Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn

  • rojane
  • 09:02 11 Çile 2023
  • |
ÎZMÎR - Huseyîn Karatay, birayê şoreşgerê kurd Menal Mêrdîn ku li Şengalê bi sûîqestekê hat qetilkirin, got: "Birayê min 43 salên jiyana xwe dan vê têkoşînê. Heya kêliya dawî jî têkoşiya." Biraziyê wî jî got: "Çendî kiryar hê nediyar be jî, lê em vê êrişê, wekî êrişeke li gelan hatiye kirin dinirxînin." 
 
Rêveberiya Xweser a Şengalê, di 4'ê çileyê de ragihand ku şoreşger Menal Mêrdîn (Mehmet Emîn Karatay), di 2'yê çileyê de li bajaroka Tilezêrê ya Şengalê di suîqesteke bi hevkariya Tirkiye û PDK'ê de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Karatay, di sala 1959'an de li gundê Tinatê yê Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinyayê. Qismeke malbata wî ji ber rewşa aborî di salên 1970'yî de koçî Îzmîrê kiriye. Karatay jî ji bo bixebite, di sala 1976'an de çûye Îzmîrê. Karatay ku di 17 saliya xwe de çûye Îzmîrê, li cem nanpêjan xebitiye û carinan jî simît firotine. 
 
DEST JI LEŞKERIYÊ BERDA TEVLI PKK'Ê BÛ
 
Karatay ku du salan li Îzmîrê dixebite, ji bo leşkeriya mecbûrî çûye Qersê. Birayê wî Ramazan Karatay, di sala 1979'an de li dijî tahde û asîmlasiyona li ser kurdan tev li nava PKK'ê dibe. Mehmet Karatay jî 10 rojan destûrê ji leşkeriyê digire û diçe Îzmîrê. Gava diçe Îzmîrê, çûna birayê wî Ramazan Karatay, bandorê lê dike û ew jî tev li nava PKK'ê dibe. Mehmet Karatay, 8 sal bi şûn de, di sala 1987'an de li Êlihê tê binçavkirin û girtin. 
 
25 SALÊN LI GIRTÎGEHÊ
 
Karatay, piştî ku li Êlihê tê girtin wî dişînin Girtîgeha Amedê. Karatay, li vir bi awayekî dijwar tê îşkencekirin. Kesên îşkence lê kirine, tiliyên wî şikandine û neynokên wî rakirine. Ji ber ceyrana ku dane laşê wî nikaribûye tiliyên xwe bilebitîne. Karatay ji ber vê îşkenceyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye û DMME'yê ji ber îşkenceya li Karatay hatiye kirin Tirkiyeyê mehkûmî tazmînatê kiriye. 
 
Karatay 25 salên xwe yên girtîgehê li Êlih, Amed, Mêrdîn, Bûrsa, Çanakkale, Aydin, Nazilî, Îzmîr û Amasyayê derbas kiriye. 
 
ÇÛ ŞENGALÊ
 
Ramazan Karatay, birayê Karatay, di sala 1987'an de li Mêrdînê û biraziyê wî Kerîm Karatay jî di sala 2010'an de li Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Karatay, gava di sala 2013'an de ji girtîgehê dertê, biryarê dide ku li bajarê xwe Nisêbînê bimîne û heya sala 2016'an li vir dimîne. Lê piştî ku DAIŞ di sala 2014'an de êrişê dibe ser Şengalê û êzidiyan qetil dike, Karatay ji malbata xwe re dibêje dixwaze biçe Şengalê û li wir piştgiriya civaka êzidî bike û wan ji nêz ve nas bike. Karatay, di sala 2016'an de diçe Şengalê û li wir li ser çand û baweriya êzidiyan hûr dibe û hewl dide pirtûkekê binivîse. 
 
Karatay berî ku pirtûka xwe temam bike, li mala ku lê dime bi suîqestekê hat qetilkirin. 
 
JIYANEKE MIŞT ŞOREŞGERÎ
 
Birayê wî Huseyîn Karatay û biraziyê wî Mûstafa Karatay behsa wî kirin. 
 
Huseyîn Karatay anî ziman ku birayê wî her tim bi hêviya aştiyê jiyaye û her kesî jê hez kiriye. Karatay wiha behsa birayê xwe kir: "Birayê min welatparêz bû. Navbera wî û her kesî pir baş bû. Ji lew re mirovekî fedekar bû. Di girtîgehê de gelek îşkence lê hat kirin. Lê her tim li dijî vê têkoşiya. Birayê min di salên 90'î de li dijî zext û çewisandinan ket grevên birçîbûnê. Gava daxwazên wan nehatin qbeûlkirin greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Gava em diçûn girtîgehê cem wî tim bi moral bû. Hevalên wî pir hez jê dikirin. 43 salan bênavber têkoşiya. Heya kêliya dawî jî têkoşiya." 
 
'TIM BI MORAL BÛ'
 
Mûstafa Karatay, biraziyê Karatay jî, anî ziman ku apê xwe di girtîgehê de nas kiriye. Mûstafa Karatay diyar kir ku çûye girtîgehê cem apê xwe û got: "Min apê xwe li Girtîgeha Dîlokê nas kir. Ji ber ku zarok bûm, ez çûm qawîşê. Paşê bi pîra xwe re çûm hemû girtîgehên ku apê min tê de ma. Her cara min ew didît bi moral bû. Tim digot divê hûn jî bi moral bin. Meraqa wî ya ji bo xwendinê zêde bû. Ji ber vê tim di nava hewldanan de bû." 
 
'ÊRIŞ LI DIJÎ GELAN HAT KIRIN'
 
Karatay diyar kir ku apê wî zilma li êzidiyan dihat kirin tehemûl nekiriye û wiha axivî: "Paşê me xeber jê negirt. Apê min têkildarî êzidiyan li ser pirtûkekê hûr bûbû. Lê rastî suîqestekê hat. Çendî kiryarê wê hê nediyar be jî, lê em vê êrişê wekî êrişa li ser pênûsê, gotinê, mirovan û gelan dinirxînin. Gelê me divê li dijî vê hîn bêtir banga xwe ya ji bo aştiyê bilind bike. Em encax bi vî awayî dikarin bi ser bikevin." 
 
MA / Delal Akyuz
 
 

Sernavên din

13/01/2023
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin