Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir

img
STENBOL - Huseyîn Avras, birayê Mehmet Sabrî Arvas ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatibû veşartin, ji bo hesasiyeta di vî warî de bang li tevahiya parêzvanên mafên mirovan kir. 
 
Di 8-17'ê kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê bi makîneyên karî hatibû xerakirin û nêzî 300 cenazeyên endamên PKK'ê jê hatibû derxistin. Dewletê bêyî ku haya malbatan jê çêbibe cenaze biribûn cihekî nediyar. Di 2'yê çileya 2018'an de Walîtiya Bedlîsê daxuyandibû ku cenaze li Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê ne. Cenaze demekê li ATK'ê hatibûn sekinandin. Paşê hatibû hînkirin ku cenaze di hundirê qutiyên plastîk de li Goristan Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin. Heya niha tenê 23 cenaze radestî malbatan hatine kirin. Malbatên din jî li benda cenazeyên xwe ne. Ji kesên ku cenazeyên wan li Kîlyosê ne, yek jê jî Mehmet Sabrî Avras e ku di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest daye. 
 
DI 1992'YAN DE HATIYE BINÇAVKIRIN
 
Huseyîn Arvas, birayê Mehmet Sabrî Arvas, diyar kir ku birayê wî di sala 1994'an de piştî ku dewlet avêtiye ser gundê wan û tahde li malbata wan kiriye tev li PKK'ê bûye. Avras da zanîn ku birayê wî berî ku tevlî PKK'ê bibe xwedî nasnameyeke apolîtîk bûye û got: "Di 17 saliya xwe de nexweşîna dil lê peyda bûbû. Ji ber vê di sala 1992'yan de ji bo tedawiyê çû Stenbolê û li wir li mala xizmekî me dima. Wê demê dewletê diavêt ser hin malan û avêtibûn ser wê mala ku birayê min lê dima jî. Birayê min qet tev li xebatên siyasî nebûbû, lê dîsa jî tevî yên li malê hat binçavkirin û wî birin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê û li wir îşkenceyeke giran lê kirin." 
 
GUNDÊ WAN HATIYE ŞEWITANDIN
 
Avras diyar kir ku piştî wê pêvajoyê birayê wî cardin hatiye gund û wê demê dewletê zêde tahde li gundê wan kiriye û leşkeran tim avêtiye ser gund û wiha pê de çû: "Di dawiya sala 1993'yan de bi hezaran leşker avêtin ser gund. Li mala hemû gundiyan geriyan. Ez jî wê çaxê 14 salî bûm. Li malan geriyan lê kêrikek jî nedîtin. Leşkeran hin fîşekên lavê danîbûn mala bavê min. Ji ber vê apê min ê 70 salî û bavê min jî di nav de tevahiya malbatê hat binçavkirin. Û piştî 4 mehên di girtîgehê de kifş bû ku ev muhîmat ne yên wan in û hemûyan berdan." 
 
Avras destnîşan kir ku divê tevlîbûna nava PKK'ê bi vî awayî bê nirxandin û di sala 1994'an de bi darê zorê gundê wan hatiye valakirin û hemû xaniyên gund hatine şewitandin. 
 
‘EV ME SAX NAHÊLIN'
 
Avras bilêv kir ku çendî wê demê birayê wî ne kesekî polîtîk bûye jî bi van zext û îşkenceyên giran re rû bi rû maye û got: "Birayê min piştî van zextan got, 'ev êdî nahêlin em wisa bijîn' û bi wî halê xwe yê nexweş berê xwe da çiyê." Avras da zanîn ku birayê wî di sala 1994'an de tevlî nava PKK'ê bûye û piştî tevlî bûye bi salekê, di sala 1995'an de di şer de jiyana xwe ji dest daye. 
 
‘EM BI GORA WÎ KÊFXWEŞ BÛN'
 
Avras anî ziman ku piştî ku birayê wî jiyana xwe ji dest daye pir hewl dane ku cihê gora wî hîn bibin, lê kirine nekirine hîn ebûne û got ku di 2013-2015'an de, di dema "pêvajoya çareseriyê" de cenazeyên HPG'iyên ku di gorên giştî de hatine dîtin li Goristana Xerzanê hatine veşartin û got: "Wekî her malbatê hêviyek li me jî peyda bû. Me got, belkî cenazeyê birayê min jî li wir be. Piştî em pê hesiyan li wir e, em kêfxweş bûn ku êdî gorekî birayê min jî heye." 
 
Avras got ku lê gava di sala 2017'an de goristan hatiye xerakirin xeyalşikestî bûne. Avras ji bo wê demê ev tişt anî ziman: "Bi dozer û kemçeyan goran xera kirin. Cenazeyên li goristanê hema wisa rastgele xistin kîsan û em pê hesiyan ku ew şandine ATK'a Stenbolê. Çendî ji bo wir destûra ruxsetê hatibû dayîn jî, lê cenaze bi awayekî korsanî hatine derxistin. Em malbat pir pê êşiyan. Ev bi tu hiqûqê nayê ravekirin. Lewma me serî li Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da." 
 
‘CENAZE DI BINÎ PEYARÊYÊ DE BÛN'
 
Avras bibîr xist ku ji çapemeniyê pê hesiyane ku cenaze birine Goristana Kîlyosê û got ku piştî ku malbat ji bo wergirtina cenazeyan çûn derket holê ku cenaze di cihekî dijî mirovahiyê de ne. Avras wiha axivî: "Cenaze li Kîlyosê, di cihekî birûtûbet de, li cihê loxeran tên sekinandin. Yanî me dît ku li wir cenaze nexistine gorekê jî. Ev eziyeteke gelekî mezin e. Gava em empatiyê bikin, ger li wir cenazeyê leşkerekî jî hebûna dê qiyametê rakirina. Armanca me, em bigihên cenazeyên xwe." 
 
Arvas di dawiyê de wiha got: "Li herêmê zarokên kê, xizmên kê jiyana xwe ji dest dabin bila serî li ÎHD'ê bidin. Her wiha divê siyasetmedar tişta dikeve ser milê wan divê bikin, divê vê yekê têxin rojeva meclîsê. Her wiha parêzvanên mafên mirovan jî divê di vî warî de hesas bin." 

Sernavên din

07/01/2023
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber