Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye

  • rojane
  • 10:23 11 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi astengiya hevdîtina malbat û parêzeran nayê tarîfekirin û got: “Torek mezin di pergala bêhiqûqiyê ya li Girava Îmraliyê de heye.” 
 
Li Girtîgeha Grava Îmraliyê ya  Tîpa F a Ewlehiya Bilind 21 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan nayê girtin û ji roja Ocalan anîne wê girtîgehê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Her çiqas Hevserokên HDP, DBP’ê û parlamenteran û li seranserî cîhanê parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin jî lê heta niha daxwazên wan nehatine bersivandin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtinan bikin, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 15’emîn de berdewam dike. 
 
ALIYÊN TECRÎDÊ YÊN BI CÎHANÊ VE GIRÊDAYÎ
 
Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul ku di çalakiyê de cih digire diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan nirand û got: “Li giravekê mirovek heye. Derdora wî hatiye îzolekirin. Hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatê re tê astengkirin. Ev nayê wê maneyê ku bi tarîfeyek basit were nirxandin. Li Girava Îmraliyê, êrişên derûnî, çandî û sosyolojik hene. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi rastiya Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê ve girîdayî ye. Aliyek bêhiqûqiya li Îmraliyê NATO, Amerîka, Yekitiya Ewropayê, CPT, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, aliyekî Yewnanistan, li aliyekî Tirkiye, li aliyekî hikûmeta AKP’ê û li aliyekî jî ew kesên ku li îdareya pergala gravê dinêrin ku nayên dîtin. Di nav van kesên ku nayên dîtin de, burokratên dewletê, leşker û berpirsên NATO’yê hene. Lewma torek mezin vê tecrîdê pêk tîne. Pergalek nehiqûqî ku vê tora mezin ava kiriye heye.” 
 
Bulbul dibêje ku bi vê tecrîdê tê xwestin ramana siyasî, sosyolojiya ku hatiye hilberandin, grûbên etnik, bawerî bên tunekirin û li Rojhilata Navîn projeya çareseriyê were bêqîmetkirin û projeya demokratîkkirina Tirkiyeyê were berhewakirin. 
 
'ABDULLAH OCALAN BANDORÊ LI SER DINYAYÊ DIKE’ 
 
Bulbul anî ziman ku Abdullah Ocalan û tevgera siyasî ya ku ew nûnertiya wî dike, çareseriya demokratîk û wekhev a li ser esasê maf û azadiyên li Kurdistan û Rojhilata Navîn dixwazin û destnîşan kir ku rêveberiya ku pergala li Girava Îmraliyê bi rê ve dibe çareseriyeke demokratîk û wekhev naxwaze. Bulbul axaftina xwe wiha domand: “Yên ku pergala Îmraliyê çêkirine, hem tecrîdê giran dikin û hem jî ji aliyê psîkolojîk ve li ser gelê kurd zextan dikin. Ev rewş bi awayekî li Tirkiye û Rojhilata Navîn xwe dide der. Heke niha hevdîtinek çêbibe, wê bibe rehetî, di derbarê çareseriyê de hinek tişt derkevin holê û ev yek di raya giştî, derdora siyasî, dewlet, li her derê de xwe dide der. Birêz Ocalan bi analîz, fikr û raman û projeyên xwe bandorê li Rojhilata Navîn, Tirkiye, Kurdistan û cîhanê dike.”
 
TORA TECRÎDÊ 
 
Bulbul bi bîr xist ku biryar û nirxandinên Abdullah Ocalan zirarê nade tu gelan, berovajî wê sîstemeke ramanî ya ku jiyaneke wekhev, refahî û azadiyan misoger dike ye û got: “Ew baş dizanin ku yek ji faktorên ku vê krîza piralî diyar dike, pergala tecrîdê ye. Tora navnetewî û şirîkên wê yên herêmî ku vê yekê dikin hene.”
 
‘MAFDAR SÛCDAR DIBIN, SÛCDAR JÎ XWE MAFDAR DIKIN’ 
 
Bûlbûl bal kişand ser wê yekê ku Abdullah Ocalan ji hilberîna projeya siyasî, civakî û jiyanê ya ji bo mirovahiyê berpirsyar e û wiha axivî: “Ocalan bi xwe di asta makro de parêzvanê herî baş û îfadekarê projeya siyasî ye. Mixabin em li şûna ku têra xwe jê fêm bikin û wek projeyek siyasî biparêzin, bi gotinên hêsan ên wekî 'birêz Ocalan dibêje' meseleyê şîrove dikin. Ji bo ku em vê li gorî civakî, çandî, jin, ciwanî û çandiniyê biguncînin, me bi şiyanên siyasî têr nekir. Ji ber vê yekê yên ku Ocalan diparêzin bûne 'sûcdar' û yên tecrîdê lê dikin jî bûne hêzdar û mafdar! Lê em ne sûcdar in, em rast dibêjin. Dibe ku yên rast ji aliyê zaliman ve sûcdar bên ragihandin, lê ev tiştekî neqanûnî ye.” 
 
‘WEZARETA DADÊ SÛC DIKE’ 
 
Bulbul da zanîn ku pirsgirêk ji kesên ku tecrîdê disepînin rû didin û wiha got: “Ji bo ku qanûnên xwe bisepînin paşve gavan daivêjin. Qanûnên xwe asteng dikin. Bi astengkirina qanûnên xwe sûc dikin. Em parlamenter diçin ber Wezareta Dadê û wan di mijara tecrîdê de hişyar dikin. Wezareta Dadê daxwaz û çalakiya me piştguh dike. Wezareta Dadê sûc dike. Jixwe tecrîd bi xwe sûc e. Nebihîstina daxwazên demokratîk ên têkildarî tecrîdê sûc e. Em li dijî tecrîdê çalakiyê li dar dixin, lê polîsên wan tên me tecrîd dikin û em bi tecrîdek nû re rûbirû dimînin.” 
 
MA / Ozgur Paksoy 
 

Sernavên din

13/01/2023
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin