Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo

  • rojane
  • 09:05 16 Çile 2023
  • |

AMED - Yek ji generalên zanayê kurd Apê Mûsa, Yilmaz Yakût (Kalo), salek berê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Mevlûde Yakût qala lawê xwe kir û got: "Gelek caran hat binçavkirin, revandin, îşkencekirin. Pir zehmetî dît lê dîsa jî girêdayî doza xwe bû."

 
Her çiqas mirinek fizîkî hebe jî mirovên di jiyana xwe de têkoşînek bêhempa didin, navên xwe li rûpelên dîrokî yên zêrîn didin nivîsandin. Yek ji wan kesên ku navê xwe li dîroka “Çapemeniya Azad” nivîsî jî Yilmaz Yakût (Kalo) e. Di salên 1990’an de dema dewletê li bajarên bakurê Kurdistanê şerê qirêjî xist dewrê û di heman demê de jî Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir, tirsek li van bajaran afirandibû. Di van salên tarî de li kuçe û kolanên bajarên Bakur de  “Generalên Biçûk” ên zanyarê kurd Apê Mûsa rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê di nava gel de belav dikirin. Di vê serdema nexweş û tarî de herî zêde wêrekî dihat xwestin. Ji ber ku her roj însan di nava  kuçe, meydan û cadeyan de dihatin kuştin. Bi dehan zarok û ciwanan li dijî vê tirs û xofê û her kêliya bi talûke sond xwaribûn li kuçe û kolanên Amedê û bajarên din digeriyan û rojname belav dikirin. Gelek caran hatina rojnameyan a Amedê dihat qedexekirin lê dîsa jî ev dilsozên ciwan qoliyên rojnameyan dianîn û digihandin gel. 
 
Di wan salên giran de van Generalên Biçûk îşkence, zext û kuştin dan ber çavê xwe û bi wêrekî û bedelên mezin rojname belav dikirin. Gelek belavkar anku Generalên Biçûk di êrişên hêzên tarî û JÎTEM’ê de dihatin qetilkirin û îşkencekirin. Gelek belavkar hatin girtin û bi mehan û salan di zindanan de man.
 
20 SALAN BÊNAVBER BELAVKARÎ KIR
 
Yek ji şahidên wê dema tarî jî Yilmaz Yakût (45) anku bi navê tê naskirin Kalo bû. Serpêhatiya Çapemeniya Azad a Kalo di temenê 15 salî de anku di sala 1990’an de dest pê kir û heya sala 2010’an bênavber dewam kir. Kalo ku bi nexweşiya penceşêre ket, di 16'ê çileya 2022’yan de jiyana xwe dest da. Kalo, dema belavkarî dikir de gelek caran îşkence, zext û kuştin dida ber çavê xwe û bi wêrektiyeke mezin ev kar dikir.
 
CESARETA WÎ SERDESTÊ HEMÛ ÊRIŞAN BÛ
 
Kalo her roj bi berbangê re ji malê derdiket û berê xwe dida buroya belavkariya rojnameyê ya li navçeya Yenîşehîrê. Rojname dixistin tûrikê xwe û derdiket belavkariyê. Li hemû kuçe û cadeyên Amedê digeriya. Heta ku yek rojnameyek wî jî mabûya venedigeriya buroyê. Tevî her cureyên zext û zorê jî bi terz û helwesta “wê rastî di tariyê de nemîne” rojname digihand xwîner û aboneyan. Kalo, dema belavkarî dikir gelek caran hate binçavkirin, îşkencekirin, gefên kuştinê lê hatin xwarin, hate revandin, bi êrişên çekdarî  re rûbirû ma. Lê tu caran  kêliyek jî bi paş ve gav neavêt. Van sepanên dijwar û dij mirovane bi salan berdewam kir lê Kalo ji cesareta xwe û karê xwe tawîz neda. 
 
Dayika Kalo, Mevlûde Yilmaz behsa belavkariya wî ya di salên 90'î de, zehmetiyên ku kişandine û girêdayîna wî ya karê wî kir. 
 
‘GIRÊDAYÎ DOZA XWE BÛ’
 
Dayika Mevlûde Yakût bi bîr xist ku lawê wê Yilmaz di 15 saliya xwe de dest bi belavkariya rojnameyê kir û wiha behsa jiyana wî kir: "Yilmaz pir îşkence dîtin. Piştî destpêke 2 sal derbas bûn 5 rojan  winda bû. Birayê wî got Yilmaz birîndar bûye. Me agahî stand ku Yilmaz li nexweşxaneyê ye. Li ser vê me got 'Yilmaz te digirin, direvînin û îşkenceye li te dikin, te rojekê bigirin belkî em te êdî nebinin, tu nikarî vî karî berdewam bikî û dest jê berde.' Lê Yilmaz pişti ku birîndar bû 20 rojan li malê ma û dû re karê xwe domand. Her tim digot 'Min soz daye û çi dibe bila bibe ez ê dest ji doza xwe bernedim. Heya mirinê ez ê vî karî berdewam bikim.' Anku girêdayî û sadiqê doza xwe bû.” 
 
Yakût anî ziman ku ji ber zext û gefan koçî Edeneyê kirin û wiha pê de çû: “Yilmaz li Edeneyê jî belevkariya rojnameyê kir. Polîs her tim dihatin mala me û pirsa Yilmaz dikirin. Digotin 'Çi kar dike? Ma kareke din ê cudatir nîne bike?' Wekî gefan li me dixwarin. Gelek caran polîsan jê re digotin 'em ê çokên te bişkênin ku tu nekarî bimeşî'. Gef lê dixwarin. Carekê polîsan ewqas lê dabûn ku nedikariya bimeşe. Min bi ava germ laşe wî perixandiye ku hinek sivik bibe.”
 
‘ÎŞKENCEYEKE GIRAN LÊ HAT KIRIN’
 
Yakût da zanîn ku carekê li malê hatibû binçavkirin, 5 rojan li qerekolê di binçavan de mabû û wiha behsa îşkenceya lê hatiye kirin kir: “Kalo jî di nav de 12 welatî hatibûn binçavkirin. Ewqas îşkence li Kalo kiribûn, dev û diranên wî şikandibûn. Diranên xwe di kefa destê xwe de anîn malê û nîşanî min dan. Min got 'lawê min çima te diranên xwe anîne.' Got; 'Van diranên xwe yên şikestî ji nadim dijmin.' Ji ber ku 5 rojan îşkence lê hatibû kirin, 45 rojan xwarina wî şîr, biskuwî û mama bûn. Tişteke din di qirika wî de nediçû.”
 
Yakût axaftina xwe bi van gotinan domand: "Dema dibû zivistan, qaputekî Yilmaz ê mezin hebû. Ji ber ku şil nebin rojname û kovar dixistin bin qaputê xwe. Carna ev rojname dixistin poşetê reş, carnan dixist torbeyên arvan, carna jî dixist binê teştika dendikan û dendik berdidan ser da ku neyên dîtin."
 
‘MIROVEKÎ DIRUST BÛ’
 
Dayika Mevlûde got ku Yilmaz mirovekî dirust û baş bû û axaftina xwe wiha qedand: "Yilmaz gelek zilm û îşkence dîtin, tevî vê yekê jî girêdayî doza xwe bû. Dema tiştek bi serê hevalên wî dihat pir aciz dibû. Her tim hevalên xwe difikirî."
 
BELGEFÎLMA JIYANA KALO HATE KÊŞANDIN
 
Li ser jiyana kalo belgefîlm hate çêkirin. Derhênerê belgefîlmê Mehmet Salîh Çelîk û Kemal Hanazayên li ser serpêhatî û jiyana Kalo bi navê “Yilmaz” belgefîlmek amade kiribûn. Ev belgefîlm jiyana Kalo vedibêje û Kalo jî di vê belgefîlmê de diaxive. Kalo di vê belgefîlmê de behsa serpêhatiya xwe ya belavkariyê dike. Kalo di belgefîlmê de destnîşan dike ku di seranserî jiyana wî ya belavkariyê de herî kêm 300 carî hatiye binçavkirin. Kalo di belgefîlmê de tîne ziman ku di wê heyamê de gelek Genaralên Biçûk dihatin qetilkirin û tenê sûcê wan ew bû ku Azadiya Welat û Ozgur Gundem belav dikirin. Kalo dibêje ji ber ku wan rastiyê ji xelkê re radigihand dihatin îşkencekirin û qetilkirin.
 
MA / Mehmet Guleş - Zerrîn Sargut
 

Sernavên din

17/01/2023
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn