Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin

  • jin
  • 15:35 30 Kanûn 2022
  • |
img

AMED - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku tevî hemû êrişên di sala 2022'yan paşve gav neavêtin û wiha got: "Em ê li dijî êrişan bersiva xwe ya herî xurt di sala 2023'yan de bidin, sala 2023'yan wê bibe sala ku em ê desthilata dijminê jinan têk bibin."

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran derbarê rojevê de li Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Başaran bi lêv kir ku sala 2022'yan ji bo jinan bi zehmet û bi têkoşînê derbas bû û wiha got: "Ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn li her çar aliyên cîhanê rejîm jî nesekinîn. Rejîm û desthilatan êrişî jinan û gelan kirin. Her wiha şer kûr kirin. Hêzên Navneteweyî şerê li Rojhilata Navîn hîn mezintir kirin û bi vî rengî xwestin mezin bibin."
 
'DIRÛŞMEYA JIN JIYAN AZADÎ LI CÎHANÊ BELAV BÛ'
 
Başaran, anî ziman ku geşedanek ya herî girîng a îsal jî serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bû ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir û wiha berdewam kir: "Dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' li cîhanê belav bû. Dîsa li Efganîstanê jî jinan li dijî Talîban li ber xwe dan. Her wiha li Hîndîstan, Amerîka û Şiliyê jî desthilatên mêr xwestin rejîmên xwe bi sazîbûnê xurt bikin. Têkoşîna jinan jî veguherî têkoşîneke enternasyonalîst. Di şexsê jinên li Rojhilata Navîn dirûşmeya jin jiyan azadî berz kirin de jinan li Rojava jiyaneke nû honandin. Em van jinan bi rêzdarî silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê îtirazên me û raperîna me saleke nû ava bike. Em bi vê yekê wan silav dikin."
 
‘ÎSAL HERÎ KÊM 310 JIN HATIN QETILKIRIN’
 
Başaran a diyar kir ku li cihanê hikûmetên serdest ên mêr hewl didin bi zor û zextan li ser lingan bisekinin, da zanîn ku li Tirkiye û Kurdistanê jî ji vê cudatir rewşek din nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilata AKP'ê û MHP’ê bi şer destkeftiyên jinan hertim û her saniye hedef digire. Destekftiyên jinan ku di nava vê salê de bi ked û têkoşînek mezin dan di hedefa tifaqa AKP'ê û MHP'ê de ne. Di vê pêvajoyê de bi gotina yek mêrî ve Peymana Stenbolê paşve hat kişandin. Ev Peymana Stenbolê ne bi tenê li Tirkiyeyê, li hemû cihanê ji bo pêşiya tundiya li dijî jin, zarok û LGBT+’an bê girtin ku evqas bi qîmet e pergala serdest a mêr ragihandin ku ji peymanê paş ve kişiyane û careke din bi vê yekê polîtîkayên dijminatiyê yên li dijî jinan kirin meriyetê. Em dizanin ku cesareteke mezin didin mêrên ku li dijî jinan provoke dikin, her roj jinan dikin hedef û pergala ‘bikûjim jî ez ê çend salan rakevim û derkevim’ di nava civakê de bi cih dikin. Mixabin ji ber van polîtîqayan di nava vê salê de herî kêm 310 jin di encama tundiya mêr de hatin qetilkirin. Desthilat mêran bi bêcezabûnê xelat kir. Jinên ku bi tundiyê re rû bi rû man ji rayedaran tu alîkariyê negirtin. Ji ber bi zimanê xwe yê zikmakî nekarî alîkariyê bigirin carekedin vegeriyan cihê tundiyê. Her wiha ji aliyê medyaya alîgir ve jinên ku hatin qetilkirin bi zimanekî zayendperestî wek sûcdar hatin nîşandan.”
 
‘DESTHILATÊ DÎT KU JINAN SERÎ NETEWAND’
 
Başaran, gotina jinan a “Em ê kesek din jî kêm nebin” bi bîr xist û got di 25’ê Mijdarê de daketin qadan û kolanan. Başaran, bi lêv kir ku jin di 25’ê Mijdarê de jî bi tundiya polîsan re rû bi rû man û wiha pê de çû: “Jin rojek wekî di 25’ê mijdarê de bi tundiya dewletê re rû bi rû man. Milên jinan hatin şikandin û di bin çavan de bi tacîzê re rû bi rû man. Lê belê jin ligel hemû êrişan jî ji qadan paş ve gav neavêtin. Desthilatê îsal jî dît ku jinan serî netewand. Dîtin ku jin dê tu carî gav paşve navêjin.”   
 
‘TEVÎ HEMÛ ÊRIŞAN JIN PAŞ VE GAVÊ NAAVÊJIN’
 
Başaran, destnîşan kir ku ji aliyekî destkeftiyên jinan û li aliyê din jî têkoşîna rêxistinkirî ya jinan hedef hatiye girtin û wiha lê zê kir: “Ji Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin re doz hat vekirin. Platform li dijî komkujiya jinê têdikoşe û li şûna dewletê daneyên komkujiya jinê parvedike. Derbarê vê mijarê de doza girtina platformê hat vekirin. Bi aweyekî sîstematîk êriş birin ser Tevgera Jinên Kurd (TJA). Ber bi dawiya salê ve aktîvîstên TJA’yê, hevalên me yên ku têkoşîna jinê dimeşandin hatin girtin. 8 hevalên me yên TJA’yê ku hatin girtin jî li dijî rejîma pergala mêr a serdest, yek kes, mîlîtarîst li ber xwe didan û dixwestin perspektîfa azadiyê bihûnin. Em dizanin ku ev peyam ne tenê li dijî hevalên me hat dayîn, desthilat ji me re dibêje ‘netêbikoşin.’ Dibêjin ‘serî li ber derewên me bitewînin. Li malê ji mêr re, li derve jî ji dewletê re îteatê bikin û paşve gav bavêjin û pêşengiyê nekin’. Lê em vê tiştê baş dizanin ku hevalên me Sebahat, Ayla, Gulten, Bedîa û hevalên me yên ku dîl hatine girtin li dijî operasyonên êrişkar, binçavkirin û girtinan paşve gav naavêjin. Li eywanên dadgehan de pergala serdest a mêr didarizînin û bi ser bilindî disekinin.”
 
‘ÊRIŞÊN WAN DIDOMIN’
 
Başaran, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Desthilat ligel jinên ku têkoşer, jinên ku pêşengiyê dikin jî hedef girtin û ev tişt berdewam kir. Partiya me ku temsiliyeta jinê li Meclisê zede kiriye; li herêmî jî temsiliyeta jinê zêde kir. Em dizanin ku kesên ku pêşengiya siyaseta demokratîk jî di vê pêvajoyê de  hedef hatin girtin. Hevala me Semra Guzel ji aliyê Wezîrê Karê Sûcê ve hedef hat girtin. Lê belê wêneyên Wezîrê Karê Sûc bi hemû tacîz, tecawiz û baronên hişbirê re derketin holê. Di encama manîpulasyonê destnedayîna wê hat rakirin, di dema binçavkirinê de xwestin serê wê bitewînin. Lê belê hefteya borî bi dengên wekîlên AKP'ê û MHP'ê re wekîltiya hevala me Semra Guzel hat betalkirin. Bi van têr nabin û êrişên xwe bi dozên kumpasê didomînin. Doza Kumpasê ya Kobanê didome. Hefteya borî li dijî DBP’ê operasyon hat kirin. Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir û gelek hevalên me hatin girtin.
 
TÊKOŞÎNA ME YA JI BO DENÎZ POYRAZ DÊ BIDOME
 
Em gelek baş dizanin ku desthilat di sala 2022’yan de bi van têr nebû. Dema ku sûcên desthilatê em bikin rêzê dê heta Enqereyê biçe û em di saleke wisa de jiyan. Desthilat ji jinan, kedkaran, xebatkaran, ciwanan re dibêje siyasetê nekin an em ê we jî wisa hedef bigirin. Lê belê em ê li dijî van têbikoşin û dê ev têkoşîn bidome. Mînaka êrişên kumpasê yek jî li avahiya me ya Îzmîrê Denîz Poyraz a ku hat qetilkirin û doza wê li Îzmîrê didomiya. Doz pêşî ji Girtîgeha Şakranê hat revandin. Di doza dawiyê de destur nedan ku parêzer, parlamenter, serokên baroyan, Serokê TBB’ê bişopînin. Ev dosya ji gel hat revandin. Em gelek baş dizanin ku ji ber çi hat revandin. Ji ber ku wê komkujiyê bi tenê kesekî nekir. Ji bo ku hêzên pişt vê komkujiyê veşêrin ev doz revandin Şakranê. Ji gel û parêzera hat revandin. Hêzên pişt kujerê hevala me ya Denîz Poyraz ji bo ku derbikevin holê dê têkoşîna me bidome.
 
DIJMINATIYA DESTHILATÊ YA LI DIJÎ JIN Û KURDAN
 
Encamên dijminatiya li dijî jin û kurdan a desthilata AKP'ê û MHP'ê em li derveyî welat jî dibînin. Pêşî di şexsê Nagîhan Akarsel de hemû hevalên xwe yên têkoşer bibîrtînin. Nagîhan li Silêmaniyê bi 11 guleyan hat qetilkirin. Hefteya borî jî li Parîsê 3 kurd li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin. Bi dehan caran me anî ziman. Li Parîsê heman qetlîam salên borî pêk hatibû. 3 jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez li navenda herî mezin a Ewropayê 10 sal beriya niha hatin qetilkirin. Heke faîl bihata girtin û darizandin îro ev qetlîam jî pêk nedihat. Me bang li hikûmeta Fransayê kiribû û em carek din bang li wan dikin. Heke hûn dibêjin li hemberî kurdan êriş pêk hatiye divê ne têtikkeş divê kesên pişt perdeyê derxin holê. 
 
EM Ê BI RÊXISTINBÛNA XWE BERSIVÊ BIDIN DESTHILATÊ
 
Rayedarên Tirkiyeyê her tim derbarê her mijarê de daxuyaniyan didin lê belê di vê mijarê de heta niha tu bertek nîşan nedaye û ev tişt balkêş e. Me ev tişt di qetilkirina Denîz Poyraz û qetlîama borî ya Parîsê de dîtibû. Ev tişt nîşan dide ku Tirkiye li ku ye. Mixabin kurd di her pêvajoyê de bi taybetî jî jinên kurd li Kurdistan û li tevahiya cîhanê dibin hedef. Li hemberî vê peyama ku didin jinên kurd em ê bi berxwedan û mezinkirina rêxistinbûna xwe bersiv bidin desthilatê.  
 
ÊRIŞÊN ZAYENDÎ YÊN LI DIJÎ ZAROKAN ZÊDE DIBIN
 
Zêdebûna êrişa zayendî ya li hemberî zarokan mohra xwe li sala 2022'yan xist û ev tişt bi tifaqa AKP'ê û MHP'ê pêk hat. Tiştên ku li Weqfa Hîranûrê pêk hatî bi rojan li Tirkiyeyê hat nîqaşkirin. Em dizanin ku ev bûyer bûyereke ne munferît e. Lê belê îro em dizanin ku bi dehan bûyerên bi vî rengî hene ku derneketine holê. Ji ber bêcezabûnê îro li dibistan, cemaat, tarîkatan êrişên zayendî yên li hemberî zarokan zêde dibin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya sala 2018'an Tirkiye di êrişa zayendî ya li hemberî zarokan de li cîhanê di rêza 3’yan de cih digire. Ev daneyek pir xeter e. Di sala 2022'yan de heta îro 440 hezar zarok di encama êrişa zayendî de hatin dinê. Di nav de 440 zarokan zarok anîn dinê. Wezareta Malbatê ya wê demê gotibû 'Ji carekê tiştek nabe' ew tabloya xeter derxist holê. Ji bo Weqfa Hîranûrê jî heman nêzîkatî hat nîşandan û gotin '2 sal in agahiya wan ji vê bûyerê heye'. Dîsa yên ku bûn hedef em bûn û êrişî jinên têkoşer kirin. 
 
VÎNA ME YA ÇARESERIYÊ HEYE
 
Li Êlihê zarokek 14 salî hat revandin û me ji Wezareta Xizmetên Civakî ya Malbatê pirsî û bersiva ku hat dayîn mirovan matmayî dike. Zarokek hatiye revandin û xetereya kuştin û destdirêjiyê heye lê wezaret dibêje em ne berpirs in. Li Sêrtê jî bûyereke êrişa zayendî pêk hat û heta niha kesek nehat binçavkirin û girtin jî. Me dîsa ji wezaretê pirsî û dîsa gotin em ne berpirs in. Em carek din bang li wezaretê dikin ku heke hûn welatiyan naperêzin erka we çiye. Tenê kulek we heye ev jî rûniştina li ser kursiyên Meclİsê ye. Heke hûn nikarin çareser bikin, bihêlin em çareser bikin. Vîna me ya çareseriyê heye. 
 
Di sala 2022'yan de bêtir xizanî zêde bû û siyaseta ku mêr dimeşîne carek din bûdçeya heyî da şer, faîz û randê. Di vê pêvajoyê de jin bêtir xizan bûn. Hejmara bêtaliya jinan zêdetir bû û jin di karên bê ewle û bê qeyd de xebitin. 
 
POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ BI XWE RE ŞER XIZANÎ Û CUDAKARIYÊ TÎNE
 
Di bingeha van pêvajoyan de polîtîkayên tecrîdê heye. Bi mehan e ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin. Polîtîkayên tecrîdê bi xwe re şer, xizanî û cudakariya civakê tîne. Ji ber vê sedemê bi rojan e hevalên me yên parlamenter li ber Wezareda Dadê nobetê digirin. Hevserokên Giştî yên Partiya me, Berdevka partiya me, Hevserokên Giştî yên DBP'ê di vê pevajoyê de ji bo hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan. Em ê çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê bidomînin. 
 
Piştî 48 saet şûnde em ê bikevin sala nû. Sala 2023'yan dê bibe 2'yemîn sedsala Komara Tirkiyeyê. Di vê sedsalê de jin, kurd û hemû gelan li dijî desthilata qirker têbikoşîn û armanc bikin ku jiyaneke nû biafirînin. Sala 2022'yan salek bi têkoşîn bû dê sala 2023'yan jî bibe sala serkeftinê."

Sernavên din

01/01/2023
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e
13:50 Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin
13:13 Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin
13:06 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:27 Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin