Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike

  • rojane
  • 11:15 14 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi lêv kir ku Wezareta Dadê ya ji serlêdana wan a hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bêdeng dimîne her kêliyê sûc dike û wiha got: “Divê tecrîda ku sûcê mirovahiyê ye demildest bê bidawîkirin.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîdeke giran de tê ragirtin re ji 25’ê adara 2021’an vir ve agahî nayên girtin. Piştî serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya 20-29’ê îlona 2022’yan a Girava Îmraliyê fikarên ku bi serlêdanên bêbersiv ên malbat û parêzeran dest pê kirî kûrtir bûn. 
 
Li dijî rewşa agahî negirtina ji Îmraliyê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr ji bo biçin Girava Îmraliyê di 30’ê mijdara 2022’yan de serî li wezaretê dabû. 
 
SERLÊDAN BÊBERSIV IN 
 
Lê Wezareta Dadê weke ku serlêdana hevdîtinê ya malbat û parêzeran nebersivand hêj serlêdanên KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê kirî jî ne bersivandine. Yek ji parlamentera ji bo bi Rêberê PKK’ê re hevdîtinê bike serlêdan kir parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Wezareta Dadê demekî dirêj e bêdeng e û hemû serlêdanên hatine kirin bêbersiv hiştine. Koçyîgît, anî ziman ku Wezareta EdaletÊ bersiv nedaye pirsên li ser tecrîda li Îmraliyê, bangên li Nobeta Edaletê bêbersiv hiştiye û wiha got: “Ne tenê ji me re ji hemû serlêdanên hatine kirin re bersivê nade. Sedemê vê bêdengiyê ji serî ve bêhiqûqî ye.”
 
PALPIŞTEKE HIQÛQÎ NÎNE 
 
Koçyîgît, destnîşan kir ku tu palpiştên hiqûqî yên pergala tecrîda Îmraliyê nînin û wiha got: “Ji ber tu palpişta qanînûnî nîne Wezareta Dadê hewl dide pêvajoyê bi bêdengiyê derbas bike. Ji ber ku tiştekî ku bibêjin nîne. Ji ber ku dizanin pozîsyona wan bêhiqûqî ye bersivê nadin. Yekane berpirsê vê bêhiqûqiyê Wezareta Dadê ye. Girtîgeha Îmraliyê girêdayî Wezareta Dadê ye, elbet divê pirsên me bersivîne û bi awayekî bilez rayagiştî agahdar bike. Ji bilî van hêviya me ya bingehîn ew e ku bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Em weke parlamenterên ku serlêdan kirin dixwazin bi awayekî bilez malbat û parêzerên wî biçin Îmraliyê û bi birêz Ocalan re rûbirû hevdîtinê bikin.”
 
DAXWAZ NAYÊN BICIHANÎN
 
Koçyîgît, bi lêv kir ku daxwazên serlêdanê bi cih nayên anîn û wiha berdewam kir: “Diyar e ku ev nayê berdewam kirin. Wezareta Dadê dikare çiqas bi vê bêhiqûqiyê berdewam bike. Ev girêdayî berteka rayagiştî ya demokratîk a nava Tirkiyeyê de ye. Di encamê de heke li dijî bêhiqûqiyekê neyê derketin, ev yek normal dibe. Heke em nexwazin ev bêhiqûqî normal bibe û belav bibe divê li dijî van bêhiqûyan were derketin. Di serê van bêhiqûqiyan jî tecrîd tê. Tecrîda ku sûcekî mirovahiyê ye, divê demildest were bidawîkirin û divê weke hemû girtiyan mafê wan yê hevdîtinê were bicihanîn.”
 
FIKAR ZÊDE DIBIN
 
Koçyîgît, a da zanîn ku ji ber 22 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin, fikarin têkildarî şertên ewlehiyê û tenduristiyê zêde bûne, anî ziman ku Wezareta Dadê gavên ku van fikaran ji holê rakin naavêje û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Wezareta Dadê her roj her kêliyê sûc dike. Her roja ku bersivê nede me û tecrîdê bidomîne sûc dike. Her roj qanûnan binpêdike û ev yek bi awayekî asayî ji aliyê wezareteke girêdayî Makeqanûnê tê kirin. Divê em bînin ziman ku ev rewş nayê qebîlkirin. Helwesta Wezareta Dadê ji helwesta hukumeta AKP’ê û MHP’ê ne serbixwe ye. Di vî warî de em dibînin ku lihevkirinek heye. Helwesta vê hikumetê ne tenê helwesta Wezareta Dadê ye.”
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

17/01/2023
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn