Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin

  • rojane
  • 16:25 11 Çile 2023
  • |
img
WAN - Şaxa Egîtîm Sen a Wanê tespît kir ku li 3 dibistanên amadehî yên Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatine cudakirin. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê da zanîn ku li Dibistana Amedehî ya Îmam Hatîpê ya Anatoliyayê ya Şehît Mûrat Demîrcî, Dibistana Amadehî ya Îmam Hatîpê ya Navendê ya Wanê û li Dibistana Îmam Hatîpê ya Anatoliyayê ya Şehîdên 15’ê Tîrmehê polên xwendkarên keç û kur ji hev hatine cudakirin. Şaxa Egîtîm Senê da zanîn ku piştî tespîtkirina rewşê, di 19’ê cotmeha 2022’yan de serî li Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Wanê dane. Egîtîm Senê di serlêdana xwe de xwest ku têkildarî mijarê bên agahdarkirin. Midûriyetê jî wiha bersiv da serlêdanê: “Li dibistanên girêdayî midûriyeta bajarê me, perwerde û hînkirin li gorî xala 15’an a Qanûna Bingehîn a Perwerdeya Neteweyî ya ‘Li dibistanan a esasî ew e ku keç û kur bi hev re perwerdeyê bibînin. Lê belê li gorî cureyê perwerdeyê, derfet û neçariyan, dikare hinek dibistan tenê ji bo keçan an jî ji bo kuran bên veqetandin.’ tê dayîn.”
 
EGÎTÎM SEN: EV SEPAN SÛC E 
 
Têkildarî mijarê em bi Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Mûrat Atabay re axivîn. Atabay, got ku hem li ser agahiyên endamên wan û hem jî di encama lêkolînên wan de tespît kirine ku li her 3 dibistanên navborî keç û kur li polên cuda dersan dibînin û ev tişt anî ziman: “Me jî têkildarî mijarê ji Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar re daxwazname şand. Me xwest ku ev sepan bi dawî bibe. Ev sepan, sûc e. Divê li van dibistanên navborî perwerdeya têkel dest pê bike nexwe dê derheqê berpirsyaran de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Me ev yek ji wan re jî ragihand. Yek ji rêgezên bingehîn ên Egîtîm Senê, rêgeza laîktî ye. Niha di qanûnê de wiha tê gotin; ‘li gorî cureyê perwerdeyê, derfet û neçariyan dikare xwendekarên keç û kur ji hev cuda perwerdeyê bibînin’ lê li vir rewşeke wiha nîne. Divê tavilê dawî li vê sepanê bînin.”
 
Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar û dibistanên navborî jî pirsên me yên têkildarî mijarê bêbersiv hiştin û diyar kirin ku dê nekarin agahiyan bidin. 
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

13/05/2023
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû