Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye

img

ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îktidar bi dozên sîparîşkirî yên siyasî dê di hilbijartinê de bi ser nekeve û got: “We ji zû ve vê hilbijartinê winda kiriye.” 

Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
‘ÎKTIDAR KRÎZÊ JI NEDÎTÎ VE TÊ’ 
 
Beştaş destnîşan kir ku îktidara AKP-MHP’ê pirsgirêkan çareser nake û wiha got: “Derd û kulê îktidarê helbet ne teqawid, karmend û ne jî karker û cotkar in. Naxwaze pirsgirêkên beşên civakî çareser bike. Vana ne bihayên mast û goşt û meqarna nizanin. Jixwe ku dizanibin wê nikaribin zimanek wisa biaxivin. Ji krîzên diqewimin çend mînakan bidim, di xwegihandina derman de krîzek cidî diqewime. Derman li dermanxaneyan nemane. Nexweşî tên teşhîskirin lê dermanê ku wê tedawî bikin tune ne. Di vî warî de pirgirêkên pir cidî hene. Di sektora tenduristiyê de krîzên mezin diqewimin. Xelk salek şûn ve dikare randevu bigire. Xelkê me nikare xwe germ bike, nikarin kelûpelan bikirin. Mitbex, sarinc vala ne. Lê ew hê jî krîza aborî ji nedîtî ve tên. Tabloya AKP’ê vaye li ber çavê me ye. Wek çareseriyê danaynin pêşiya xwe. Ev tiştên ku tên biharkirin berîka xelkê şewitandine. Tu bendewariyek xelkê ji we nemaye.” 
 
‘50 MILYON ÎNSAN BIRÇÎ YE’ 
 
Beştaş bal kişand ser feqîriyê û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê 50 milyon însan di bin sinorê birçîbûnê de ye. Vê tabloyê ango hejmarê ji nedîtî ve tên. Her kes êdî bi wan hesiyaye û bi wan dizane.” 
 
‘BIRYARÊN DARAZÊ SIYASÎ NE’
 
Beştaş anî ziman ku darbeyên darazê li dijî HDP, muxalîfan û hemû kesên li ber vê îktidarê serî radikin û gotinek jê re dibêjin berdewam dike û wiha pêde çû: “Siyaseta wan nemaye. Şebnem Korûr Fîncanci, Doza Geziyê, Doza Kobanê ya Kûmpaw, Doza Îmamoglû vaye mînaka darbeyên wan e. Êdî bi sîparîşên siyasî biryaran digirin. Belê, di siyasetê de sîparîş didin. Dibêjin, ‘ceza bidin Ekrem Îmamoglû’. Sedemê cezakirinê çi ye? Gotiye, ‘ehmeq’. Li dinyayê û Tirkiyeyê herî zêde siyasetmedar gotina ‘ehmeq’ tîne ziman û bi vê peyvê rexne dike. Gelo matmayî dihêle, lê ez ne bawerim. Hûn çawa ceza didin vê gotinê. Feraseta DMME’yê, Dadgeha Bilind li holê ye. Lê belê li gorî fermana siyasî tevdigerin. Şebnem Korûr Fîncanci têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ku pisporiya vê yekê dike, rabûn ji ber nirxandinê wê girtin. Du sê danişînin hê jî wê bernedane. Çimkî kampanya lîncê hat destpêkirin û ji bo Şebnem Korûr Fîncanci bê cezakirin, ferman dan darazê. Dîsa Doza Geziyê jî tê zanîn. Bi cezakirina van dozan dixwazin xelkê bitirsînin. 
 
DADGERAN DIAJON QADÊ 
 
Niha jî em behsa Doza Kobanê bikin. Îktidaek ku ji hakemtiya miletê ditirse heye. Çimka ditirsin, çimkî êdî dizanin ku xelk ji wan bawer nake. Ew jî êdî ji xelkê bawer nakin. Di ferqa îtîrazên xelkê de ne. Lewma çi dikin, radibin dadger û dozgerên di bin fermana xwe de diajon qadê. Û dibêjin ‘cezayê hûn dixwazin bidin’. Helbet wê daraz jî winda bike. Tenê wê ne îktidar têk biçe, wê daraz jî baş dizane ku ew ê têk biçin û li ser wan meqaman nemînin. Em li vir qala wan dadger û dozgerên bi fermana îktidarê dixebitin dikin.”  
 
‘BERIYA HILBIJARTINÊ DIXWAZIN BIRYAR BIDIN’ 
 
Beştaş destnîşan kir ku daraz dixwaze bi fermana îktidarê beriya hilbijartinê derbarê Doza Kobanê de biryar bide û got: “Rantxwir, dizek, mafya, kujerên jinan, kujerên kurdan, kujerên komkujiyan serbest in, lê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Şebnem Korûr Fîncanci, Osman Kaval, Gultan Kişanak, Îdrîs Balûken û bi sedan siyasetmedarên din, rojnamevan, akademisyen tên darizandin û girtî ne. Hefteyek berê jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir hat girtin. Helbet AKP-MHP beriya hilbijartinê operasyonan bi rê ve dibe. Ev operasyonên hilbijartinê ne. A rast nehewce ye meriv viya bêje jî çimkî her kes bi van operasyonan û darizandinan dizane. Îktidara AKP-MHP’ê ya têkçûyî dixwaze bi operasyonan rikberên xwe yên siyasetê bi girtinê têk bibe. Serî li her cûre hîle û rêbazên pûçbûyî dixin. AKP-MHP li ser rêça cemaetê dimeşe. Dixwazin xwe bi van operasyon û dozên kumpasan li ser pêya bigirin. Gotina me ya dawî ev e; hûn nikarin bi dozên sîparîşên siyasî, cezayan di hilbijartinê de bi ser bikevin. We vê hilbijartinê ji zû ve winda kiriye. Û ev têkçûn ango windakirina we ewqas bi lez e, çimkî hûn xeletiyan dikin.” 
 
 
 
 

Sernavên din

07/01/2023
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber