Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe

  • rojane
  • 10:39 29 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Meclisa Ciwanan a HDP’ê encamnameya 3’yemîn Konferansa Xwe ya Asayî parve kir. Di encamnameyê de ciwanan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Gel dê bi pêşengtiya ciwanan li hemberî faşîzmê li ber xwe bide, tecrîdê têk bibe û bi pergala kapîtalîst bide windakirin.”
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3’yemîn Konferansa Asayî di navbera 24-25’ê kanûnê de li Amed û Stenbolê bi tevlibûna gelek ciwanan û bi dirûşma “Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi pêşeroja azad ve” li dar xist. Meclisa Ciwanan a HDP’ê encamnameya Konferansa 3’yemîn a Asayî bi raya giştî re parve kir û bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan. 
 
Encamnameya 3’yemîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a HDP’ê wiha ye: 
 
“Me 3’yemîn Konferansa xwe bi dirûşma ‘Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi Pêşeroja Aza ve’, bi hêza ku me ji têkoşîna xwe girtiye û bi beşdariya girseyî, bi coş û hêviyeke mezin di navbera 24-25’ê kanûnê de li Amedê û Stenbolê pêk anî. Em konferansa xwe diyarî Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil dikin ku li Parîsê di encama êrişeke faşîst de bûne cangorî.
 
Ciwan dê li hemberî êrişên kapîtalîzmê berxwedana civakî mezin bikin!
 
Kapîtalîzma ku bi sedan salan e şer dimeşîne û di nava krîzên curbicur de ye, di sedsala 21’emîn de ji bo şertên hebûna xwe, polîtîkayên tundî û takekesiyê kûr dike.
 
Li aliyekî bi nêzbûna ‘tu xwe çiqas bifikirî tu yê ewqas azad bibî’ takekesiya azad tune dike, li aliyê din wekî îdeolojiyên netewperestî û olperestiyê civakan dixe bin tora xwe û bi vî rengî dixwaze bigihîje armanca xwe.
 
Hêzên kapîtalîst ku ji şer, pevçûn û qeyranan deshilatî û serweriyê diafirîne; dixwaze bi pergala netewe dewletê civakan, baweriyan, nasnameyan bi polîtîkayên komkujî, bişaftin û mêtingeriyê bike berdewama pergala xwe.
 
Bi vê armancê, ji bilî şerê NATO - Rûsyayê ku li Ûkraynayê hatiye pêşxistin, her wiha bi gurkirina şer û tundiya li Rojhilata Navîn re rêyeke din a çareseriyê ji xwe re peyda nake.
 
GEL DÊ BI PÊŞENGIYA CIWANAN TECRÎDÊ TÊK BIBIN 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku beriya 24 salan bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin, ji ber polîtîkayên di bin tecrîdeke giran de ye. Tecrîd, weke berdewama komploya navneteweyî û her wiha bi armanca tesfîyekirina têkoşîna azadiya kurdan tê domandin.
 
Ji ber vê yekê pergala Îmraliyê, bûye navenda modernîteya kapîtalîst ku bi vê pêngavê dixwaze modernîteya demokratîk ji holê rake.
 
AKP - MHP’ê ji bo domandina desthilatdariya xwe, tekane rêyê di polîtîkayên şer de dibîne. Li hêlekê li şûna ku pirsgirêka kurdan bi awayekî demokratîk çareser bike, siyaseta xwe ya îmha û tunekirinê didomîne, li hêla din jî bênavber êrişên dagirkeriyê dibe ser Şoreşa Rojava ku bi xeyala jiyana azad a bi destê jin û ciwanan hatiye avakirin. 
 
Desthilat êrişan dibe ser her cihê ku kurd lê ne û sûcên şer dike. Li Herêma Kurdistanê delîlên xurt hene ku li wê derê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Êrişa li ser Rojava û sûcên şer ên tên kirin dijminahiya li hemberî kurdan radixe ber çavan. 
 
Siyaseta înkar û tunekirinê bi xwe re tecrîdê, tecrîd bi xwe re şer û şer jî bi xwe re xizantiyê tîne. Desthilatdarî dixwaze civakê bi vê zincîrê bike kole ku xeleka wê ya pêşî li Girava Îmraliyê ye. Gelan li gel israra projeya kole - mirov a pergalê, xwe ji têkoşîna avakirina mirovê azad dûr nexistiye û ji têkoşînê dûr nesekiniye. 
 
Gel dê bi pêşengtiya ciwanan li hemberî faşîzmê li ber xwe bide, tecrîdê têk bibe û bi pergala kapîtalîst bide windakirin.
 
EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊN TAYBET LI BER XWE BIDIN 
 
Têkane hêza ku modernîteya kapîtalîst ji hev hildiweşîne û modernîteya demokratîk ava dike, ciwanên birêxistinkirî ne.
 
Desthilata şer a AKP-MHPê ya ku bi vê dizane, her ciwanê ku dixwaze xwe birêxistin bike, dike dijminê xwe. Bi tiryakê êrişî laşê wan û bi sîxûriyê êrişî hişê wan dike. Bi derewa azadiya takekesî û psîkolojiya tirsê êrişî ciwanan dike.
 
Dixwaze ciwanan di nava pergalê de bihêle û wan ji bo pergala xwe bike navgîn. Dixwaze bi polîtîkayên şer ên taybet ciwanan ji bo hemû armancên xwe yên qirêj amade bike. Desthilatdarî, jinên ciwan ên ku di pozîsyona pêşengên pêşengan de ne, hem ji ber ku ciwan in û hem jî ji ber ku jin in dike hedefa hemû polîtîkayên xwe yên qirêjî.
 
Desthilata baviksalar a AKP-MHPê, hewl dide ku jinên ciwan bike sermayeya polîtîkayên xwe, wan di nava fikarên jiyana rojana de bifetisîne û ji kesayetiya xwe dûr bixe û bi vî awayî hewl dide ku jinên ciwan bixe nav çerxa pergala xwe.
 
Desthilata ku kujerên jinan bêceza dihêle, di heman demê de êrişî destkeftiyên jinan dike, desthilatê her jina ku têdikoşe ji bo xwe wekî metirsî dîtiye. Desthilata ku dijminahiya jinan wekî erk dibîne, vê dijminahiyê li ser jinên kurd ducaran dike, hewl dide ku jinên kurd bênasname û bêçand bike û wan ji cewhera xweyî dûr bixe. Îpek Er, Gulistan Doku û bi dehan jinên ciwan bûne qurbaniyê polîtîkayen şerên taybet ku li ser jinên ciwanên kurd tên meşandin. Polîtîkayên şerê taybet ên ku ji bo bêeslkirina gelan li ser kar in, îro li ser ciwanan tê meşandin û ev polîtîka bi taybetî jî li ser komkujiya çandî û bişaftinê ne. 
 
Li navçe û bajarên ku berxwadana xwerêvebêriyê tê de hatiye kirin, bi lidarxistina mîhrîcanên vala re xwestin gelê wê derê bêhiş û bêbîr bimîne. Ev yek, encama heman polîtîkayê ye.
 
Lê desthilata ku van êrişan hemûyan pêk tîne li hemberî jin û ciwanên têkoşer heliyaye. Ciwan ji bo paşeroja xwe ava bikin bi biryar in, ji bo avakirina modernîteya demokratîk bi israr in.
 
EM Ê ZANÎNGEHÊN AZAD AVA BIKIN
 
Feraseta siyasî ya otorîter û zordar a desthilatê xwe di zanîngehan de jî diyar dike. Zanîngeh, ji hêlîna zanyariyê derketin û êdî li gor fahm û ferasata desthilatdarê zanyarî tê belavkirin.
 
Zanîngeh bi rektorên qeyûm bûne dezgehên desthilatê û nava zanîngehan hatiye valakirin, hêviya ciwanan ji bo dîplomeyekê tê xerckirin. 
 
Xwendekar bi pirsgirêkên wargeh, aborî û xwenenasiyê re rûbirû ne. Lê ji bo desthilatê perwerdehî bûye ciyê bazirganiyê, xwendekar jî bûne sermiyan. Em dê akademiyên azad ava bikin û ji bo ku kampûsan ji destê zordestiya desthilatê rizgar bikin em dê qadên têkoşînê mezin bikin, em ê zanîngehên bêpere, bi zimanê dayikê, zanyariyê û azad ava bikin.  
 
CIWAN DÊ BIGUHERÎNIN Û JIYANA NÛ AVA DIKIN
 
Wek Meclisa Ciwanan a HDPê em ji bo jiyana azad û demokratîk bi biryarî têdikoşin, bi baweriya serfiraziyê dimeşin. Em li hemberî deshilatdariya şer a AKP-MHPê rêxistinbûna xwe mezin, têkoşîna xwe bilind bikin. Em vê yekê baş dizanin ku; ev çerxa faşîzan tenê bi têkoşîna ciwanan dê ji holê rabe. Em ê biguherînin û jiyana nû ava bikin.” 
 

Sernavên din

29/12/2022
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan