Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye

  • rojane
  • 09:03 30 Kanûn 2022
  • |
img

AMED - Mahsûn Akkoyûn, birayê girtî Azad Akkoyûn da zanîn ku birayê wî ji bo darizandineke adil 8 roj in di rojiya mirinê de ye û dayika wî Remziye Akkoyûn jî 3 sal in li ber avahiya HDP'a Amedê ye û li kurê xwe digere. 

 
Di sala 2019'an de bi berhêlîkirina Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê çend malbat li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hatin rûniştandin ku qaşo HDP'ê zarokên wan şandine serê çiya. Ji kesên ku bi daxwaza xwe çûne çiyê û tev li PKK'ê bûne yek jê jî Azad Akkoyûn e. Ew di sala 2015’an de tev li PKK’ê bûye. Dayika wî Remziye Akkoyûn jî di sala 2019'an de bi berhêlîkirina Wezareta Karên Navxweyî li ber HDP'a Amedê hatiye rûniştandin.
 
Lê hat hînkirin ku Azad Akkoyûn piştî tev li nava PKK'ê bûye bi 5 salan şûnve ango sala 2020'an li qada Metînayê ya başûrê Kurdistanê di şer de bi awayekî birîndar hatiye girtin û 33 caran cezayê muebedê lê hatiye birîn. Akkoyûn, niha di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê ya Ewlehiya Bilind de ye û li hucreya yek kesî tê ragirtin. Çendî ku dêya wî bi vê dizane jî, lê hê jî li ber avahiya HDP'ê ye. Birayê wî Mahsûn Akkoyûn jî da zanîn ku birayê wî Azad, ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de ye. 
 
8 ROJ IN DI ROJIYA MIRINÊ DE YE
 
Akkoyûn da zanîn ku di 28'ê kanûnê de çûye girtîgehê cem birayê xwe û birayê wî 8 roj in di rojiya mirinê de ye. Akkoyûn bilêv kir ku birayê wî ji bo darizandineke adil dest bi rojiya mirinê kiriye û wiha got: “33 caran cezayê muebedê lê hatiye birîn, lê li gorî destûra bingehîn ji ber ku di nava sînorên Tirkiyeyê de nehatiye girtin, nikarin ev qas ceza li wî bibirin. Bi hinceta jiholêrakirina pergala destûra bingehîn a Tirkiyeyê, ev ceza lê birîne. Lê ne li Tirkiyeyê bûye, dê çawa pergala destûra bingehîn ji holê rake? Birayê min jî li dijî vê yekê dest bi rojiya mirinê kiriye.”
 
‘DAYIKA MIN DIXAPÎNIN’
 
Akkoyûn destnîşan kir ku dayika wî Remziye Akkoyûn jî 3 sal in li ber avahiya HDP’ê li kurê xwe digere û birayê wî di girtîgehê de ye û dêya wî bi vê dizane, lê dîsa jî li ber avahiya HDP’ê ye. Akkoyûn anî ziman ku dayika wî bi "em ê lawê te bidin te" tê xapandin û ev tişt gotin: “Lê ji me re jî dibêjin, kurê we sûc kiriye, ji ber vê divê cezaye xwe bikişîne. Lê êdî çawa dêya min xapandine nizanim, lê em nikarin vê yekê bi dêya xwe bidin fêmkirin. Dayika min dixapînin, dibêjin 'em ê zaroke tê bidin te' û wê bi vî awayî li wir didin rûniştandin. Dema em nahêlin dayika me biçe wir, vê carê polîs li me digerin û gefan li me dixwin, dibêjin 'heke dayika we gilî bike hûn ê bên girtin'."
 
Akkoyûn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ji ber rewşa birayê xwe bifikar e û got: “Daxwaza me ew e ku dewlet qanûnên xwe pêk bîne. Birayê min Azad jî mirovekî xwedîîrade ye. Heke dest bi tiştekî bike heta encam negire dest jê bernade. Ji ber wê em jî ditirsin. Wî her tişt daye berçavan, 8 roj in dest ji rojiya mirinê bernedaye. Em jî duh çûn cem wî. Pir zeîf bûbû, nedikarî avê jî vexwe. Lê ji me re got ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bide."
 
Akkoyûn bi bîr xist ku birayek wî jî ji doza siyasî niha li Girtîgeha Bolûyê girtî ye. 
 
MA / Mahmût Altintaş 

Sernavên din

30/12/2022
12:27 Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir