Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû

  • jin
  • 12:03 29 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevalên Emîne Kara ku di encama êrişa li Parîsê de hate qetilkirin qala Kara kirin û wiha gotin: “Yek ji pêşengên Şoreşa Jinan a Rojava bû. Di avakirina sazî û dezgehên jinan de roleke mezin lîst û rê nîşanî me da.” 
 
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), di encama êrişa di 23’yê kanûnê ya li dijî Komeleya Çandê ya Kurdî ya Ahmet Kaya ya li Parîs a Fransayê de hate qetilkirin. Di êrişê de her wiha hunermend Mîr Perwer û welatiyê bi navê Abdurrahman Kizil jî hatin qetilkirin. Qetilkirina Kara, Perwer û Kizil weke “Komkujiya Duyemîn a Parîsê” hate pênasekirin. 
 
Emîne Kara, di sala 1977’an de li gundê Helal ê Qileban a Şirnexê ji dayik bû. Gundê wan jî ji êrişên dewletê yên wê demê para xwe girt û di sala 1994’an de ji hêla leşkeran ve hate şewitandin. Li ser vê yekê malbata Kara û hinek şêniyên din ên gund koçber bûn. Kara ku ji zarokatiya xwe ve bû şahida zilm û zexta li ser kurdan, di sala 1988’an de tev li refên têkoşîna azadiyê ya kurdan bû. 
 
LI DAIŞ’Ê TÊKOŞIYA
 
Kara ku yek ji pêşengên têkoşîna jinan bû, di dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di eniyên herî pêş de cih girt û şer kir. Bi dehhezaran malbatên êzidî yên ku piştî êrişên DAIŞ’ê yên di sala 2013’an de li dijî Şengalê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn pêşwazî kir û pêdiviyên wan bi cih anîn. 
 
Kara, di Şoreşa Rojava de xebatên siyasî, rêxistinî û parastinê meşandin û di avakirina komun û meclisan de jî roleke mezin lîst. Piştî ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bûyî, derbasî Ewropayê bû. Hevalên Kara, têkildarî wê bi ANHA’yê re axivîn. 
 
‘REWŞENBÎREKA ŞOREŞGER BÛ’
 
Ji hevalên wê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed bi van gotinan behsa rol û kesayeta Kara dike: “Kesayetên mîna Evînê di nava jinan û civakê de, hêvî û bawerî didan avakirin. Bi ruhekî welatparêzî û hezkirina ji civak, gel û jinan re tevdigeriya. Ew rewşenbîreka şoreşger bû. Zanista dîrokî û civakî bi kesayeta şoreşger re kiribû yek. Êşa civaka xwe rast dianî ziman. Evîn bi vî awayî mohra xwe li tevgera jinan û Şoreşa Rojava xist. Di avakirina sazî û dezgehên jinan de, çareserkirina pirsgirêk û azarên jinan de heval Evîn rol lîst.”
 
‘EVÎNDARA WELAT Û JIYANÊ BÛ’
 
Bi domdarî Ehmed ev tişt anî ziman: “Li Akademiya ders didan, semîner bi gel re çêdikirin û civîn ji jinan re li dar dixistin. Bawer im ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Cizîrê wê xwedî li keda şehîd Evîn derkevin. Kesayetên jin ên mîna Jiyan Tolhildan, Zeyneb Saroxan, Zehra û yadê Eqîde yên ku bi keda heval Evîn hatine perwerdekirin, ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin. Tevî nexweşiyê jî her dem rûyê şehîd Evîn bi ken û bi hêvî bû. Bi rastî jî evîndara jiyanê bû, ji jiyan, erdenîgarî û xwezayê pir hez dikir. Evîndara welat û jinan bû. Evîndara zanistê bû, dixwest vê evîna xwe bi evîna ku Rêber Apo di kesayetê jinan de daye avakirin rast pêk bîne.”
 
BANG LI HIKÛMETA FRANSAYÊ KIR
 
Ehmed, da zanîn ku Kara ji bo dermankirinê derbasî Ewropayê bû û wiha got: “Hikûmeta Fransayê mafê penaberiyê nedida wê lê hevala Evîn ev yek bo xwe nedikir xem. Beriya ku were şehîdxistin, Evîn û du hevalên ku pê re şehîd bûne ji bo bîranîna Komkujiya 9`ê Çileyê amadekariya komxebatê dikir. Heke hikûmeta Fransayê bi rastî dostaniya kurdan dike, wê demê dê rastiyan eşkere bike. Çîroka ku dibêje kujer mirovekî nexweş e, senaryo ye. Şahidekî bûyerê gotibû 45 deqeyan cenazeyên her 3 şehîdan di cih de man, ji ber windakirina xwînê şehîd bûn. Ji bo derxistina rastiyan em ê şopdarê hevala Evîn bin.”
 
‘RASTÎ Û HEQÎQETA GELÊ KURD BI MIN DA NASKIRIN’ 
 
Ji hevalên Kara, Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif jî qala wê kir. Perwîn Yûsif da zanîn ku Kara ew fêrî alfabeya dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” kiriye û ev tişt anî ziman: “Ez bi bîr û bawerî tev li şoreşê kirim. Rastî û heqîqeta gelê kurd bi min da naskirin. Nîşanî me da bê ka jin dikarin çawa pêşengtiyê bikin. Wêrekiyeke mezin di hundirê me de ava kir. Ji me re digot; ‘Şerm e ku hûn li cihekî kedê bidin lê nekarin keda xwe vebêjin. Ked, ne tenê reva ji deveran e. Divê hûn keda xwe binirxînin da ku bizanin bê ka we li kîjan deverê kêmanî kiriye, wê demê wê kêmanî jî holê bê rakirin.’ Bi şehadeta heval Evîn re derbekî giran li tevgera jinan û tevgera kurd hate xistin. 10 sal berê jî heman tişt li Parîsê hate kirin. Gelê kurd dijminê xwe nas dike. Dijminê me dewleta tirk e ku li her deverê kurdan hedef digire.” 
 

Sernavên din

29/12/2022
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan