Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê

img

ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bertek nîşanî Wezîrê Dadê Bekir Bozdag da ku serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bêbersiv dihêle û wiha got: “Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê.” 

 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, da zanîn ku tevî bi ser Komkujiya Roboskê re 11 sal derbas bûne jî faîlên wê hêj nehatiye eşkerekirin û wiha got: “Heta ku kujer tên dîtin û hesabê didin dê têkoşîna me bidome. Ji ber ku em baş pê dizanin ku demokrasiya rasteqîn a welêt bi pirsîna hesabe ji faîlên Komujiya Roboskê pêkan e.” 
 
‘DARAZ VEGUHERANDIN ÇO’ 
 
Gunay, bal kişand ser Doza Geziyê û wiha got: “Mixabin em vê salê dîsa bi polîtîkayên dijminane û bêhiqûqiyan bi dawî dikin. Cezayê muebbeta giran a li Osman Kavala hatiye birîn û cezayê girtiyên din hate erêkirin. Em careke din dibînin ku îktîdar darazê weke ço bi kar tîne. Darizandineke nehiqûqî bû. Em ê heta dawiyê li cem berxwedana Geziyê bin û bi wî rûhî têbikoşin.” 
 
‘SEDEMA HERÎ MEZIN A ŞER TECRÎD E’ 
 
Gunay, da zanîn ku Nobeta Edaletê ya ku partiya wan li dijî tecrîda li ser Îmraliyê daye destpêkirin di roja 7’an de didome û wiha got: “Yek ji mezintirîn sedemên polîtîkayên şer ên vî welatî, polîtîkaya tecrîdê ya îktîdarê ye. Parêzerên birêz Ocalan, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da zanîn ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtina bi CPT’yê re. Jixwe ev 21 meh in parêzer û malbat nikare hevdîtinan pê re bike û bi tu awayî pêwendî pê re nayên danîn. Em baş pê dizanin ku sedema bingehîn ên bêhiqûqî, bêedaletî û sepanên faşîzan ên li vî welatî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ye. AKP, îktîdareke wisa ye ku faşîzma xwe bi tecrîdê xweyî dike. Ji bo li dijî rejîma yekzilam bisekinin, em li dijî polîtîkaya tecrîdê têdikoşin û di vê têkoşîna xwe de biisrar in. 
 
BANG LI BOZDAG KIR
 
Koma me ya li parlamentoyê ji bo ku dewlet bi hiqûqê bike û parêzer bikarin hevdîtinê bikin, li pêşiya Wezareta Dadê dest bi nobetê kir. Bi ser nobetê re hefteyek derbas bû lê mixabin wezaretê hêjta daxuyaniyek nedaye û gavek neavêtiye. Ya din; serlêdana me, ya hevserokên me yên giştî, ya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamenterên me nehatine bersivandin. Ez careke din vê ji wezîrê dadê re dibêjim; kursiya ku hûn li ser rûdinin, ji bo bicihanîna edaletê ye. Li girtîgeheke di bin berpirsyariya we de ev 21 meh in destûra hevdîtina bi parêzer û malbatan re nayê dayîn. Heke di polîtîkaya israra di tecrîdê de hebe, wê demê hûn hiqûqê binpê dike. Weke wezîrê dadê hûn jî dibin şirîkê vî sûcî. Em dixwazin ku wezîrê edaletê nebe şirîkê sûc û, bersiva daxwazên me bide û rê bide ku tavilê parêzer û malbat bikarin hevdîtinê bikin. 
 
TECRÎD ÊDÎ BÛ ŞÊWEYÊ BIRÊVEBIRINÊ
 
Polîtîkayên tecrîdê û şer, rejîma yekzilamî xweyî dikin. Di bingeha hemû bêhiqûqiyên li vî welatî de polîtîkaya tecrîdê heye û tecrîd bûye şêweyê rêvebirinê yê AKP’ê. Dijderketina li rejîma yekzilamî û tecrîdê, israra di demokrasî, aştî û azadiyê de ye. Em baş dizanin ku bi hevdîtinên birêz Ocalan re dê aştî, demokrasî û azadî pêş bikeve. Lê herî zêde îktîdara AKP’ê ji vê aciz e ku hebûna xwe bi saya polîtîkayên şer didomîne. Lewma di tecrîdê de israr dike. 
 
ZEXTÊN LI SER DBP’Ê
 
Bi polîtîkaya tecrîdê re li her deverê êrişî gelê kurd û hêzên wê yên birêxistinkirî dikin. Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn hatin girtin. Gelek hevserokên bajaran hatin binçavkirin û li gelek rêxistinên DBP’ê bi awayekî derhiqûqî lêgerînin hatin kirin. Ev îktîdar winda dike û her ku winda dike jî dijminatiyê li kurdan dike. Dixwazin bi girtina wan re starta hilbijartinê bide destpêkirin. Lê gelê kurd dê tu carî vê zilmê, êrişa li dijî vîna wan, girtin û binçavkirinan ji bîr neke û li ser sindoqê bersiva pêwîst bide. Banga me ew e ku Bayindir tavilê were berdan. Em ê li her qadê mil bidin milê DBP’ê û bi hev re têbikoşin. 
 
LI HER DERÊ DIJMINATIYA KURDAN DIKIN
 
Dijminatiya li hemberî kurdan di komkujiya li Parîsê de jî dom kir. Di salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê de komkujiyeke din li Parîsê hate kirin. Yek ji pêşengên têkoşîna jinan Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Ez ji bo malbatên wan sersaxiyê dixwazim. Heke hêz tarî ya li pişt komkujiya Parîsê ya ewil bihatina teşhîrkirin, komkujiya duyemîn nedihat kirin. 
Îktîdar, li her devera cîhanê êrişî destkeftiyên gelê kurd dike. Polîtîkayên nîjadperest ên îktîdarê li her deverê rê li ber êrişên wiha vedike. Em li vir careke din bang li rayedarên Fransayê dikin ku vê komkujiyê ronî bikin û hêzên tarî ên tiliya wan di komkujiyê de hene derxînin. Her du komkujiyên li Parîsê jî li dijî nirxên gelê kurd bûn. Tu kujer nikarin bi tena serê xwe van cînayetan bikin û ev cînayet bi organîzekirî ne. Divê kujer û hêzên li pişt wan bên teşhîrkirin. 
 
HÊZÊN TARÎ HATIN NIXÛMANDIN
 
Danişîna doza Denîz Poyraz nîşan da ku li wir darizandineke çênebû. Me di pêvajoya vê dozê de dît bê ka hêzên tarî yên li pişt vî kujerî çawa hatin parastin. Delîl hatin tunekirin, nehatin lêkolînkirin û di her mercê de kujer hat parastin. Bombeyên gazê avêtin eywanê, parêzer, endamên malbatê û hevseroka me ya giştî negirtin eywana danişînê. Ev ne darizandinek lê nixûmandina bi ser cînayeteke siyasî bû. Hêzên ku tiliya wan di cînayetê de hebûn hatin parastin. Ne pêkane ku kujerek bi tena serê xwe bikare vê êrişê bi tena serê xwe organîze bike. Heta ku hêzên tarî hesabê didin jî dê têkoşîna me bidome. 
 
SALA 2022’YAN MÎNA TARÎSANKÊ BÛ
 
Di sala 2022’yan de êriş û zordariya AKP-MHP’ê zêdetir bû. Li dijî vê me jî di tevahiya salê de li ber xwe da. Li dijî tundiya hovane ya AKP-MHP’ê, gelê kurd jî berxwedaneke mezin raber kir. Sal, bi krîza aborî ya giran derbas dibe. AKP-MHP’ê bi saya polîtîkayên tecrîdê, sala 2022’yan bo hemû gelan veguherand saleke tarî. Di vê salê de pir eşkere bû ku tecrîd, bûye şêweyê rêveberiyê yê îktîdarê. Di encama vê de jî li girtîgehan binpêkirinên mezin çêbûn, cenaze derketin, girtiyên nexweş nehatin tedawîkirin, înfazên girtiyan hatin şewitandin, êriş, îşkence û miameleya xerab hat kirin. 
 
HEMÛ NERAZÎBÛN BI POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ HATIN ASTENGKIRIN 
 
Emîne Şenyaşar, dayikên ku Nobeta Edaletê digirin, mirovên Şemiyê, kurdên ku li dijî tecrîdê daketin qadan û hemû kesên têkoşîna siyaseta demokratîk dimeşandin rastî astengkirin, dorpêç û êrişan hatin. Di sala 2022’yan de tecrîd û dorpêç derket asteke wisa ku kolan ji bo her cureyên lêgerîna maf hatin qedexekirin, lingê parlamenteran hatin şikandin û siyasetmedar hatin astengkirin. Hemû nerazîbûnên li dijî van sepan û polîtîkayan jî bi polîtîkayên tecrîdê hatin astengkirin. Ji bo vê jî aborî têk çû, demokrasî ji holê rakirin û rê li ber bêhiqûqiyan vekirin. Lê tevî her cureyên êrişan jî me têkoşîna xwe di tevahiya salê de domand. Me Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir û bûn hêviya hemû gelan. Em hêjta li kolanan in, hêjta li ber xwe didin û dê her li ber xwe bidin. 
 
KONFERANSA KOMARA DEMOKRATÎK
 
Êdî dem hatiye ku em vê tarîtiyê bi dawî bikin. Hilbijartina sala 2023’yan, girîntirîn hilbijartinên dîroka welêt in. Lewma jî me amadekariyên bo vê hilbijartinê temam kirine. Stratejiya me ya bingehîn jî ew e ku bi vê îktîdarê bidin windakirin, nûnertiya xwe ya di Meclisê de zêdetir bikin û pêşeroja welat li ser bingeha tifaqa demokratîk ava bikin. 
 
Di 4-5’ê sibata 2023’yan de em ê li Stenbolê bi tevlibûna rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û akademîsyenan Konferansa Komara Demokratîk li dar bixin. Her wiha em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê di sala nû de jî bidomînin. Sala 2023’yan dê bibe sala me ya mezinkirina çalakî, xwepêşandan, birêxistinkirin û têkoşînê.”
 

Sernavên din

29/12/2022
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan