Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan

  • rojane
  • 11:44 15 Çile 2023
  • |

AMED - Di axaftinên kongreya Rêxistina HDP’a Amedê de hat gotin ku dê sala 2023’yan bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, li Eywana Dawetan a Demîrokê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi dirûşma “Çareserî em in, ji Şer û Kedxwariyê re Na!” 4’emîn Kongreya Asayî li dar dixe. Li eywana kongreyê bi zaravayên kurmancî û dimilî pankartên “Vîna gel nayê xespkirin”, “Ev gel serî natewîne” û “Dem dema ciwanan e” hatin daliqandin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê yên bajar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Dmeokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş û bi sedan kesên din tev li kongreyê bûn. 
 
AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN 
 
Kongreya bi coş, bi hilbijartina endamên dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftina ewil de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun axivî û wiha bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Ev bû 22 meh ku deriyên Îmraliyê qifil kirine. Bila dost û dijmin tevek jî bizanin ku dê sala 2023’yan bibe sala serkeftina kurdan. Dê sala 2023’yan bibe sala azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan.” 
 
Piştre jî Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan beşdarên kongreyê silav kirin. Hevserokan peyama “HDP hêvî ye, HDP gel e” dan. 
 
ÇÎFTYUREK: TECRÎDÊ RAKIN 
 
Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek jî berxwedana bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” didome silav kir û wiha got: “Banga me ji bo partiyên Kurdistan û Tirkiyeyê, kesayetên demokrat e; li dijî doza girtinê piştgiriyê bidin HDP’ê. Roj roja xwedîderketina li HDP’ê ye.” Bi domdarî Çîftyurek bal kişand ser Veysî Taş ku li Mêrdînê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan xwe şewitandibû û ev tişt anî ziman: “Çima agir berda bedena xwe? Ji bo ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Em dizanin ku ev 24 sal in tecrîdeke giran heye. Cezayên disiplînê yên ji bo 3 mehan li pey hev didin. Bêyî ku sedemek were destnîşankirin ceza didin. Em vê şermezar dikin. Em li vir banga bidwîkirina tecrîdê dikin.” 
 
KARDAŞ BANGA YEKITIYÊ KIR 
 
Serokê Giştî yê PDK-T’ê Mehmet Emîn Kardaş jî got ku di hilbijartinê de roleke sereke ya HDP’ê ye û banga yekitiya neteweyî û têkoşîna hevpar li gel, partî û saziyên kurd kir. 
 
GUNAY: AKP DÊ WINDA BIKE
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî diyar kir ku ew dê komara demokratîk ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di serdemeke wisa de ne ku faşîzma AKP’ê ji her alî ve êrişî destkeftiyên kurdan dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Başûr, li Rojava komkujiyan dike û dixwaze destkeftiyên kurdan têk bibe. Îcar bêyî ku şerm bikin budçeya ji bo şer hatiye veqetandin diparêzin. Dibêjin; ‘em pariyê nanê we kêm dikin û ji bo xelaskirina îktîdara xwe bi kar tînin.’ Lê çi bikin jî dê hilbijartinên sala 2023’yan bibin hilbijartinên têkçûna AKP’ê.”
 
'AŞTIYÊ TECRÎD DIKIN’ 
 
Bi domdarî Gunay bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha domand: “Di pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê de, di avakirina pêşerojeke azad de û ji bo aştiya Tirkiyeyê birêz Ocalan tekane navnîşan e. Îktîdara ku di polîtîkayên şer de israr dike, bi israra xwe ya di polîtîkaya tecrîdê re daxwaza aştiyê ya gelê kurd tecrîd dike. Yên ku heta nekarîn ser bikevin dê ji vir û şûnde jî bi ser nekevin. Ji ber ku em ê bi israr li dijî polîtîkaya şer û tecrîdê, aştî û azadiyê biparêzin. Em ê di pêşerojeke azad de bi birêz Ocalan re teqez civakeke dilaram ava bikin. Sînoreke faşîzma îktîdara AKP’ê nîne. Ji bikaranîna çekên kîmyewî heta operasyonên qirkirina siyasî û komkujiyan, her êrişan dikin. Her îktîdara ku vîna gelê kurd nas neke, neçarî têkçûnê ye. Dê îktîdara AKP’ê jî winda bike.” 
 
‘AMED DÊ RÊ NEDE FAŞÎZMÊ’
 
Gunay, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo pêşîlêgirtina partiya me, AKP’ê doza girtinê vekir û hesabên me bloqe kir. Em tevek jî baş dizanin ku kesek nikare vîna gelê ketiye rêça azadiyê bloqe û xesp bike. Amed îro dibêje; ‘Em ê rê nedin faşîzmê.’ Em ê di sala 2023’yan de bi awayeke azad li Tirkiyeyeke bêyî AKP’ê bijîn. Em ê tu carî serî netewînin. HDP dê vê bi tifaqa xwe ya herî berfireh bike. Dê jin bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ tifaqa xwe ava bikin. Her wiha dê xebatên me yên bi Tifaqa Kurdistanî re bidomin. Em ê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin. HDP dê bibe pêşenga Rêya 3’yemîn. Em alîgirên tu kesî nînin û li ser rêya xwe ne. Em ê bi namzetê xwe bikevin hilbijartinê. Em duh bi ser ketin û dê îro jî bi ser kevin.” 
 
Piştî axaftinan jî raporên xebatan û yên darayî hatin xwendin. 
 
 
 

Sernavên din

14/05/2023
23:06 Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45
22:58 YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
22:46 Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye
22:39 Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne
22:28 AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
21:27 Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan
21:05 Kiliçdaroglû li bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e
21:00 Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike!
20:51 Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e
20:46 Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir
20:45 Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
20:05 Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir
18:12 Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
18:08 Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
18:07 YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
18:02 Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
17:58 Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê
17:51 Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin
17:28 Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
17:23 Bêyî belgeya 142'yan deng dan
17:23 ‘Sindoqan û dengan biparêzin’
17:22 Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
17:21 AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir
17:00 Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:55 Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan
16:50 Li Uskudarê agir bi dibistanê ket: Aqûbeta sindoqan nediyar e!
16:46 Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand
16:42 Baroya Amedê: Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in raya xwe bikar bînin
16:29 Ji ÎHD'ê rapora hilbijartinê
16:28 Giliyê kesên di şûna hinek kesên din de deng dan hat kirin
16:27 Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan
16:16 AKP’ê bi kumanyayan propaganda kir
16:11 Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo şopandina encamên hilbijartinê amade ye
16:10 Hilbijartinên dîrokî: Erdogan ha ket ha dikeve, sindoqan neterikînin
15:57 Şaredarê AKP’yî bi parêzvanên xwe yên çekdar re li dibistanan geriya
15:57 Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?
15:56 Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan dengdêran
15:43 Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan
15:00 Li navçeyên Stenbolê nelirêtî
14:54 Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin
14:53 Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn
14:43 Li Sêgirkê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin
14:17 AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin
14:16 Li Şirnexê gef li gundiyan xwarin, şande negirtin dibistanê, walî muşahid ji dibistanê derxistin
14:16 Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da?
14:15 Muşahidên li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin
14:01 Li Amedê 200 kesî bi sedema ‘wezîfeya xeyalî’ dengên xwe bikar neanîn
13:53 Bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan: Îro ew roj e
13:52 Malbata Denîz Poyraz: Roja hesabpirsînê ye
13:44 Cerdevan bi tifingê kete dibistanê
13:35 Ji YSK'ê biryarek girîng: Girtekan dê bidin hemû muşahîdan
13:21 Nehiştin jina bêyî agahiya wê kiribûn peywirdara sindoqê dengê xwe bide
13:04 Bi tupê oksîjenê çûn dengê xwe dan
13:01 YSK’ê têkildarî pusulayên binîqaş biryar da: Dê bên qebûlkirin
12:57 Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere
12:52 Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin
12:44 Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin
12:44 Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin