Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin

img
ÎZMÎR - Rojnamevan Fehîm Taştekîn diyar kir ku nêzîkatiyên aliyên hevdîtinên Tirkiye-Rûsya-Sûriye rasterast bi kurdan ve girêdayî ye û hekariya Esad a bi kurdan re wê di warê yekbûna axa Sûriyê û yekbûna siyasî û leşkerî de rêyek gelek bimantiq be. 
 
Ji roja ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011’an de dest pê kiriye, di navbera Tirkiyeyê û Esad de şer hebû û li dijî hev radibûn. Ev demeke serokên îstîxbaratên Tirkiyeyê û Sûriyeyê hevdîtinan dikin. Tê gotin ku nêzîkatiyek di navbera her du welatan de çêbûye. Di 28’ê kanûna 2022’yan de li Moskovaya Rûsyayê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar, Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmud Abbas hatin gel hev û civînek li dar xistin. Bi vê hevdîtinê re hat axaftin ku di navbera her du welatan de (Tirkiye û Sûriye) bazarî didomin û di demên pêş de Tayyîp Erdogan û Beşar Esad bên gel hev. 
 
Ji ber hevdîtinana nerazîbûna xelkê li Sûriyeyê jî zêde bû. Bi taybetî li bajarên Sûriyeyê û bajarên rojavayê Kurdistanê li dijî hevdîtinan çalakî hatin lidarxistin. Li bajarên Idlib, Atarib, Dana, Taftanaz, Azez, Ahtarin, Marea, El Bab, Cerablus, Çobanbey, Efrîn, Girê Spî li dijî têkiliyên Tirkiyeyê û Sûriyeyê ku tê gotin dê “asayî” bibe xwepêşandan hatin lidarxistin. 
 
DI HEDEFÊ DE KURD HENE 
 
Rojnamevan-nivîskar Fehîm Taştekîn geşedanên dawî yên di navbera her sê welatan de ji ajansa me re nirxand. Taştekîn diyar kir ku nêzîkatiyên hemû aliyan ên di civînê de rasterast bi kurdan ve girêdayî ne û nexasim şert û mercên Tirkiyeyê hene. Taştekîn bal kişand ser şert û mercên Tirkiyeyê ku li dijî kurdan in û got: "Di vê pêvajoya ‘asayîbûnê’ de gelek hêviyên Tirkiyeyê hene. Lê belê ji bo operasyonên xwe yên leşkerî ber bi herêmên ku kurd lê hene, polîtîkaya xwe bi rê ve bibe israra xwe didomîne. 'Herêma Ewle' ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dema ku bikeve pêvajoya ‘asayîbûnê’  dê parastina wê bidome. Niha heke bi Sûriyeyê re lihevkirinek çêbike, bi mekanîzmayeke din dixwaze vê armancê ava bike. Armanca vê jî hilweşandina xweseriya defakto ye û hebûna PYD/YPG’ê ya li vê herêmê biqedîne ye. Em nizanin ka dê ev formul çiqasî pêk were."
 
KURD WÊ RÊ Û DIRBBÊ DIYAR BIKIN 
 
Taştekîn destnîşan kir ku nêzîkatiya Sûriyeyê ne weke ya Tirkiyeyê ye û Tirkiye, kurdan weke rêxistineke ‘terorîst’ dibîne û nêzîkatiya Sûriyeyê jî ev e ku "Ew welatiyên min in." Taştekîn da zanîn ku li gorî daxuyaniyên aliyê tirk, israra kurdan li Şamê tu bersivê nabîne û got: "Di heman demê de fikra ku nêzîkatiyeke ku kurdan ber bi eniyeke dijber ve bikişîne, wê ji Rûsyayê re zirarê bîne û ji bo Amerîkayê bifeyde be jî heye. Ji ber vê yekê bi heman nêrînê li Tirkiyê nanêrin. Lê ev jî nayê wê wateyê ku kurd heta astekî mezin dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Di şert û mercên niha de veguheztina pergala heyî ji bo siberojê zehmet e. Otonomî çiqasî dikare were parastin bi hêza zextê ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Gelo dê Tirkiye di vê pêvajoyê de nêzîkatiyek cuda nîşan bide? Em tam nizanin çi di hişê Erdogan de derbas dibe û çi difikire. Gelo ew dikare nermbûnekê li ser kurdan beriya hilbijartinan nîşan bide? Girêdana kurdan a li hundir jî rêgezî û rêya siyaseta Sûriyê diyar dike. Ji ber vê yekê, divê were dîtin ku gelo dê guhertinên din jî di nav de çêbibin.” 
 
HEVKARIYA LI GEL KURDAN 
 
Taştekîn bal kişand wê yekê ku dema Esed kurdan bike dijberê xwe dê ji wî re bibe pirsgirêk û artêşa Sûriyê westiyaye, bêhal e, windahiyan daye û ne di wê pozîsyonê de ye ku tevahiya herêmê kontrol bike. Taştekîn bal kişand ser wê yekê ku bijardeya pevçûnê dikare faktora DYA’yê bixe meriyetê û got: "Heta ku DYA li herêmê be, ji bo Sûriyeyê gelekî zehmet e ku van herêman ji aliyê leşkerî ve bigire. Lewma hevkariya bi kurdan re ji bo yekparçeyiya xaka Sûriyê, siyasî û leşkerî rêyek bimantiqî ye, heke Hêzên Sûriyeya Demokratîk tev li artêşa Sûriyê bibe yan jî statûyeke nîvxweser pêk were, ev tê wê wateyê ku hêza leşkerî ya artêşa Sûriyê dê zêde bibe, ev tiştekî baş e. Ji bo Sûriyê lê ji aliyê din ve dikarin wiha nirxandinan bikin; heta ku Tirkiye hebûna xwe li ser erdê Sûriyê bidomîne, zehmet e ku Sûriye yekparçeyiya axa xwe biparêze. Yanî guhertina polîtîkayên Tirkiyê ji bo Sûriyê gelekî jiyanî ye. Heke Tirkiye xemsariya xwe ya li ser kurdan bide aliyekî û bi Sûriyê re lihevkirinekê bixwaze, ev yek ji bo Sûriyê were tercîhkirin.” 
 
GELO KURD AN TIRKIYE? 
 
Taştekîn îşaretî ser girîngiya peymana bi Tirkiyeyê re hem ji bo Rûsyayê hem jî ji bo Sûriyeyê kir û wiha got: "Mijara din ew e ku di pêvajoya ji nû ve avakirinê de Tirkiye deriyên xwe veke yan na, ev ji bo Sûriyeyê girîng e. DYA vê asayîbûnê naxwaze. Lê ji bo Divê dewleta Sûriyeyê, Tirkiye deriyekî wiha veke. Dikare gelek tiştan biguhere. Sûriye niha ji aliyê aborî ve di rewşeke pir dijwar de ye. Kêmasiya petrolê pir mezin e. Ev şert û mercên ku Sûriyeyê neçar dikin bi normalîzebûnê re biguherin. Lê em nizanin wê Sûriye di nakokiya ‘Gelo kurd an Tirkiye?' de bimîne. Dema em li nîqaşên li Sûriyeyê yên niha dinêrin, di esasê xwe de çend pirs hene, gelo bi rastî Erdogan li ser soza xwe dimîne, hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê dê bi dawî bibe, dê piştgirî ji komên çekdar re were qutkirin, gelo dê kanalek were qutkirin. Ji bo ku Sûriye di warê aborî de sivik bike hatiye vekirin? Ev pirs li benda bersivê ne. Heke bersivê bibînin, dikarin li hev bikin."
 
HELWESTA AMERÎKAYÊ 
 
Taştekîn bal kişand ser berteka Amerîkayê ya li dijî hevdîtinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke Amerîka ji Tirkiyeyê re bibêje 'Em piştgiriyê nadin vê normalîzebûnê. Heke hûn gaveke ku qanûna ambargoyê bişikînin, wê berdêla xwehebe’. Pêvajoya ku Amerîka dixwaze hêzên Sûriyeya Demokratîk, Tirkiye biparêze, polîtîkaya dij kurdan a ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bi Şam û Rûsyayê re tê meşandin dê têk here. Ji ber vê yekê jî di vir de DYA faktoreke girîng e û dê bi DYA re jî bicivin. Ez difikirim ku Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglû di 18’ê çileyê de dê biçe Amerîkayê û bazariyan bike.” 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

07/01/2023
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber