ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tûncel destnîşan kir ku kurd ji berê ve bi zilm û zora dewletê re rûbirû dimînin û got: “Gelê kurd yek ji wan gelan e ku tevî hemû polîtîkaya tasfiyeyê jî vejîna xwe bi ser xistin e.”
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat birêvebirin de, polîsan di 23’ê kanûnê de bi ser Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û 9 avahiyên rêxistinên wê ve girt û di salvegera operasyona “KCK” a di sala 2010’an de siyaseta kurd de hedef hat girtin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindîr û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun ên 4 roj li Emniyeta Amedê di binçavan de man, hatin girtin û 13 siyasetmedarên DBP'yî hatin berdan. Di lêpirsînê de xebat û rêziknameya DBP’ê ku ji sala 2008’an ve hatiye avakirin û di 2014’an de ku hin guhertinan di rêziknameya xwe de kir hatiye pirsîn.
BDP'a ku di hilbijartinên giştî yên 2011'an de bi 27 parlamenteran çû Meclisê, di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de 104 şaredarî bi dest xist. Di sala 2014'an de dema wekîlên BDP'ê derbasî HDP'ê bûn, di 11'ê îlona 2016'an de ku konsepta şerê topyekûn a AKP'ê xist meriyetê, li 96 şaredariyên DBP’ê qeyûm hatin tayînkirin. Binçavkirin û girtinên li dijî DBP'ê yên ku bi salane didomin qet kêm nebûn. Pêşî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel di 6'ê mijdara 2016'an de, Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek di 13'ê gulana 2016'an de, Hevserokên DBP’ê Mehmet Arslan û Gulcihan Şîmşek di 24'ê gulana 2020'an de hatibûn girtin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tûncel ku niha li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin têkildarî êrişên li ser partiya xwe nirxand.
Tuncel bal kişand ser girîngiya DBP’ê û got: “DBP, ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û çandî yên gelê kurd û Kurdistanê, pêşxistina polîtîkayan, avakirina demokrasiya xwecihî, jiyana azadîxwaziya jinan û ekolojîk û pêşxistina aştiya civakî têdikoşe.”
TÊKOŞÎNA DBP’Ê
Tûncel derbarê têkoşîna DBP’ê de ev tişt got: “DBP’ê di wê baweriyê de ye ku bi rêveberiya xweser hem pirsgirêka kurd çareser bike, hem jî Tirkiyeyê demokratîk bike, di warê pêşxistina xwerêxistinkirina gelê kurd a li dora ziman, nasname û mafên çandî, parastina hebûna xwe û demokratîkbûnê de çarenûsa xwe tayîn dikin, parastina vê yekê dike û bo vê yekê têdikoşe. Ev rêveberî rêbazek e ku li gelek welatên cîhanê di çareserkirina pirsgirêkan de tê bikar anînê ye.”
‘KURD LI DIJÎ ÎMHAYÊ LI BER XWE DIDIN’
Tûncel axaftina xwe wiha domand: "Gelê kurd jî li dijî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên ku bi polîtîkaya navendîparêziyê ya Mehmûdê 2'yemîn pêş ket û bi polîtîkaya Tirkkirina Îttîhad û Terakkîyê kûrtir bû, li ber xwe dide. Tifaqa AKP-MHP-Ergenekon dixwaze rejîmeke olî ya Tirk-Îslamî ava bike û li ser navê krudbûnê çi hebe ji holê rake. Ji ber vê yekê partiya me dike hedef. Êrişên dawî yên li dijî DBP'ê, binçavkirina hevserokê me Keskîn Bayindir û hevserokên me yên bajaran ji vê polîtîkayê qut nîne. Ji salên 1990'î û vir ve tundiya sîstematîk a dewletê li dijî saziyên rêxistinî û partiyên siyasî yên kurdan tê meşandin. Her çiqas ev polîtîka li pêşberî têkoşîn û berxwedana kurdan ji bo demeke kurt bê sekinandin jî, lê belê ev polîtîka bi awayekî sîstematîk berdewam dike.”
POLÎTÎKAYA ÎKTIDARÊ YA LI DIJÎ KURDAN
Tûncel diyar kir ku li dijî gelê kurd li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dijîn jî polîtîkayeke zordar a hovane tê meşandin û bi tayînkirina qeyûman îradeya gel hatiye desteserkirin û rêyên xwerêveberiyê ji holê hatine rakirin. Tûncel bal kişand ser polîtîkaya îktidarê ku li her qadên jiyanê li pêşiya gelê kurd dibe asteng û got: "Li her deverî kurdan krîmînalîze dikin. Îktidar dixwaze ku gelê kurd û muxalîfên Tirkiyeyê serî li berê bitewîne. Di raya giştî û çapemeniyê de cih nadin daxwaz û nêrîna gelê kurd. Ji bo domandina van polîtîkayan her tim li dijî tevgera siyasî û siyaseta demokratîk a gelê kurd operasyonan pêk tînin û partiyên wan digirin.”
‘YA ESAS GEL E’
Tûncel destnîşan kir ku kurd ji berê ve bi zilm û zora dewletê re rûbirû dimînin û got: “Gelê kurd yek ji wan gelan e ku tevî hemû polîtîkaya tasfikyeyê jî vejîna xwe bi ser xistin e. Têkoşîn, berxwedan û parastina ziman, çand û nasnameya gelê Kurd polîtîkayên dewletê têk bir û bû sedem ku hin gav bên avêtin. Tişta ku niha dewlet dixwaze bike ew e ku hêviya serkeftinê di vê têkoşînê de bişkîne. Ji bo vê jî destkeftiyên ku kurdan bi hezar û yek hewldan bi dest xistine hedef digirin. Dixwazin hesta 'Em çi bikin vala ye' bi kurdan re bidin afirandin. Lê tiştek heye ku wan ji bîr kiriye; vejîna kurdan e. Kurdan xwe ji nû ve afirand. Dibe ku partî û sazî bên girtin, rêvebirên civakê, siyasetmedar û rewşenbîr bên girtin, lê ya esasî gel e. Her wiha gelê kurd gelekî polîtîk e, her tim xwedî li îradeya xwe û siberoja xwe derketiye û parastiye û dê bike jî. Partî û sazî amûr in. Gelê me yê ku di têkoşîna xwe ya azadiyê de israr dike, teqez wê rê û rêbazên nû ji vê re bibîne.”
ÊRIŞA PARÎSÊ ŞERMEZAR KIR
Tuncel êrişa nijadperest a li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê jî şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em welatiyên xwe yên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û ji gelê Kurdistanê û malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Ji Komkujiya Mereşê heta Sêwasê, ji Komkujiya Roboskî heta Komkujiya Parîsê em ê têkoşîna xwe ji bo bidawîkirina êşên tên serê gelê me têbikoşin û hesabê vê yekê ji kujeran bipirsin.”
MA / Zemo Aggoz