ENQERE - Rojnamevan-nivîskar Amed Dîcle anî ziman ku di Komkujiya Parîsê de gelek pirs li benda bersivê ne û got: “Herka bûyerê nîşan dide ku kujer ji aliyê ekîbek profesyonel ve hatiye amadekirin.”
Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’ê kanûnê de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûbûn.
Ewilî William M., ku her sê welatiyên kurd qetil kir, ewilî bi hêceta “rewşa tenduristiya wî ne li gorî şertên binçavkirinê ne” birin klînîkek psîkiyatriyê û paşê li ser nerazîbûnê biryara darizandina wî hat dayîn.
Dîsa li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi heman rêbazî û êrişê hatibû qetilkirin.
Rojnamevan û nivîskar Amed Dîcle behsa hûrguliyên Komkujiya Parîsê ya duyemîn ji ajansa me re kir.
‘DIVÊ KU KUJER DI ÇAVDÊRIYA POLÎSAN DE BÛYA’
Dîcle diyar kir ku kujer William M., di 12’ê kanûnê de ji girtîgehê hatiye berdan û bi şûr êriş biriye ser kampa penaberên ji Cezayîrê lê dimînin û piştî demek di hefsê de hatiye hiştin 11 roj beriya komkujiya 23’ê kanûnê hatiye berdan. Dîcle da zanîn ku yên li Fransayê bişert tên tehliyekirin divê ji cihê lê dimînin dûr neçin cihekî din û got: “Ez tam cihê mala wî nizanim. Lê bi kîlometreyan dûrî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ye. Nikare bi çeke were wir û êrişa çekdarî pêk bîne. Divê di çarçoveya yasayî de jî nêzî wir nebe. Divê ku di çavdêriya polîsan de bûya. Her wiha kolana ku êriş lê hat kirin jî di çavdêriya polîsan de ye.”
‘HAYA WÎ JI CIVÎNÊ HEYE’
Amed Dîcle diyar kir ku divê kujerê ku di çavdêriya polîsan de bûya roja 23’ê mehê saet li derdora 11.35’an hatiye navenda çandê û wiha dibêje: “Roja êrişê saet 12.00’an ji bo 10’emîn salvegera Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an wê civînek derbarê amadekariya bîranînê de bihata lidarxistin. Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz û hevalên wê. Diviyabû bi Komîteya Amadekar a mezin re civînek ji 60 kesan pêk bê. Lê di kêliya dawî de ji ber bernameyeke din civîn saetek an du saetan tê paşxistin. Wusa dixuye ku êrişkar di dema hevdîtinê de hatiye. Ji ber ku kesên ku dê saet di 12:00’an de beşdarî civînê bibin, tê çaverêkirin ku nîv saet, 20 deqîqe berê werin. Di çenteyê wî de 60 guleyên yedek hebûne. Ji hejmara guleyan tê fêmkirin ku agahiya wî heye ku çend kes dê beşdarî civînê bibin. Civîn ne veşartî ye, lê ne mimkûn e ku kesekî ku tu têkiliya wî bi komeleyê re tune ye bi civînê dizanibe. Nexwe pir eşkere ye ku li pişt kujer tîmeke profesyonel heye ku vê agahiyê dane wî û bi cebilxaneyek guleyan hatiye ber komeleyê.”
‘TETIKKEÊŞ EVÎN GOYÎ NAS DIKE’
Dîcle li ser şahidiya kesên qala bûyerê dikin rawestiya û wiha domand: “Hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil li ber deriyê komeleyê sekinîne. Evîn Goyî jî dengê guleyan dibihîze û ber bi derî ve tê. Erişkar ango kujer êrişî wê jî dike. Li miqabilî komeleyê restorana Avesta heye. Berê xwe dide wir û piştre dîsa tê û dixwaze di derenceyên komeleyê de derkeve jorê, li wir êrişî Evîn Goyî dike û çend guleyan berî serê wê dide. Kujer wê nas dike. Ez dibêjim berê wêneyê Evîn Goyî nîşanî wî dane. Piştre gule li restorana Avestayê jî direşîne. Xwediyê restoranê yek ji rêveberên navenda çandê ye. Piştre berê xwe dide berberxaneyek kurdan û diçe gule li wir direşîne. Yên li hundirê berber direvin paş û kujer dikeve hundir. Di vê kêliyê de dixwaze şarjora xwe biguherîne û ciwanên li wir pêşgîrê diavêjin ser sîleh û serê wî û wî zeft dikin. Piştre teslîmî polîsan dikin.”
PIRSÊN KU LI BENDA BERSIVÊ NE
Dîcle diyar kir ku di navbera restorana Avesta û berber de hin dikanên din jî hene û wiha got: “Yên ku dibêjin ‘kujer bi sedemek nijadperestî êriş kiriye’, dema mirov li vê mînakê dinêre jî ew tişt pûç dibe. Tetikkêş ji bilî du sê cihan êrişî tu cihekî din nake. Cade bi dikanên biyaniyan tije ye. Kurd, tirk, lîbyayî, fasî, efrîkayî û gelek kesin din hene. Ji ber vê yekê jî rasterast kurdan û di nav kurdan de jî hin kesan kiriye hedef û êrişî wan kiriye. Ji bo vê jî amadekariyek û agahiya îstîxbaratê hewce dike. Divê kujerê ku di bin çavdêriyê de bûya 11 beriya êrişê ji heman sûcê êrişê ji hefsê tê berdan. Kesek ji hefsê bi şert tê berdan, li naverasta Parîsê çawa hat cihê bûyer, bi ewqas cebilxane çawa hat, vê cebilxaneyê çawa û ji kê temîn kir? Piştî ku temîn dike bi ewqas gule çawa çûye ber navenda çandê? Ev di serê meriv de pirs in. Ev pirs hemû li benda bersivê ne.”
‘WESAYÎTA KU TETIKKEÊŞ DANIYE WIR A KÊ YE?’
Dîcle anî ziman ku ev hemû di nav 30-40 deqîqeyan de pêk hatiye û polîs jî 40 deqîqe şûnve hatiye cihê bûyerê û got: “Ambulans jî nîv saet şûnve hatiye cihê bûyerê. Birîndar ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest didin. Herka bûyerê yanî şiklê pêkhatina bûyerê wisa dide xuyakirin ku kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin. Tetikkêş bi wesayîtekî datînin ber navenda çandê. Ev wesayît aydî kî bûye? Hê jî nehatiye gotin ku aydî kê ye. Meqam ango rayedarên Frasnî vê tespît kirin an na. Lê ne mimkin e ku tespît nekiribin. Çimkî li her aliyî kamerayên mobeseyê hene.”
‘ÎSTÎXBARAT, EVÎN GOYÎ NAS DIKE’
Dîcle destnîşan kir ku Evîn Kara rasterast hedef hatiye girtin û wiha axivî: “Şoreşgerek, aktîvîstek, siyasetmedarek 34 salan e. Li Fransayê temsîliya têkoşîna jinan dikir. Berê jî li Rojava li dijî hovîtiya DAIŞ’ê têkoşiyaye. Di dema Şoreşa Rojava de xebatên jinan bi rê ve biriye. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bûye û ji bo tedawiya xwe li Fransayê bidomîne hatiye wir. Ji bo satatûyek yasayî hebe daxwaza îltîcayê dike. Lê belê çi feyde dewleta Fransayê daxwaza wê red dike. Pêvajoyê li dadgeha bilind dewam dikir. Îhtimalek mezin îstîxbarata tirk dizanibû ku Evîn Goyî li Fransayê ye. Ez wisa difikirim ku yên ku qetlîamê amade kirin, haya wan jê hebûye.”
‘RAPORA OTOPSIYÊ YA KUJERÊ BERÊ NÎNE’
Dîcle destnîşan kir ku dewlet ango hikûmeta Fransayê çawa ku qetilkirina 3 jinên kurd eşkere nekir vê qetilxwînê jî eşkere nekiriye û got: “Qetilxwîna din pir eşkere ji aliyê MÎT’ê ve hatibû kirin. Binerin hê jî rapora otopsiyê ya kujerên din li holê tune ye. Çimkî gotin miriye û doz betal bû. Ev bi destê dewletê hat kirin. Ser dosyeyê girtin. Niha adeta dosye hatiye betalkirin. Dewleta Fransayê wê komkujiyê ronî nekir.”
‘WEK BÛYERA EDLÎ HAT DOSYEKIRIN’
Dîcle diyar kir ku dewleta Fransayê div ê komkujiya duyemîn de jî heman daxuyaniyan da û wiha berdewam kir: “Ji ber ku komkujiya ewil eşkere û ronî nekir, ev komkujiya duyemîn qewimî. Niha jî dozger kujer ji sûcê edlî darizand. Wek dosyeyek terorê lê nehat nihêrtin. Halbûkî tişta ku wê ewilî dozgerî bikira berhevkirina agahî û belgeyan bû. Hê 24 saet derbas nebû biryara ku gotin dîn e dan û wî li klînîkek psîkiyatriyê razandin. Dixwazin bi van hewldanan ser bûyerê bigirin.”
‘FRANSA GAVÊN ŞÊNBER NAVÊJE’
Dîcle da zanîn ku Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir û li ser îtîraz û nîşandana nerazîbûnan tetikkêş hat binçavkirin û piştre jî hat girtin. Dîcle got her çiqas dewleta Fransayê vê êrişê wek qetlîamek li dijî kurdan dibîne û qebûl dike jî lê ji bo pêvajoya dozê û dosyeya dozê gavên şênber û qanihbûnê navêje û kurd dixwazin demildest hêzên pişt qetlîamê werin eşkerekirin û bûyer bi hemû hûrguliyên xwe were ronîkirin.
Dîcle destnîşan kir ku nobeda li navenda çandê ya kurdan û dostên wan didome û hê jî karûbarên otopsiya cenazeyan neqediyaye.