Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir

  • rojane
  • 09:52 16 Çile 2023
  • |

MÊRDÎN - Bubo Taş ku ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe şewitand, ji Hayrî Durmuş ku li heman qawîşê dima gelek bandor bû û ji sala 1980’an heta niha her tim hewl da têkoşînê pêş bixe. 

 
Veysî Taş (Bubo) beriya agir berde bedana xwe, gotinên zanyarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku digot; “Ez hem şahidê vê dozê me hem jî bersûcê wê me” bi bîr xist û sedema çalakiya xwe wiha vegot: “Di şexsê xwe de ez vê çalakiyê îşev li dar dixim. Ev çalakiya min ji bo serokê Kurdistanê Abdullah Ocalan e. Ev 22 meh in di tecrîdê de ye. Ez tecrîdê şermezar dikim. Heke mirovekî ku 22 meh in di tecrîdê de nekare biaxive, divê em kurd xwedî li serokê xwe derkevin. Nexwe yek bi yek em tevek dê di vê rêyê de bên tunekirin.” 
 
Bubo Taş ê 66 salî ku ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agir berda bedena xwe, di dîmenê beriya mirina xwe kişandibû de ji hunermendê kurd Xelîl Xemgîn daxwaz dike ku li ser çalakiya wî straneke kurdî çêbike. 
 
Bubo Taş, di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de hate binçavkirin û şandin Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê. Li Girtîgeha Amedê xistin qawîşa yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş. Taş, heta sala 1986’an jî li girtîgehê ma. Bubo Taş, li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bi gelek kesan re ma û rastî îşkenceyên giran hat. Taş, piştî ku ji girtîgehê derdikeve jî xebatên siyasî didomîne. Di sala 1990’an de bi DEP’ê re dest bi xebatên xwe yên siyasî dike û piştre jî bi HADEP û DEHAP’ê didomîne. Her wiha di serdemên DTP û BDP’ê de jî xebat kirin. Di navbera salên 2009 û 2014’an de ji lîsteya BDP’ê endamtiya Meclisa Şaredariya Artukluyê kir û di Komeleya 78’an de jî çalak bû. Herî dawî ji dozeke siyasî dihat darizandin û di sala 2021’an de hate girtin. Di hezîrana 2022’yan de jî tehliye bû. 
 
‘KESAYETEKÎ FEDEKAR Û AFIRÎNER BÛ’
 
Yek ji kesayetên ku demekî dirêj li gel Bubo Taş di nava BDP’ê de xebatên siyasî meşandin Mehmet Şukru Degîrmencî da zanîn ku Bubo Taş di tevahiya jiyana xwe de xebatên siyasî meşandine. Deîrmencî wiha domand: “Mirovekî biaqil bû. Tu carî xwe ji xebatê nedida paş û kesekî fedekar bû. Li vê, mirovekî pir dilsax, paqij û dirust bû. Tu carî tiştekî xerab ber hizra wî derbas nedibû. Xebatên xwe li ser vî esasî dikirin û di vê çarçoveyê de mirov birêxistin dikir. Dixwest tevahiya keda xwe ji bo gelê xwe bide û ji bo gelê xwe bizavê bike. Lewma carnan zarokên xwe, malbata xwe nedidît. Her tim di nava xebatan de bû. Ji hêla aborî ve me zehmetî dikişandin lê kesekî afirîner bû. Hinek rojan heta serê sibehê li kolanan bi pêyan digeriya û xebat dimeşandin. Çi kar ketibûya pêşiya wî, nedigot ‘nabe.’ Her tim bi dilxwazî, ji dil û bi rûkenî karê xwe dikir. Nedixwest kêmasî hebin. Dema kêmasiyeke wî çêdibû û kesekî ew rexne dikir, gelek keyfxweş dibû. Digot; ‘rexne dê me mezin bike. Dê me pêş bixe.’ Rexne li xwe digirt û hewl dida bi vê rexneyê xwe pêşve bibe.” 
 
‘BI TIŞTÊN VEGOTÎN HÊZ DA’
 
Degîrmencî, anî ziman ku Bubo Taş bi vegotina tiştên li Zindana Amedê jiyayîn ve hêz daye wan û wiha pê de çû: “Herî zêde jî di bin bandora hevalê Hayrî (Durmuş) de mabû. Qala gelek hevalan dikir lê bi taybet jî qala hevalê Hayrî dikir. Hevalê Hayrî li girtîgehê bi wî re pir eleqeder bûbû. Bi tenê nehiştibû û jê re bûbû alîkar. Di esasê xwe de di jiyana hevalê Bubo de her tişt girêdayî hev e. Mîna di diyalektîkê de. Ji salên 80’an ve bo xwe nejiya. Ji bo xwe jiyanek ava nekir. Ya ku di destpêka jiyana wî de jê re rêbertî dikir, di dawiya emrê wî de jî jê re rêbertî kir.” 
 
‘SERÊ ME BILINDE’
 
Xwarziyê Bubo Taş, Necdet Taş jî ji bo xalê xwe wiha got: “Di nava jiyana wî de malbat piştî doza wî dihat. Armanca wî ya ewil, xeta partiyê ya xebatê bû, tevger bû. Ji 14 saliya xwe heta niha di xebatan de cih girtib. Ewqas kete girtîgehan. 6 meh berê di girtîgehê de bû. Lê tu caran tawîz neda, xeta xwe neguherand. Em jê re gelek nebûn alîkar. Em niha difikirin bê ka em jê re çiqas bûne alîkar. Lewma em xemgîn in. Jixwe daxwaza xwe tîne ziman. Em xemgîn in lê serê me bilind e. Ji ber ku ne ji bo tiştekî madî yan jî şexsî, ji bo armancekê, di rêyeke bişeref de meşiya. Bi rêzdarî bi bîr tînin.” 
 
‘PEYWIRA XWE PÊK ANÎ’
 
Bi domdarî Taş got ku Bubo Taş bi sekna xwe, bi helwesta xwe ya di xebatên siyasî de, bi têkiliyên xwe yên gel cîran û hevalên xwe, di nava civakê de yek ji kesên ku gotina wî dihat guhdarîkirin bû û wiha bi dawî kir: “Dema pirsgirêkek çêdibû diket navberê û dema ew diket navberê jî pirsgirêk çareser dibû. Kesayetekî zana bû. Li Zindana Amedê bi hevalan re m ye, gelek agahiyên girîng pê re bûn, gelek tiştan hîn bûbû û ev tişt parve dikirin. Em jî li ser vê xetê gihandin. Dema Bubo di sala 1980’an ketî girtîgehê, ez hêjta 7 salî bûm. Em civakeke nezan bûn. Bi xêra van mirovan, bi saya partiyê mirovên me baş bûn. Ez wisa bawerim ku Bubo peywira xwe pêk anî. 
 
BÛ NEFEREKÎ LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Bubo nedixwest li ser doşeka xwe bimre. Her tim digot ku dixwaze bi serbilindî û dema ji bo gelê kurd xizmetê dike bimre. Her tim ev tişt digotin. Çi gotibe bi w an gotinan kir. Em ê bibin şopdarên rêya Bubo li ber me vekiriye. Beriya niha jî gelek hevalan çalakiyên canbexşane kirin. Ew jî neferekê wê rêyê bû. Li dijî tecrîda ku 22 meh in li ser Rêbertiya me didome, weke neferekê vê rêyê çalakî li dar xist.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

17/01/2023
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn