WAN – Berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 3 meh li pey xwe hişt. Di êrişên rejîma Îranê de heta niha 469 kes hatine qetilkirin, 15 hezar kes hatine binçavkirin û 2 ciwan jî hatin bidarvekirin. Rojnameger Êrfan Geylanî da zanîn ku agirê ku jin û ciwanan vêxistî rejîm ji bingehê ve hejandiye.
Di sala 1979’an de li Îranê rêveberiya Muhammed Riza Pehlevî hate bidawîkirin û rejîma niha ya Îranê hate avakirin. Bingeha rejîma Îslamî îsal ji binî ve hate hejandin. Piştî 43 salan cara ewil e ku Îran rastî berxwedaneke bênavber tê. Berxwedana ku mohra xwe li salê da, bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî re dest pê kir. Emînî, bi hinceta ku “cil û bergên ne li gorî rêgezên îslamî li xwe kirine” di 13’ê îlonê de ji hêla Gaştî Îrşad ve bi lêdanê hate binçavkirin. Emînî ku rakirin nexweşxaneyê, di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Çendek roj piştre derket holê ku di encama lêdanê de xwîn çûye ser mejiyê Emînî û bi vê sedemê jiyana xwe ji dest daye.
Piştî ku cenazeyê Emînî li bajarê wê Seqizê hate definkirin, li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyê dest pê kirin. Jin û ciwanan pêşengtiya çalakiyan kirin û demekî kin piştre çalakî hema hema li tevahiya bajar û eyaletên Îranê berbelav bûn. Çalakî, veguherîn têkoşîna hevpar a kurd, faris, azerî, belûc û ereban. Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ku li dora fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan teşe girtiye, bû dirûşma sereke ya berxwedanê ku 3 meh li pey xwe hişt.
BERXWEDANA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’
Di hefteyên ewil ên çalakiyan de li gelek bajaran xwendekaran dest bi boykotê kir û grevên giştî dest pê kirin. Bangawaziyên alimên olê pêla çalakiyan hêj xurtir kir. Di hefteya ewil a berxwedanê de ku çalakî pêl bi pêl mezin dibûn, PJAK û KODAR’ê banga greva giştî kirin. Di bangawaziyê de wiha hat gotin: “Weke PJAK û KODAR’ê em qetilkirina Jîna Emînî bi tundî şermezar dikin. Li ser vê bingehê, di serî de jin û ciwan banga me ji bo hemû rewşenbîr, girtiyên siyasî, aktîvîst, rêxistin, çapemeniya azad, karker, esnaf û kedkaran ew e ku di 19’ê îlonê de tev li çalakiya protestokirina qetilkirina Jîna Emînî bibin.” Partiyên girêdayî navenda Hevkariya Partiyên Kurdistanê, Partiya Komunist a Îran-Rêxistina Kurdistanê û komeke partiyên rojhilatî, saziyên civaka sivîl û aktîvîstên siyasî banga tevlibûna grevê kirin.
GREVA GIŞTÎ YA DI 19’Ê ÎLONÊ DE
Li ser bangawaziya partiyan, li bajarên Rojhilat û Îranê di 19’ê îlonê de greva giştî dest pê kir. Bajarê Jîna Emînî, Seqiz jî di nav de li gelek bajarên weke Sine, Îlam, Urmiye, Bane, Saqiz, Bokan, Dîwander, Merîwan, Mahabad, Serdeşt, Nexede û Pîranşar ên Rojhilat esnafan di çarçoveya greva giştî de derabeyên dikanên xwe venekirin. Li dehan bajaran jî gel dakete kolanan û li dijî hêzên rejîmê berxwedaneke mezin raber kir. Li ser bangawaziya Lijneya Sendîkaya Xwendekaran a Îranê, xwendekarên li Zanîngeha Beheştî, Zanîngeha Zanistê, Zanîngeha Teknolojiyê, Zanîngeha Şerîf, Fakûlteya Zanîngeha Azadî ya Tehranê û Beşa Ziman û Wêjeya Biyanî ya Zanîngeha Azadî tev li çalakiyan bûn. Her wiha girtiyên siyasî yên li girtîgehan jî piştgirî dan grevê.
ÊRIŞA LI DIJÎ PARTIYÊN KURD
Li dehan bajaran bi dehhezaran çalakvan di tevahiya meha îlonê de bi taybet jî di saetên êvarê de li kolanan li ber xwe dan. Tevî êrişên bi çekan û îşkenceyên giran ên hêzên rejîmê jî çalakî her şev domiyan. Rejîma Îranê di dawiya meha îlonê de baregehên partiyên kurd ê li çoltarê Silêmaniyeyê bombebaran kir. Di êrişê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn. Êrişên rejîmê di rojên piştre de jî berdewam kirin.
REWŞENBÎR Û HUNERMENDAN PIŞTGIRÎ DAN
Dema ku serhildana "Jin, jiyan, azadî" didomiya de hunermend, wêjevan, rojnameger û rewşenbîr jî di nav de bi giştî 412 kesan bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi çalakiyan re ragihandin. Daxuyanî bi sernavê “Jiyan û azadî êdî bi biskên Jînayê tên vehandin” hate weşandin û banga piştevaniya bi çalakiyan re hate kirin. Hunermendên jin ên spanyayî jî di nav de bi sedan jinên ji deverên cuda yên cîhanê çalakiya “birîna porê” kirin û peyama piştevaniyê dan.
LI BELUCISTANÊ KOMKUJÎ
Her ku berxwedan mezin bû, êrişên rejîma Îranê jî mezintir bûn. Di encama êrişên di 29-30’ê îlonê yên rejîma Îranê yên li Belucistanê de zarok jî di nav de herî kêm 36 kes hatin qetilkirin. Di êrişan de 50 kes jî birîndar bûn. Di heman demê de li bajarên ku berxwedan lê didomiya de xetên înternetê hatin birîn û li her deverê leşker hatin bicihkirin.
DEKLARASYONA ‘ÇARESERIYÊ’
Bersiva daxwaza gel a guherandina rejîmê nehat dayîn û li ser vê yekê KODAR’ê daxuyaniyek da û wiha got: “Berxwedana li bajarên Îran û Rojhilat êdî hatin qonaxeke wisa ku jê veger nabe.” Her wiha KODAR’ê bang li çalakvanan kir ku li dijî komkujiyan “Meclisên Bajar ên Xweser” ava bikin. Demekî kin piştre PJAK’ê jî têkildarî bûyeran deklarasyonek weşand û wiha got: “Hêvîdarin ku şoreşa gelên Îranê ya bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ û îdiaya jiyaneke hevpar tê domandin demokrasî û azadiyê bîne Rojhilata Navîn.” Di berdewamiya deklarasyonê de her wiha ev tişt hatin parvekirin: “Divê gelên Îranê bersiveke pir zelal bidin bê ka dê piştî şoreşê çi bibe. Ji bo serkeftina şoreşê divê partî, hêzên siyasî û civakên Îranê xwe ji helwestên ku şoreşê dixitimînin dûr bixin û vê yekê bi vekirî ragihînin.” Her wiha di bin sernavên rêveberiya xweser, jin, ciwan, jiyan, ekolojî û çandê de pêşniyarên çareseriyê hatin rêzkirin.
PJAK’ê, ragihand ku heta kongreya neteweyî ya gelê kurd kom dibe û hemû hêzên kurdistanî bi biryareke hevpar destnîşan dikin, dê alaya Komara Kurdistanê (Mahabad) weke alaya neteweyî qebûl bikin.
SALVEGERA ÇALAKIYÊN 2009’Ê
Tevî êrişên di demên piştre de jî berxwedan têk neçû. Ji bo hezar û 500 kesên di çalakiyên sala 2019’an de hatin qetilkirin, 3 rojan çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Çalakî di 15’ê mijdarê de dest pê kirin û di vê çarçoveyê de li bajarên Rojhilat ên weke Sine, Mahabad, Bane, Merîwan, Seqiz, Kamyaran, Serdeşt, Dîwander, Ciwanro û hwd. esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin. Her wiha li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Dersên li zanîngehan ji hêla xwendekaran ve hatin betalkirin.
BI DEH HEZARAN KESAN EMÎNÎ BI BÎR ANÎN
Di Çilroja Jîna Emînî anku di 26’ê cotmehê de bi tevlibûna dehhezaran kesan li bajarê Seqizê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Hêzên rejîmê ji bo astengkirina bîranînê hemû rêyên ber bi goristana Seqizê ve diçûn girtin. Lê belê bi dehhezaran kesên ji bo bîranînê ji bajarên weke Sine, Kamyaran, Bokan, Mahabad, Ciwanro û Baneyê hatin guh nedan astengiyan û tev li merasîmê bûn. Bi dehhezaran kes ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin û gelek caran dirûşmên “jin, jiyan, azadî” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Her wiha esnafên bajarên Seqiz, Sine, Kamyaran, Bokan, Mahabad, Merîwan, Ciwanro û Baneyê derabeyên dikanên xwe ve venekirin.
HERÎ KÊM 469 KES HATIN QETILKIRIN
Di pêvajoya berxwedanê de bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes rastî îşkenceyên giran hatin û cezayên girtin û darvekirinê bênavber domiyan. Li gorî daneyên Mafên Mirovan a Îranê yên di 17’ê kanûnê de, heta niha 63 jê zarok û 32 jê jin bi giştî herî kêm 469 kes hatine qetilkirin.
Herî zêde jî çalakvan li eyaletên Sistan, Belucistan û Kurdistanê hatine qetilkirin. Li Belucistan û Sistanê 130, li Rojavayê Azerbaycanê 53 û li Kurdistanê 53 çalakvan hatin qetilkirin. Herî zêde jî çalakvan di 21,22 û 30’ê îlonê de li Belucistanê hatine qetilkirin.
15 HEZAR KES HATIN BINÇAVKIRIN
Hat ragihandin ku hejmara kesên piştî binçavkirinê xwe întîhar kirin jî pir zêde ye. Her wiha gelek kesên ku hatin binçavkirin piştre cenazeyên wan hatin dîtin.
Têkildarî binçavkirin û girtinan heta niha tu agahiyên zelal nînin. Lê belê tê gotin ku zêdetirî 15 hezar kes hatine binçavkirin. Gelemperiya binçavkiriyan jî ji eyaletên Belucistan û Kurdistanê ne.
Serdadgerê Eyaleta Tehranê ragihand ku li dadgehên Şoreşa Îslamî ya Tehranê û bajarên girêdayî wê de ji bo darizandina binçavkiriya şaxên taybet peywirdar kirine. Serdadger destnîşan kir ku cezayên cur bi cur li 400 kesan hatine birîn.
2 KES HATIN DARVEKIRIN
Bi hinceta ku di çalakiyên 25’ê îlonê yên li Herêma Setar Xan a Tehranê de endamekê Besîçê (polîsên sivîl) ji milê wî birîndar kiriye, Mohsen Şekarî yê 23 salî hate girtin û di 8’ê kanûnê de hate bidarvekirin. Piştî agahiya darvekirina Şekarî, li bajarê Rohilat ê Sanandaj û gelê bajarê Najafabad ê Îsfehanê gel daket kolanan.
Piştî bidarvekirina Şekarî di 8’ê kanûnê de, rejîma Îranê îcar jî ciwanê bi navê Mecîd Riza Rehneverd di 12’ê kanûnê de hate bidarvekirin.
Niha jî herî kêm 39 çalakvan bi xetereya înfaz û mirinê re rû bi rû ne.
GEYLANÎ: JI BO HEMAN ARMANCÊ TÊDIKOŞIN
Rojnamegerê îranî Êrfan Geylanî berxwedana ku 3 meh li pey xwe hiştin nirxand. Geylanî da zanîn ku armancên çalakiyên heta niha li Îranê dihatin kirin ji hev cuda bûn û wiha got: “Lê piştî qetilkirina Jîna Emînî, çalakî li her devera welêt hatin kirin. Daxwazên bajarên Îran û Rojhilat ji hev cuda ne. Lê belê dora heman armancê tên ba hev û têdikoşin. Zilma li wir tê kirin ne tenê pirsgirêka herêmekê lê bandorê li her kesî dike. Ji ber ku piştî Humeynî hemû gelên îranê ketin bin zextê û zilmeke mezin li hemû gelan hate kirin. Gelên ku rastî vê zilmê hatin jî îro bi hev re têdikoşin.”
‘JINAN HÊVÎ ZINDÎ KIR’
Bi domdarî Geylanî destnîşan kir ku protestoyên bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" dest pê kirin niha ber bi qonaxeke girîng ve diçin û wiha domand: “Mixabin ku tiştên di ‘Bihara Ereban’ de qewimîn veguherîn zivistanê. Lê dirûşma ku îro li Îranê tê bihîstin, li Rojava dest pê kir û îro Îranê azad dike. Gelên Îranê jî dîtin ku azadiya civak û welatekî tenê bi şoreşeke bi pêşengtiya jinan pêkane. Jixwe li Îranê jin di hemû mijarên olî, eşîrtî û civakî de zilma herî mezin dibînin. Piştî vê zilmê jî jin daketin kolanan û berhemeke hunerê afirandin. Mîna li Rojava, li Îranê jî jin pêşengtiyê dikin. Li Îranê hêvî mirî bû lê jinan ev hêvî dîsa zindî kir. Li wir ne tenê pirsgirêka jin lê tevahiya mafên mirovan hatin binpêkirin. Di van binpêkirinan de jinan jixwe bedelekê pir giran dan. Jin, îro li hemberî vê eciqandina ewqas dijwar serî hil didin.”
‘DAWIYA REJÎMÊ TÊ’
Di berdewamê de Geylanî got ku rejîm ji bo vemirandina agirê ji hêla jin û ciwanan ve hatiye vêxistin serî li polîtîkayên pir bêrehm daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîm, binçavkiriyan bidarve dike û dixwaze agirê berxwedanê vemirîne. Polîtîkayên teror û wehşetê xistine dewrê û dixwaze ev çerx wiha bigere. Her wiha kesên berjewendiyên wan di vê rejîmê de hene, dixwazin ku ev pergal wiha bidome û xwedî li rejîmê derdikevin. Ji ber ku heke serhildan biencam bibe dê şirîkên rejîmê jî bên darizandin. Dewlet, li her deverê û kolanê polîtîkaya tirs û tepisandinê dimeşîne. Hinek cade bi tank û topan girtin û mirovan dikujin. Îktîdara wan a qirêjî ku ev 40 sal in didome êdî ber bi dawiyê ve diçe.”
HEWLDANÊN VALA YÊN REJÎMÊ
Rojnameger Geylanî got ku alîgir û nokerên rejîmê di hevdîtinên xwe yên li bajarên kurdan de propagandaya “Daxwaza kesên dadikevin qadan azadî nîne, dixwazin PJAK û rêxistinên din li bajaran bicih bikin” dike û wiha pê de çû: “Her wiha li bajarên Îran û Belucistanê propagandaya ‘Kesên dadikevin qadan sîxûrên Îsraîl û DYA’yê ne’ dike. Bi derew û planên cuda hewl dide gel ji kolanan vekişîne. Rejîma Îranê bi rêya çendek saziyên alîkariyê re diçe dibistanan û ji zarokan re dibêjin; ‘gelo li malên we kesên birîndar hene yan na, heke hebin em ê derman bikin.’ Bi vê rêyê hewl didin kesên tev li berxwedanê bûne tespît bike, wan bigire û bidarve bike. Ji bo têkbirina berxwedanê rejîm serî li hemû rêyan dide. Tiştekî pir girînge ku azerî û kurd di vê şoreşê de bi hev re tevdigerin. Kurd, di pêvajoyeke gelek girîng re derbas dibin. Li gelek bajarên kurdan ji gelek gel û baweriyan mirov dijîn. Ji bo bajarên wan dîtina formûlekî pir zehmet e.”
Geylanî, berxwedana heyî weke “serhildana gel” pênase kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî' li Rojhilata Navîn agirek vêxist û gelên herêmê dê di demên pêş de hêza vê dirûşmê pir baştir bibînin. Serhildan tenê bi derdorekê re nabe. Divê ji ewil kurd tirsa li ser xwe biavêjin. Divê kurd teqez vê tirsê li ser xwe biavêjin û ji bo Îranê pêşengtiyê bikin. Kesek nikare azadiyê bide me û divê mirov li benda azadiyê nesekine. Rejîmeke ku felsefeya xwe li ser darvekirin, kuştin û zextê ava kirî teqez nikare bijî û dê hilweşe. Jin û ciwan roj bi roj dawiya vê rejîmê tînin. Bi taybet jî kesên ku xiyanet li şoreşê kirin dê rojekê şerma vê bijîn.”
MA / Adnan Bîlen