhdarî dikin. Heke di malbatê de guhdarkirina muzîka kurdî ya gelêrî û kevneşopî hebe, dikarim bibêjim ku muzîka li Ma Muzîkê jî guhdar dikin. Yanî hemû temen dikarin guhdarî bikin.”
 
‘BERTEKÊN GEL POZÎTÎF IN’
 
Kanîwar, têkildarî bertekên gel jî bi bîr xist ku heta niha bertekên ku hatine, piranî bi awayekî pozîtîf li ser ecibandinê ne. Kanîwar wiha domand: “Em jî hewl didin bi vê yekê bigirin û bigihijin her kesî. Bêguman bi rêya medyaya dîjîtal tu nikarî bigihêje her kesî. Ji ber ku her kes medyaya dîjîtal bi kar nayne. Ji ber vê yekê jî konserên bi vî rengî pir girîng in. Mamosteyên me her car dibêjin 'nefes li nefesê bikeve' wê çaxê enerjî û sînerjiyeke din ava dibe.”
 
BANGAWAZÎ
 
Kanîwar ji bo beşdariya li konseran bang kir û got: “Ez dikarim vê yekê bibêjim ku dê guhdarvan di nava van 15-20 salên dawî de li Kurdistanê û Tirkiyeyê muzîka kurdî bi awayekî cuda bibîhîsin. Dibe ku jê hez jî nekin, jê aciz jî bibin. Lê taybetmendiya muzîka me ew e ku tu dikarî rûnê û heta dawiyê lê guhdar bikî. Repertûara me ya ji bo van konseran, nêzî saetek û nîv e. Werin perwerdehiya ku em didin hêla wê ya li ser dikê bibînin. Kêm zêde Ma Muzîk bi perwerdehiya xwe tê naskirin. Îjar vê carê werin bê perwerdehiya me li ser dikê tê çi wateyê û guhdar bikin. Konsera me ya destpêkê li Enqereyê ye, piştre li Stenbol û Îzmîrê ye. Kerem bikin werin guhdarî bikin û hest û fikrên xwe bi me re parve bikin. Banga me ya li gel ev e ku werin muzîka kurdî ya ku dê we li çar milên Kurdistanê bigerîne guhdarî bikin.”
 
Bernameya konserên Koma Ma'yê wiha ye: 
 
* 21'ê Çileyê: Enqere, Navenda Çandê ya Nazım Hikmet (19.00)
 
* 23'yê Çileyê: Stenbol, Navenda Çandê ya Barış Manço (20.30)
 
* 26'ê Çileyê: Îzmîr, Navenda Çandê ya Nazım Hikmet(20.30)
 
* 30-31'ê Çileyê-1'ê sibatê: Amed, Şanoya Bajêr a Amedê (20.00)
 
 
MA / Bazîd Evren
 

Sernavên din

22/01/2023
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an