Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin

  • jin
  • 09:03 30 Kanûn 2022
  • |
img
RIHA - Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Mihemed ragihand ku li Kantona Şehbayê ku 30 hezar kes lê dijîn, ji ber êrişên Tirkiyeyê û ambargoya hikûmeta Şamê di warê peydakirina dermanan, zexîre û ardû de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. 
 
Tirkiyeyê di 20'ê Çileya 2018'an de tevî hêzên paramîlîter êrişî Efrînê kiribû. Ji ber van êrişan bi hezaran kes ji bêgavî koçî Şehba, Şera û Şêrawayê kiribûn. Kesên ku koçî Şehba, Şera û Şêrawayê kirin, li vir jî tim bûn hedefa êrişên hewayî yên Tirkiyeyê. Hikûmeta Şamê jî bi salan e ambargo daniye ser herêmê. Ji ber vê ambargoyê li herêmê di warê peydakirina dermanan, zexîre û ardû de zor û zehmetî rû didin. 
 
Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Mihemed têkildarî êrişên Tirkiyeyê û ambargoya Şamê de axivî. 
 
Elîf Mihemed
 
BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRIŞAN
 
Elîf Mihemed diyar kir ku mirovên li Şehbayê bi komkujiyê re rû bi rû ne û got ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî mirovan terka warên xwe nekiriye û ji bo vegerin Efrînê têdikoşin. Elîf Mihemed bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û got: "Bi van êrişan dixwazin gel bêhêvî bikin. Gelê Efrînê bi rojan li dijî 72 balafirên şer li ber xwe da. Gel koçî kampên li Şehba, Şêrawa û Şerayê bûn û ji bo cardin vegere Efrînê li ber xwe dide." 
 
Elîf Mihemed bilêv kir ku li kampan jin û ciwan pêşengiya têkoşîna ji bo jiyanê dikin û got ku lê belê Tirkiyeya ku daye dû "xeyalên osmanîtiyê" dixwaze vê jiyanê belawela bike. Elîf Mihemed wiha axivî: "Li vir, gel dibêjin bêyî welat û azadiyê jiyan nepêkan e. Gelên li vir bi sedan bedêl dane. Bedêldayîn didome. Jin, li Şehbayê li dijî tunekirinê li kolanan bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê dengê xwe radigihînin cîhanê. Dengê gelê Şehbayê dê bigihîje cîhanê. Em ê dawî li polîtîkayên qirêj ên AKP-MHP'ê bînin û wan ji deverên ku dagir kirine derxînin." 
 
Elîf Mihemed destnîşan kir ku dê ambargo û êrişên heyî bi fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişikînin. 
 
DEMSALA ZVISTANÊ Û ZEHMETÎ
 
Elîf Mihemed diyar kir ku ji roja ku ji Efrînê koç kirine û hatine Şehbayê bi ambargoyekê re rû bi rû ne û got ku bi taybetî 2 meh in ev ambargo dijwartir bûye. Elîf Mihemed wiha domand: "30 hezar kesên li kampê, di şert û mercên dijwar de dijîn." Mihemedê destnîşan kir ku bi hatina zivistanê re bandora ambargoyê jî zêde dibe û got ku bi taybetî di warê dermanan û zexîre de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. 
 
Elîf Mihemed da zanîn ku ji bo kêmkirina pirsgirêkan li her 5 kampan komun û meclîs ava kirine û rêxistinên mafên mirovan diparêzin da ber rexneyan ku piştgiriya wan nakin. 
 
Elîf Mihemed di dawiyê de da zanîn ku armanca ambargoya li ser kampan şikandina vîna gel e û wiha got: "Ambargoya li ser gaz, mazotê û dermanan bandoreke mezin li extiyar û nexweşan dike. Ji ber vê ambargoyê meheke dibistanên li kampan nikarin perwerdehiyê bidomînin. Em bi ambargoyeke hovane re rû bi rû ne. Di warê gaz, mazot û dermanan de zor û zehmetî hene." 
 
Elîf Mihemed destnîşan kir ku lê tevî hemû şert û mercan jî dê dest ji berxwedanê bernedin û wiha bang kir: "Kesên mafên jinan, ekolojî, mafên zarokan û mirovan diparêzin, divê li dijî vê komkujiyê û van mirinan rabin." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

01/01/2023
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e
13:50 Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin
13:13 Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin
13:06 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:27 Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin