Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn

img
STENBOL - Hevberdevkê Herêma 1’emîn a HDP’a Stenbolê Mesût Firat da zanîn ku amadekariyên mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku dê di 15’ê çileyê de were lidarxistin temam bûne û wiha got: “Ji bo ku zext, xizanî û hejarî xelas bibe, banga me ji bo gelê me ew e ku tev li mitîngê bibin.” 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê dê di 15’ê çileyê de bi dirûşma “Em ji şer, xizanî û zextê re bibêjin êdî bes e. Em bi hev re biguherînin” li Qada Kartal a Stenbolê mitînga yekemîn li dar bixe. Hevserokên pêkhateyên tifaqê, hevserokên giştî û berdevk dê tevli mitîngê bibin. Mitîng dê saet di 13.00’an de dest pê bike. Di çarçoveya xebatên mitîngê de li hemû navçeyan belavok hatin belavkirin û bi gel re hevdîtin tên kirin. 
 
BALÊ DIKIŞÎNIN SER RÊYA 3’YEMÎN
 
Hevberdevkê Herêma 1’emîn a HDP’a Stenbolê Mesût Firat ku di xebatên mitîngê de cih digire diyar kir ku ew li dijî feraseta siyaseta duqutb a li Tirkiyeyê “Rêya Sêyemîn” diparêzin û wiha got: “Hemû pirsgirêk dikare bi Rêya Sêyemîn werin çareserkirin. Em ê li dijî krîza aborî, bêhiqûqî û zextan mitînga xwe ya hevpar a destpêkê li dar bixin. Em diqîrîn û dibêjin ku avakirina komareke ku hemû gelên wê wekhev û azad dijîn, bi Rêya Sêyemîn pêkan e. Gelên me mehkûmî Tifaqa AKP-MHP’ê û Tifaqa Milet a ku dixwaze pergala heyî restore bike nîne. Tifaqa me, tifaqa têkoşînê ye. Yek ji sedema mitînga hevpar jî ev e. Ev tifaq tevahiya pirsgirêkên gelan bi aqileke kolektîf çareser dike.” 
 
XEBATÊN MITÎNGA HEVPAR
 
Bi domdarî Firat bal kişand ser xebatên mitîngê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû partî û rêxistinên di nava tifaqê de cih digirin tevî rêveberiyên xwe li 39 navçeyên Stenbolê bi gel re hevdîtinan dikin û belavokan belav dikin. Ev xebat dê heta roja mitîngê jî bidomin. Bêguman her pêkhateyeke me xebatên xwe yên xweser jî dikin. Lê em zêdetir xebata hevpar derdixin pêş û li gorî min girîng e ku gel vî wêneyî bibîne. Di xebatên mitîngê de em qala pêvajoya piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an dikin. Em dibêjin ku şerê heyî ne tenê kurdan lê tevahiya gelan eleqeder dike. Em jê re dibêjin ku heta ev şer hebe dê xizanî, hejarî û sepanên ne demokratîk bidomin. Me di xebatên mitîngê de dît ku gel êdî ji polîtîkayên AKP-MHP’ê bêzar bûye û guherînê dixwazin. Lewma bendewariya me ew e ku tevlibûneke xurt bibe.” 
 
BERNAMEYA MITÎNGÊ
 
Firat got ku dê di roja mitîngê saet di 12.30’an de li Rawestgeha Marmara Başak a li Kartalê kom bibin û wiha qala bernameyê kir: “Dê kortejeke ku tevahiya nûnerên pêkhateyan di nav de were avakirin. Piştî korteja Tifaqa Ked û Azadiyê, dê kortejên xweser ên pêkhateyan hebin. Her wiha dê li qadê ala û flameyên pêkhateyên tifaqê hebin. Dê qada mitîngê ji alayên hevpar ên tifaqê were xemilandin. Hevserokên her 6 pêkhateyan, hevserokên giştî û berdevkên wan dê tev li mitîngê bibin. Mitîng dê bi stranan bi dawî bibe. Me ji bo mitîngê serlêdana fermî kiriye û hevdîtinên bi walîtiyê re didomin. Tevahiya amadekariyên teknîkî xelas bûne. Ji bo ku tevahiya van zext, xizanî û hejariyan bi dawî bibin û ji bo ku bibêjin ‘em dixwazin xwe bi vîna xwe birêve bibin’ divê tevahiya gelê me biherike qada mitîngê.” 
 

Sernavên din

14/05/2023
23:06 Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45
22:58 YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
22:46 Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye
22:39 Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne
22:28 AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
21:27 Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan
21:05 Kiliçdaroglû li bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e
21:00 Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike!
20:51 Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e
20:46 Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir
20:45 Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
20:05 Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir
18:12 Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
18:08 Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
18:07 YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
18:02 Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
17:58 Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê
17:51 Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin
17:28 Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
17:23 Bêyî belgeya 142'yan deng dan
17:23 ‘Sindoqan û dengan biparêzin’
17:22 Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
17:21 AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir
17:00 Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:55 Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan
16:50 Li Uskudarê agir bi dibistanê ket: Aqûbeta sindoqan nediyar e!
16:46 Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand
16:42 Baroya Amedê: Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in raya xwe bikar bînin
16:29 Ji ÎHD'ê rapora hilbijartinê
16:28 Giliyê kesên di şûna hinek kesên din de deng dan hat kirin
16:27 Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan
16:16 AKP’ê bi kumanyayan propaganda kir
16:11 Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo şopandina encamên hilbijartinê amade ye
16:10 Hilbijartinên dîrokî: Erdogan ha ket ha dikeve, sindoqan neterikînin
15:57 Şaredarê AKP’yî bi parêzvanên xwe yên çekdar re li dibistanan geriya
15:57 Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?
15:56 Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan dengdêran
15:43 Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan
15:00 Li navçeyên Stenbolê nelirêtî
14:54 Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin
14:53 Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn
14:43 Li Sêgirkê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin
14:17 AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin
14:16 Li Şirnexê gef li gundiyan xwarin, şande negirtin dibistanê, walî muşahid ji dibistanê derxistin
14:16 Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da?
14:15 Muşahidên li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin
14:01 Li Amedê 200 kesî bi sedema ‘wezîfeya xeyalî’ dengên xwe bikar neanîn
13:53 Bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan: Îro ew roj e
13:52 Malbata Denîz Poyraz: Roja hesabpirsînê ye
13:44 Cerdevan bi tifingê kete dibistanê
13:35 Ji YSK'ê biryarek girîng: Girtekan dê bidin hemû muşahîdan
13:21 Nehiştin jina bêyî agahiya wê kiribûn peywirdara sindoqê dengê xwe bide
13:04 Bi tupê oksîjenê çûn dengê xwe dan
13:01 YSK’ê têkildarî pusulayên binîqaş biryar da: Dê bên qebûlkirin
12:57 Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere
12:52 Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin
12:44 Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin
12:44 Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin