Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên li Parîsê hatibû qetilkirin, merasîma oxirkirinê hat lidarxistin û bi hezaran kes beşdar bûn.  

 
Ji bo endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin, merasîma oxirkirinê hat lidarxistin. Bi hezaran Kurdistanî û dostên xwe beşdarî merasîmê bûn û li Vîllers-le-Belle ya Parîsê marasîmê pêk anîn. 
 
Cenazeyên ku ji Saziya Tip a Edlî ya Parîsê hatin wergirtin, bi konvoyê ber bi qada Palace de Villiers Platzê ve hatin şandin ku merasîm lê hat lidarxistin. Nûnerên gelek saziyên kurdan, bi dehan siyasetmedarên kurd, bi dehan hunermendên kurd li eywana merasîmê amade bûn. Her wiha kesayetên fransî jî li eywanê amade bûn. 
 
Li gel wêneyên Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan, alên PKK-PAJK, KJK-KCK, TJK-E-KCDK-E, TJK-F-CDK-F, TEV-ÇAND û çeleng li ewyana merasîmê hatin danîn.
 
Jinan darbesta Evîn Goyî ji wesayîtê hilda, hunermendan jî darbesta Mîr Perwer ji wesayîtê hildan ser milan û birin eywanê. Darbestên bi alên kesk, sor û zer xemilandî li ser dika eywanê hatin rêzkirin û kulîlk danîn ser darbestan. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Eywan tije bû û li derve bi hezaran kurd û dostên xwe li benda qedandina merasîmê sekinînin. Girseyê bênavber dirûşmên wek, "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’ 
 
Di merasîmê de ewilî Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Xanê Akdogan axivî û destnîşan kir ku ew ê li ber serê xwe li ber rejîmên faşîst netewînin û ew li ser felsefeya dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ku Evîn û hevrêyên xwe afirandin dimeşin. Akdogan got ew ê dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bînin û wê hesab ji kujeran bixwazin. 
 
Hevserokê CDK-F’ê Abdullah Ulmez jî banga “mezinkirina têkoşînê” kir û ji bo qetlîam ronî bibe dê têbikoşin. Ulmez got divê Fransa demildest komkujiyê ronî bike. 
 
HADDAD: EM HEVGERTÊN KRUDAN E 
 
Şaredara Sarcellesê M. Patrick Haddad jî da zanîn ku ew bi kurdan re di nava hevgirtinê de ne û êşa kurdan êşa wan e. 
 
KARTAL: EM Ê TARÎTIYÊ RONÎ BIKIN 
 
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî axivî û îşaretî Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013'an de qewimî bû û wiha got: “Rêber Apo dema komkujiyê bihîstibû, gotibû ‘Em ê tola wan ji faşîzmê bistînin’. Ev faşizmek wisa mezin e ku em tenê dikarin bi berxwedan û tolhildanê heyfa wan bistînin. Dewleta tirk hemû polîtîkayên xwe yên qirker û qetlîmaker li dijî kurdan xistiye dewrê. Ji bo tunekirina gelê kurd hemû derfetên xwe sistine dewrê û seferber kirine. Lê belê berxwedana gelê me van êrişan hemû pûç kir.
 
Em bang li birêz Macron û rayedarên Fransayê dikin ku komkujiyê ronî bikin. Beriya niha jî bi 10 salan pêşengên têkoşîna me ya azadiyê li vî welatî li heman bajarî hatibûn qetilkirin. Çima jinên kurd li Fransayê dibin armanca êrişan? Em soz didin şehîdên xwe; em ê têkoşîna azadiya Kurdistan û azadiya jinan berfirehtir bikin. Em ê van bûyerên tarî ronî bikin. Wê sala 2023’yan bibe sala têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê. Serkeftin wê ya gelê kurd be.” 
 
'EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’ 
 
Malbatên qurbaniyan jî axivîn û gotin: “Her çiqas me qetil bikin jî lê em ê zêde bibin û em ê serê xwe netewînin. Bila serê kurd û dostên wan sax be. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Ev meş meşa rûmetê ye. Bi salane em li dijî van êrişan li ber xwe didin. Şehîdên me nemirin.” 
 
‘EM KUJERAN BAŞ NAS DIKIN’
 
Endama Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Besîme Konca jî banga ronîkirina komkujiyê kir û got: “"Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Jiyan Tolhildan, Evîn Goyî, Hevrîn Xelef, Garîbe Gezer, Nagihan Akersel, Denîz Poyraz û Jîna Emînî nemirin… Em dijminê ku van hevrêyên me qetil kirine baş nas dikin. Em carek din soz didin ku em ê hesab ji kujeran bipirsin. Em ê tifaqa ‘Jin jiyan azadî’ li dinyayê berbelavtir bikin.” 
 
XEMGÎN: ÇIMA KESEK DENGÊ JI DIJMINÊN KURDAN RE NAKE?
 
Li ser navê TEV-ÇAND’ê hunermend Xelîl Xemgîn jî axivî û nerazîbûna xwe nîşanî rayedarên Fransayê û Ewropayê da ku kurd û pêşengên kurdan naparêzin û komkujiyan ronî nakin. Xemgîn destnîşan kir ku ew ê layîqî têkoşîn û keda cangoriyên xwe bimînin û got: “Em dipirsin û em ê bipirsin, çima dinya çima rayedar dengê xwe ji dijminên kurdan re nakin? Ma qey kes tine bêje kurd netewek qedîm e û li ber van kujeran û dijminan rabin. Li çar aliyên Kurdistanê û li naverastên bajarên Ewropayê kurd dibin armanca êrişên dijmin. Em ê her li şehîdên xwe xwedî derkevin.” 
 
Bi du axaftinan re li dengê Evîn Goyî ku berê derbarê cangoriyên Kurdistanê de axivîbû, hat guhdarkirin. 
 
Piştre bi hezaran kes bi dorê xatir ji cangoriyên xwe xwestin û kulîlk danîn ser daerbestên wan. 
 
Cenazeyê Emîne Kara dê bişînin Mexmûrê, cenazeye hunermend Mîr Perwer dê bişînin Mûşê û cenazeyê Abdurrahman Kizil jî bişînin Qersê. Cenaze dê li van bajaran bi girseyî werin veşartin. 
 

Sernavên din

04/01/2023
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin