Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin

  • rojane
  • 13:44 14 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên windakiriyan li aqûbeta kujerên Omer Candoruk, Suleyman Gaysak, Yahya Akman, Mehmet Gurru, Ozer û Azîz Gaysak ên di sala 1994’an de li Cizîrê hatibûn qetilkirin û li kujerên Hrant Dînk pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. 
 
Malbatên Windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 727’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê aqûbeta kujerên Omer Candoruk, Suleyman Gaysak, Yahya Akman, Mehmet Gurru, Ozer û Azîz Gaysak ku di sala 1994’an de li Cizîrê hatibûn qetilkirin pirsîn. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û endam û rêveberên sendikayê jî di daxuyaniyê de amadebûn. 
 
Di destpêke de Sekretera Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven axivî. Guven, bi lêv kir ku bi salan e ew bi daxwaza edaletê çalakiya xwe berdewam dikin û wiha got: “Lê hê jî malbatên windayên ku hestiyên windakiriyên xwe nedîtine hene. Bi hezaran kujer hene ku hê nehatine ceza kirin. Em dixwazin ji kujeran hesab bê pirsîn. Heta windakiriyê dawî bê dîtin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
‘TÊKOŞÎNA ME WÊ BERDEWAM BIKE’
 
Pişt re jî Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk axivî. Bozgeyîk bi lêv kir ku ji bo demokrasiyeke mayînde dîtina windakiriyan û ceza kirina kujeran pir girîng e. Bozgeyîk, diyar kir ku sala 2022’yan ji bo dayikan saleke bêedalet derbas bû û axaftina xwe wiha domand: “Lê çi dibe bila bibe em windakiriyên xwe ji bîr nakin. Heta kujer bên dîtin têkoşîna me wê berdewam bike. Di sala 2022’yan de jî edalet pêk nehat. Doza Mûsa Anter bi necezakirinê encam girt. Daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar bi cih nehat. Bi rû bi rû mayineke rasteqîn êşên me wê xweş bibin.” 
 
‘ME DI KORTÊ DE DÎTIN’
 
Çîroka kesen ku hatine qetilkirin ji aliyê Endama Lîjneya ÎHD’a Amedê Derya Yildirim vê hat xwendin. Yildirim anî ziman ku piştî bûyerê malbatên kesen hatine qetilkirin qala şahidiya bûyerê kirine û tiştên ku malbatên wan gotine wiha anî ziman: “Hevjina Suleyman Gaysak, Leyla Gaysak derbarê qetilkirinan de gotibû, ‘Hevjîne min bi apê min ve ji malê derketin. Piştî ew ji malê derketin 20 deqe derbasbûn kesek nenas telefon li malê kir û got merivên we revandine, yek ji wan li mezraya Holana Jêr qetilkirine. Ez jî çûm nexweşxaneyê, lê ji ber ku li ber nexweşxaneyê panzer hebû min nekarî  bikevim nexweşxaneyê heqaret li min kirin û ez qewirandim. Me jî dest bi lêgerina hevjînê min û xizmên me kir. Piştî 3 rojan me li mezraya Kirijê ber bi Bozalan ve rêçên wesayiteke dît, me rêç şopandin û li pêy şopa rêçê em rastî kortekê hatin. Di kortê de me cenazeyên xizmên xwe dîtin.’
 
‘TILIYA ZAROKÊ MIN JÊKIRIBÛN’
 
Îsa Akman jî gotibû, Yaya jî di nav xizmên me yên ku hatibû windakirin de bû. Me xwest daxwaznameyê bidin dozgeriyên Cizîr, Hezex û Silopiyayê lê polîsan destûr neda ku em têkevin hûndir û xizmên me derb kirin. Min di kortê de rûye zarokê xwe Yahya nas kir. Tiliya zarokê min a gustîlê jê kiribûn û gustîl biribûn. Bedana her çaran jî pir hatibû hincirîn. Me cenaze xwe bi matorê anîn. Ez ji Abdulhekim Guven, Bedran û Selîm Xoce yê ku zarokê min bi zorê xistin toroseke spî de û ji wan kesên ku ew emir dane wan re gilîkar im.”
 
ÊLIH 
 
Malbatên windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’a Êlihê jî çalakiya xwe ya 563’yan li ber pêykere Mafê Mirovan a li cahdeya Gulistanê li darxistin. Girseyê pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” hilgirtin. Endamên HDP’ê û DBP’ê yên Êlihê jî di çalakiyê de amade bûn. Beriya daxuyaniyê rêveberê ÎHD’a Êlihê Mahfûz Akgul (35) ku di 12’ê çileyê  jiyana xwe ji dest dabû hat bibîr anîn. 
 
Di destpêke de Hevserokê ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz axivî. Yildiz bi lêv kir ku Mahfûz Akgûl ji ber nexweşiya pênceşêrê jiyana xwe ji dest da ye û ev tişt anîn ziman: “Têkoşîna wî ya ji bo Geliyê Dîcleyê û Heskîfê tu car naye ji bîr kirin. Bi ciwantiya xwe koça dawî kir. Her heftê ew jî bi malbatên windakiriyan re li vê qadê bû. Em dê bi xwedî derketina têkoşîna wî têkoşîna wî bilindtir bikin.”
 
Pişt re jî rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner daxuyaniya vî hefteyê xwend. Di destpêka axaftina xwe de Tangûner jî Mahfûz Akgul bi bîr anî û got ku li serma zivistanê û germahiya havînê de jî li qadan bû, me endamekî malbata xwe winda kir. Tanguner pişt re jî daxuyaniya vî hefteyê xwend.  Tanguner vê hefteyê bal kişand ser Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Agos’ê Hrant Dînk ê di 19’ê çileya 2007’an bi sûîkastekê hate qetilkirin  û xwest edalet bi cih were. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÎZMÎR
 
Rêveberiya ÎHD'a Îzmîrê jî çalakiya "Bila windakirî bên dîtin û kujer bên darizandin" ku ji du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankartên "Windakirî wîjdan in, xwedî lê derkeve" û "Kujer diyar in, winda li ku ne" vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de qetlîama li navçeya Basa ya Şirnexê ku di 10'ê çileya 1996'an de qewimîbû hat bibîr xistin û hat xwestin ku qetlîam bê ronîkirin û kujer bên darizandin. Sekreterê ÎHD'a Îzmîrê Alî Aydin daxuyanî xwend û behsa serpêhatiya bûyerê kir.  
 
 

Sernavên din

17/01/2023
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn