76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn

  • rojane
  • 11:39 11 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - 2 hezar û 393 welatî û 76 saziyan li dijî biryara blokekirina hesabê xezîneya HDP'ê kampanya îmzeyan dan destpêkirin û xwestin biryar were betalkirin. 
 
Dadeha Destûra Bingehîn (AYM) li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, biryar da ku hesabê xezîneyê yê HDP'ê ji bo demekê bê blokekirin. 2 hezar û 393 welatî û 76 saziyan li dijî biryara AYM'ê kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Kes û saziyên navborî têkildarî kampanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û xwestin ku biryara blokekirina hesabê xezîneya alîkariya ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) were betalkirin. 
 
Di daxuyaniyê de welatiyan û saziyan diyar kir ku ji ber biryarê ew metirsîdar in.
 
Metna daxuyaniyê kes û saziyên ku xwestin biryara navborî betal bibe wiha ye: 
 
“Di doza girtinê ya bi zext û zora AKP-MHP hatiye vekirin de, di encama zext û zora aşkere û vekirî ya li ser dadgehê de niha jî fişar li ser hemû pêvajoyên hiqûqî tên kirin û bêyî li bendî encama dozê bisekinin, heta bêyî li bendî parastinê bisekinin biryarek hatiye dayîn ku di encamê de wê HDP nikaribe xebatên xwe yên siyasî birêve bibe, nikaribe kampanyeya xwe ya hilbijartinê bike.
 
Ev biryara Dadgeha Bilind wê tenê nebe sedema ku HDP bi rengekî paşwendî bikeve hilbijartinê, her weha wê bi vê re mafê hemû dengdêran ê hilbijartina serbixwe û bi azadî û yê zanyarîwergirtina ji bo vê jî bê binpêkirin. Zelal e ku hilbijartineke bi vê biryarê re hatiye astengkirin, wê ne hilbijartineke li gorî rêgeza wekheviyê be û ne adil û demokratîk be.
 
Ji hilbijartina dawî heta niha gelek pêkanînên giran ên îdarî û darazî li dijî HDPyê tên kirin û herî dawî vê biryarê re xeyalên me yên ew kesên girêdayî demokrasiyê ne, şikandiye.
 
Bi vê belavokê re em radigihînin ku em li aliyê demokrasiyê û rêgezên hiqûqa navnetewî ne, em bang li civakê dikin ku xwedî li mafên xwe yên hilbijartin û hilbijirînê derkevin û li dijî vê biryarê derkevin ku midaxeleyî hilbijartineke adil û demokratîk dike." 
 
76 saziyên ku îmzeyên wan li bin belavokê hene ev in: 
 
"17+ Elewiyên Jin, Hewldana Nifşê 78'an a Mêrsînê, Yekitiya Elewiyên Jin, Jinên KESK'a Amedê, Hewldana Nifşê 78'an a Enqereyê, Hewldana Azadiya ji Fikr û Ramanê re ya Enqereyê, Komeleya Leşkerên Mixalefên ên Derbeyên Leşkerî (ADAM-DER), Komeleya Çand û Hunerê ya Avcilarê (Malpera Nûçeyan), Aydin Yeşil Sol Kadın, Aydın Yeşil Sol Parti, Komeleya Yeni Yaşamê ya Batikentê, Rêveberiya Bajarê Amedê ya Sendîkaya Teqawidbûyan a Hevgirtî, Komeleya Piştgiriyê ya Jinan a Bodrûmê, Kolektîfa Avê ya Bûrsayê, Koma Parêzeran a Hemdem, Platforma Demokrasiyê ya Datçayê, Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Sendîkayên Teqawidbûyên Demokratîk, Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk, Partiya Şoreşgeran, Partiya Şoreşgeran Mûgla, Kolektîfa Tirkiyeyê ya DIEM25ê, Platforma Jinan a Dîkîliyê, Şaxê Çanakkaleyê yê Dîsk Emeklî Senê, Şaxê Denîzliyê yê Dîsk Emeklî Senê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Çandê ya Navçeya Bismilê û yên Gundên wê ya Amedê, Diyarbakır MEBYADER, Komeleya Gundê Toklûcayê ya Farqînê ya Amedê, Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilat (DGD), DSTP, Hewldana li Dijî Sûcê Hizr û Ramanê, Egîtîm Sena Şaxa Êlihê, Komeleya Parastin û Xweşkirina Jîngehê ya Gundê Arek Gundê Eskîkavakê Çewlik/Gixî, şaxên ÎHD'ê yên Dîlokê, Mêrsînê, Koalîsyona Edaleta Îklîmê, Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê, Kooperatîfa Jinan, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Dewletê (KESK), Înîsîyatîfa Piştevaniyê ya Qereqoçanê, Komeleya Farqîniyan a Kartalê, Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya Gundên Kaşanliyê, Parêzerên Beşdarbûyî, KODA (Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê), Platforma Jinan a Kuşadasiyê, Platforma Jinan a Mêrdînê Şahmaran, MEBYADER-Êlih, MÎLAS Nifşên 78an, Platforma Hawirdorê ya Muglayê, Yekîtiya Mulkiyeyiyan, Buroya Hiqûqnasan a Yên Din, Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê, Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê, Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Gundê Farqînê ya Taşpinarê, Partiya Ji nû ve avakirina Sosyalîst (SYKP), SUP-DDHT (Fransa), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Nifşê 78an a Rihayê, Lijneya Koordînasyona bajêr a Êlihê ya TMMOB'ê, Lijneya bajêr a Colemêrgê ya TMMOB'ê, Komîsyona Hiqûqê ya TOP'ê, Yekitiya Hemî Teqawidbûyiyan, Tum Emeklîsen, Foruma Çandê ya Tirkiye û Almanyayê, Berxwedana Valîdebagê, Parastina Tora Valîdebagê, Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Rêxistina Navçeya Didimê ya Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Rêxistina Parêzgeha Îzmîrê Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Rêxistina Navçeya Mîlasê ya Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Rêxistina bajarê Tokatê ya Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Însiyatîfa Hemwelatiyan." 

Sernavên din

13/01/2023
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin