STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, got: "Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan nihêrîn bên berdan."
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş ên ku bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) berdana wan tê astengkirin, yeko yeko jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2022'yan de herî kêm 75 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî di 28'ê sibatê de hikûmxwar korgeneralê berê Vûral Avar (84) di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû.
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, daxuyandibû ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ji wî re gotiye dixwaze ji bo Avar erka efûya taybet bi kar bîne û gotibû: "Me ev yek ragihand rehmetî Avar. Ji lew re diviyabû serlêdanê bike, ji bo destpêkirina pêvajoyê. Lê di destpêkê de serlêdan nekir. Beriya bimire bi demeke pir kurt serlêdan kir. Me di cî de dest bi kar û barên efûyê kir. Lê berî ev kar biqedin rehmet kir."
Daxuyaniyên Bozdag careke din bûn cihê nîqaşan ku di navbera girtiyên nexweş de cihêkarî tê kirin. Mehmet Emîn Ozkan ku 27 sal in girtiye û gelek nexweşînên wî hene û gelek girtiyên nexweş ên wekî wî tevî hemû serlêdanan jî nayên berdan.
'MÎLÎTARÎST BE JÎ DIVÊ BÊ BERDAN'
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku rewşa girtiyên nexweş nirxand, bal kişand ser daxuyaniya Bozdag û wiha got: "Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan." Keskîn, destnîşan kir ku bersûcên Doza 28'ê Sibatê "leşkerên heyama milîtarîst" in û got ku di dema van bersûcan de gelek sûc hatine kirin. Keskîn, wiha domand: "Em komeleyeke ku beriya her tiştî li dijî feraseta milîtarîst têdikoşin, kî dibe bila bibe, dixwazî bila milîtarîst be û sûcdar be jî, di girtîgehê de ragirtina girtiyên nexweî dijî mirovahiyê ye. Ev generalê berê yê 85 salî, hem nexweşîna alzheîmerê pê re bû hem jî parxanên wî şikiyabûn û di kezeba wî re diçûn. Lê wî ji nexweşxaneyê cardin şandin girtîgehê. Ev tiştekî li dijî mirovahiyê ye."
GAVA MESELE TÊ SER KURDAN...
Keskîn, bilêv kir ku desthilat û muxalefet di ser girtiyên nexweş re "bijêriya mexdûriyetê" dikin û got ku piştî mirina generalê berê mijara girtiyên nexweş ev qasî ketiye ber nîqaşan û ev neheqî ye li girtiyên nexweş ên din. Keskîn, destnîşan kir ku piraniya girtiyên nexweş kurd in û girtiyên polîtîk in û rexneyê anî ser desthilatê ku çima li ser van girtiyan naaxive. Keskîn, ji bo helwesta ATK'ê jî ku ji ber raporên wê girtiyên nexweş nayên berdan got ku ATK li dijî wijdanê û etîka tibê tevdigere.
Bi domdarî Keskîn anî ziman ku ATK biryarên siyasî dide û wekî saziyeke girêdayî desthilatê dixebite. Keskîn axaftina xwe wiha qedand: "Mayîn û berdana mirovekî, bi temamî meseleyeke tibê ye. Bi rastî jî heke ATK raporên serbixwe bide, dê pêdivî bi sererastkirina qanûnê nemîne. Mirov dê bi raporên 'nikare di girtîgehê de bimîne' bên berdan."
MA / Rûkiye Adiguzel