Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe

  • rojane
  • 10:28 13 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PYD'ê Salih Muslim geşedanên li Sûriyeyê nirxand û got: "Meseleya Sûriyeyê tenê bi Sûriyeyiyan dikare çareser bibe. Sûriyeyî ji bo karibin çareser bikin jî divê azad bin." 
 
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û têkiliyên navbera Enqere-Şamê û civîna li Rihayê ya bi eşîrên Sûriyeyî re nirxand.
 
Salih Muslim bal kişand ser nîqaş û hevdîtinên di navbera Şam û Enqereyê de û wiha got: "Me ji destpêkê ve ev yek şibandibû zewaceke bi zorê. Ji ber bûyer, xiyanet û dijminatiya navbera herdu aliyan ên ku di dema nêz de qewimîn, di navbera herdu aliyan de qutbûneke cidî çêbû. Hûn nikarin van hemûyan di nava rojekê de biqedînin. Pêwîstî bi demeke dirêj heye. Di halê hazir de li gorî pêwîstiya Rûsyayê û hilbijartinên li Tirkiyeyê hewl tê dayin ku Erdogan û Esad di nava heman dîmenî de bêne nîşandan. Bi dîtina min ev yek wê bi kêr neyê. Tiştekî şaş e.
 
TURKIYE SÛCDAR E 
 
Dibe ku encamên gelekî çewt bi xwe re bîne. Ji xwe me ev yek ji roja destpêkê ya behskirina vê meseleyê dît. Me dît bê komên di bin kontrola Tirkiyeyê de ne nerazîbûneke çawa nîşan didin. Ev rewşeke tevlîhev e. Gelê Sûriyeyê bi temamî vê qebûl nake. Erdogan beriya sala 2010'an bi Beşar Esad re digeriya, her tişt dikir. Piştre di sala 2011'an de her kes zane bê te çi got. Her kesî dît, her kes pê zane. Mîna ku ev têrê nake niha qala mirina nîv milyon mirovên li Sûriyeyê tê kirin. Sûcê rejîmê çiqasî hebe, sûcê Tirkiyeyê jî heye. Te ewqas çete li vir kom kir. Ji bo kurdan tune bike te DAIŞ ava kir. Te DAIŞ hem li hundir hem jî li derve weke şantajê bi kar anî û hîn jî bi kar tîne.
 
QADA NAVNETEWÎ TÊKILIYÊN TIRKIYE Û DAIŞ'Ê DIZANE
 
Yê ku destpêkê ev eşkere kir Rûs bûn. Sala 2015'an piştî ku balafira Rûs hate xistin, her kes zane bê Pûtîn çi got, çi kir, têkiliyeke çawa nîşan da. Li gel ewqas nakokiyan nabe ku ev her du kes li hev bên civandin û ev pêvajo bê nixumandin. Ya ku em jê re dibêjin 'zewaca bi zorê' ev e. Meseleya wan civînan jî wek vê meseleyê ye. Ji niha ve me dengê dijber bihîst. Şêwirmendê Serokê Giştî yê AKP'ê Yasîn Aktay berî çend rojan got, 'Ji bo ev hevdîtin bêne birêvebirin divê teqez Heleb bê bidestxistin'. Radibin qala bidestxistinê, qala dagirkirinê dikin. Tu ji aliyekî ve qala civandina Erdogan û Esad dike, li aliyê din jî behsa kontrolkirina Helebê û bicihkirina koçberan a li wê derê dike. Ewropa, Amerîka, hêzên navneteweyî bi têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re zanin. Tevî vê yekê jî tu radibe dibêje, 'Ez van dikim, ji bo hêzên ku li dijî DAIŞ'ê şer kirine bitepisînim van dikim'. Her kes vê qebûl nake.
 
Me êrîşên di 19-20'ê Mijdarê de hatin kirin, dîtin. Li vê derê tevî binesaziyê her wiha êrîş birin ser deverên ku DAÎŞ'ê lê ne. Êrîş birin ser kampan, ji bo DAÎŞ'iyan serbest berde her tişt kirin. Van hewldanan cîhan ser û bin kirin. Her kesî ev dît. 8 hevalên me li El Holê şehîd bûn. Li cihê ku baregeha Koalîsyona Navneteweyî lê ye, te êrîş bir ser hêzên ku li dijî terorîzma DAÎŞ'ê şer dikin. Du hevalên me li wir şehîd bûn. Li deverên din jî bi heman rengî ye. Te êrîş bir ser girtîgehê. Wê demê tu dixwaze endamên DAIŞ'ê serbest berde. Cîhan li ber vê rabû."
 
'WÊ BI ASAYÎ NEÇE'
 
Salih Muslim bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê û wiha domand: "Beriya du salan dema ku nîqaş li ser hilbijartinê hate kirin me gotibû 'Di dîrokê de ti dîktator bi hilbijartineke normal naçe, neçû ye. Wê bibe gaveke nû'. Eger bi rastî jî hilbijartineke demokratîk bê kirin, eger bibe sedema çûyîna vî dîktatorî û despotî, wê destûr nede. Çi bike wê asteng bike. Dibe ku vê bi rewşa awarte bike, yan jî bi destpêkirina şerekî bike. Yanî dikare her tiştî bike. Me hewldana vê yekê di wê komployê de ya li Taksîm a Stenbolê dît."
 
Muslim têkildarî kombûna hin eşîrên Sûriyeyî bi serkêşiya MÎT'ê li Rihayê pêk hatibû jî axivî û wiha got:
 
"Hinek li wir kom bûn. Ew eşîr nînin, hîn bêhtir ew mirov in ku wê ji vê rewşê sûdê werbigirin. Ti carî eşîran temsîl nakin. Hin kesên pragmatîst oportunîst in. Ji bo li ser xwîna gelan bazarê bikin û ji bo Erdogan bilîzin, li wir in. Ev ne gaveke nû ye. 4-5 sal in hewldanên bi vî rengî hene. Armanca wan tevlîhevkirina vê derê ye. Eşîrên li vê derê parçeyek, hevparek ji vê sîstemê ne. Hem di nava rêveberiyê de hene hem jî di nava şer de hene. Me ev yek di pratîka 10 salan de dît. Komkirina çend kesên beredayî bi kêrî kesî nayê. Ev hewldaneke nû nîne. Ji bo sextekariyê ye. Encamekê bi xwe re nîne. 5-6 sal in em van kiryaran dibînin. Heta niha encam bi xwe re neanî, ji niha û pê ve jî wê bi xwe re nîne. Herî zêde hin Ereb, hin kesên li Rihayê dikarin tevlî bibin. Ev yek organîzeya MÎT'ê ye. Bi dîtina min wê bêencam bimîne, ji ber ku li qadê nînin. Kes guh nade wan. Her kes zane bê wan çawa xwe firotine. Gelek ji wan jî poşman bûne, vegeriyane. Yên mayî wê bi kêrî tiştekî neyên. Civîna yên bêkêr in."
 
Muslim derbarê çareseriya li Sûriyeyê jî wiha axivî: "Meseleya Sûriyeyê tenê bi Sûriyeyiyan çareser dibe. Sûriyeyî ji bo çareser bikin jî divê yên li wê derê, yan jî yên diaxivin azad bin. Divê îrade û nêrîna xwe azad be. Ji kesekî din fermanê negire. Mînak, niha hêzên mîna Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bi çi dikin? Hin Sûriyeyiyên li gel xwe dixapînin û didin şerkirin. Nîv milyon mirov çawa hatin kuştin? Hin ji wan ji aliyê rejîmê hinek ji aliyê hin koman û hinek jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin kuştin. Lewma eger Sûriyeyî azad nebe, çareserî jî nabe. Di fikir û biryara xwe de divê teqez azad be. Me ji her kesî re got, em dibêjin; ji bo jiyaneke bi hev re çi pêwîst be em wê bikin. Ne bi fermana Erdogan, Beşar Esad, Emerîka yan jî Rûsyayê, ya ji me re pêwîst çi be, werin em bi hev re bikin.
 
Em PYD û Rêveberiya Xweser, biryara me di destê me de ye. Em li gorî fermana kesî tevnegeriyan. Ji bo me çi pêwîst be em wê dikin, lê me yên li hemberî xwe di vê astê de xwedî îrade nedît."
 
Muslim destnîşan kir ku pêwîstî bi pratîkên nû heye û got: "Em li hev rûnên û biaxivin. Ya ku rêveberiya li Şamê divê bike jî ew e ku em li hev rûnên û bi hev re biryarê bidin."
 
'JI BO AŞTIYÊ ÇI PÊWÎST BE EM BIKIN' 
 
Muslim di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: "Gelên li her devera sûriyeyê; kurd, ereb, asûrî hemû divê di biryardana siyasî ya li wê derê de hebin. Naxwe wê encameke berevajî derkeve holê. Li şûna ku em şerê hev bikin, ji bo aştiyê em ya pêwîst bikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi îradeya azad heye. Pêwîstî bi fikrê azad heye. Me heta niha tiştekî bi vî rengî bi yê li hemberî xwe nedît.
 
Pêvajoya ji bo Sûriyeyiyan gelekî xumamî ye. Em nizanin bê wê çi bibe. Ji bo tevahiya gelê Sûriyeyê û ji bo xwe, divê em karibin bi rengekî azad tevbigerin û biryara xwe bidin. Naxwe eger çavên me li derve be, bala me li ser wê be ku kî ji me çi dixwaze, hingî pêvajo wê gelekî dewam bike, em ê hemû winda bikin."

Sernavên din

13/01/2023
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin