NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê kurd li dijî tevahiya êrişên li ser destkeftiyên xwe, di tevahiya salê de bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li ber xwe dan. Kurd, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li dijî çekên kîmyewî daketin kolanan.
Gelên cîhanê saleke din jî bi şer, pevçûn, xizantî, rûxandina ekolojiyê û krîzên civakî û siyasî li pey xwe hişt. Piştî şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, li cîhanê rûpeleke nû yê siyasî û aborî hate vekirin. NATO ku DYA serkêşiya wê dike û heta demekî dirêj tespîta “Nexweşê ku mejiyê wî mirî” bo dihat kirin, endamên nû li xwe zêde kirin û xwe careke din zindî kir. Endamên NATO’yê li Lûtkeya Madrîdê di belgeya “Konsepta stratejîk” de Çîn weke “Hêmana gefê” û Rûsya jî weke “Gefa raste rast û herî girîng” pênase kir. Bi vê yekê re pergala cîhanê ya dubendbendî hîn bêhtir raxist ber çavan. Hemleyên hêzên kûrewî û şerên ku rê li ber vekirîn, îsal herî zêde bi kêrî sermayedar û fîrmayên çekan hat. Bo para gelên ku di nava vê çerxa hêzên kûrewî de hatine eciqandin û neçarî xizantiyê hatine kirin jî berxwedan ma.
Li Rojhilata Navîn ku şer û pevçûn lê bênavber didomin de gelê kurd bi berxwedanê dest bi sala nû kir û bi berxwedanê li pey xwe hişt. Têkoşîna gelê kurd û helwesta wan bandoreke mezin li her geşedanên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê kir. Çalakî û xwepêşandanên ku di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê ye” yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin jî hatin lidarxistin, di tevahiya salê de bênavber dom kirin. Her wiha mijarên weke bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê, êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, operasyonên leşkerî, çalakiyên bi daxwaza edaletê, girtin û binçavkirin û serhildana ku li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li dijî rejîma Îranê hatin destpêkirin mohra xwe li salê dan.
75 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Binpêkirinên mafan ên îsal li girtîgehan hatin kirin li gorî salên bihûrî zêdetir bûn. Pirsgirêka astengkirina tedawiyan, qedexekirina peywendiyan, lêgerînên tazî, miameleya xerab, kotaya ji bo pirtûk û cilûbergan hatiye danîn, di tevahiya salê de dom kirin. Yek ji mezintirîn pirsgirêk jî rewşa girtiyên nexweş bû. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), niha li girtîgehan 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û gelemperiya girtiyên nexweş nehatin berdan. Gelek girtiyên nexweş ên ku ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) nehatin berdan, jiyana xwe ji dest dan. Hinek girtiyên nexweş dema li ber mirinê, hatin berdan. Di sala 2022’yan de girtiyê nexweş Bazo Yilmaz jî di nav de herî kêm 75 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rapora ÎHD’ê, 25 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan, 15’an jê yan întîhar kir an jî neçarî întîharê hatin kirin, sedema mirina girtiyekî nayê zanîn û 34’an jê jî bi sedemên weke krîza dil, xwîna çûy ser mejî û nexweşiyên din ên giran jiyana xwe ji dest dan. Ji van girtiyan yek jê Tahir Guldal ê ku 13 roj piştî berdanê jiyana xwe ji dest dayî û Ramazan Açikgoz ê rojek berê jiyana xwe ji dest dayî jî hebûn.
Li dijî astengkirina tehliyeyan û binpêkirinên mafan, li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê, Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê, Girtîgeha Jinan a Amedê, Girtîgeha tîpa F a Boluyê û Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê çendek ji van girtîgehan bûn. Berxwedanên li hinek girtîgehan bi xwe re encam anî lê berxwedana girtiyan a li gelek girtîgehan hêj jî didome.
HINCETÊN VALA
Tevî ku gelek girtiyan înfazên xwe temam kiribûn jî nehatin berdan. Sedema şewitandina înfazan jî raporên “Rewşa wî baş nîne” yên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê yên girtîgehan weke hincet hatin nîşandan. “Av û ceyran zêde bi kar aniye”, “Nehat hevdîtinê û derneket lijneyê” û “Nîşaneyên poşmantiyê tune ne” weke hincetên şewitandina înfazan hatin nîşandan.
BERXWDANÊN JI BO EDALETÊ
Tevî berxwedana girtiyan, her wiha berxwedana malbatên girtiyan jî di tevahiya salê de berdewam kir. Malbatên girtiyan li dijî şewitandina înfazan û ji bo azadiya girtiyan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê dest bi Nobeta Edaletê kirin û nobet di tevahiya salê de dom kirin. Çalakiyên li Amed û Stenbolê bi dawî bûn lê ya li Îzmîrê hêj didome.
MALBATA ŞENYAŞAR
Hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar li Pirsûs a Rihayê ji hêla xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Dayika Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza edaletê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn û ev çalakî di tevahiya salê de berdewam kir. Têkoşîna malbatê heta astekî encamek bi xwe re anî û piştî 4 sal û 4 mehan, têkildarî komkujiya li nexweşxneyê îdianame hate amadekirin.
4 HEZA KES HATIN BINÇAVKIRIN
Girtin û binçavkirinên li dijî siyaseta kurd bênavber dom kirin. Di encama operasyonên li dijî endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên civaka sivîl de herî kêm 4 hezar û 213 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan herî kêm 200 jê hatin girtin.
ÇAPEMENIYA AZAD DI HEDEFÊ DE YE
Girtin û binçavkirin bi vê re jî bisînor neman. Di 8’ê hezîranê de polîsan di çarçoveya lêpirsîna derheqê xebatkarên çapemeniya azad de li Amedê bi ser saziyên JINNEWS û produksiyonên Pel, Piya û Arî de girtin. Di encama serdegirtinan de tevahiya amûrên dijîtal ên ajans û produksiyonan hatin desteserkirin. Ji rojnamegerên di 16’ê hezîranê de derxistin dadgehê 16 jê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Her wiha dorpêça li ser produksiyonên Piya û Arî’yê piştî 32 rojan hate rakirin. Tevî ku bi ser re 6 meh derbas bûne jî hêjta îdianame nehatiye amadekirin.
Di rewşeke wiha de îcar starta operayonan di 25’ê cotmehê de li Enqereyê hate dayîn. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan li 9 bajaran bi ser malan de girtin. Her wiha polîsan bi ser buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê û avahiya Arî Productionê de girtin. Ji 11 rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin 9 jê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Di heman dîrokan de nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî hatibû binçavkirin û ji ber ku cezayê wê yê ji dosyayeke cuda teqez bûbû, hate girtin. Di nava 5 mehan de bi giştî 33 rojnameger hatin binçavkirin û ji van 26 jê hatin girtin.
CENAZE DI TÛRIK DE DAN MALBATÊ
Êrişên dewleta tirk ên li dijî goristan û cenazeyan di tevahiya salê de berdewam kirin. Li gelek bajaran kêla gorên endamên PKK’ê hatin şikandin. Cenazeyê Hakan Arslan ku di qedexeyên derketina derve ya di 2’yê kanûna 2015’an de li Sûr a Amedê hatibû ragihandin de jiyana xwe ji dest dabû, di 29’ê tebaxa 2022’yan di tûrikekî de radestî bavê wî hate kirin. Bavê ku hestiyên kurê xwe li pêşiya edliyeyê wergirtî, ji bo cenazeyên ku werin wergirtin bang kir. Bi hezaran kes piştre çûn serdana malbata Arslan û sersaxî jê xwestin.
QEDEXEKIRINA KONSERAN
Di demeke ku radestkirina cenazeyê Hakan Arslan a di tûrik de hêj di rojevê de, îcar li Sûrê di bin navê “mîhrîcanê” de organîzasyonek hat kirin û rastî nerazîbûnên gel hat. Mîhrîcan, bi hevkariya Wezareta Çand û Turîzmê û qeyûman ve hatin kirin û ji bo van mîhrîcanan jî tevahiya burokrat û AKP’î hatin seferberkirin. Rêxistinên civaka sivîl ên bajar ev mîhrîcan weke “Qirkirina çandî” nirxandin û piştre heman organîzasyon li Cizîr a Şirnexê hate kirin. Lê belê hunermendên kurd Xêro Abbas û Tara Mamedova piştî zêdebûna bertekan ragihandin ku dê tev li mîhrîcanan nebin.
Li hêlekê mîhrîcan hatin kirin û li hêla din jî konser û şanoyên kurdî hatin qedexekirin. Ji Aynûr Dogan heta Mem Ararat û Mîkaîl Aslan, konserên gelek hunermendên kurd hatin qedexekirin. Di heman demê de lîstikên "Tartuffe" û "Bêrû" jî para xwe ji van qedexeyan girt.
TEXRÎBATA EKOLOJÎK
Rûxandina ekolojiyê û qirkirina daran îsal her tim di rojevê de bû. Li herêmên Cûdî, Gabar û Bestayê yên Şirnexê û li çoltarê Amed, Bedlîs û Çewlikê di bin navê “ewlehiyê” de qira dara hat anîn û ev qirkirin hêj didome. Di nava 2 salan de li herêma Bestayê zêdetirî 500 hezar tonên daran ji hêla cerdevanan hatin birîn û tona van daran bi hezar û 175 TL’an hatin firotin. Ev qirkirina daran li deverên din jî belav bû. Li gel qirkirina daran, her wiha li gelek bajaran ji bo madenan destûrname hate dayîn.
CKD, TJA, DBP, HDP û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî texrîbkirina ekolojiyê, di 17’ê îlonê de meşeke girseyî li dar xistin. Ji çar aliyan bi hezaran kes tev li meşê bûn.
DAXWAZA MILYONAN
Di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, di Newrozê de, di 4’ê Nîsanê de, di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de bi milyonan kurd daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman.
DI NEWROZÊ DE DAXWAZA AZADIYA OCALAN
Jinan di 8’ê Adarê de bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” li gelek bajaran qad tije kirin. Tevî hemû astengiyan jî jinên li qadan azadî qîr kirin û bertek nîşanî polîtîkayên AKP’ê dan.
Îsal li 72 bajaran pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hatin lidarxistin. Di salên dawî de mezintirîn pîrozbahî hatin lidarxistin û bi milyonan kes tev li bûn. Pîrozbahiyên li Amed, Wan û Şirnexê mohra xwe li Newrozê dan. Bi milyonan kesan daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin û xwestin ku kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.
RÊWÎTIYA AMARAYÊ
Piştî Newrozê, 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê û gelek bajaran hate pîrozkirin. Tekane daxwaza di pîrozbahiyan de bû azadiya fîzîkî ya Ocalan û ji bo vekirina deriyên Îmraliyê bang hatin kirin.
MEŞA AZADIYÊ YA GEMLÎKÊ
Daxwaza ji bo azadiya Ocalan, di 12’ê hezîranê de bi Meşa Gemlîkê ya bi dirûşma “Em li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” bû rojev. Ji bo Meşa Gemlîkê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn, di rê de gelek wesayît hatin sekinandin û bi sedan kes hatin binçavkirin. Dewletê nehişt ku gel biçe Gemlîkê û li tevahiya kolanên Kadikoy a Stenbolê azadiya Ocalan hate qîrîn.
1888 PARÊZERAN JI BO ÎMRALIYÊ SERLÊDAN KIRIN
Ev zêdetirî 21 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş agahî nayên girtin. Ji ber vê yekê hem ji bo Wezareta Edaletê û hem jî ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî serlêdan hatin kirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamanterên HDP’ê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Şaxên OHD’ê, baroyan û bi sedan parêzerên ji Ewropa û Rojhilata Navîn ji bo Îmraliyê serlêdan kirin. Hejmara parêzerên ku serlêdan kiribûn ji hezar û 888’an derbas kir.
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
Di tevahiya salê de yek ji mijarên herî zêde di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de, bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bû. Dîmenên du endamên HPG’ê yên ji bikaranîna çekên kîmyewî bibandor bûn hatin parvekirin û bû rojeva yekemîn. Rayedarên hikûmetê daxuyaniyên weke “di envantera me de nînin” kirin lê dîsa jî bertek roj bi roj zêdetir bûn. Di 6’ê mijdarê de li Silopiya ya Şirnexê bi hezaran kesan meşa “Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” li dar xistin. Tevî dorpêçê jî girse meşiya û ji bo bidawîkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kirin. Her wiha li gelek bajarên din jî bikaranîna çekên kîmyewî hate şermezarkirin.
HERÊMA FEDERE YA KURDISTANÊ
Herêma Federe ya Kurdistanê ku rastî êrişên dijwar ên dewleta tirk tê, di tevahiya salê de di rojevê de bû. Her wiha li dijî bêkarî û krîza aboriyê di tevahiya salê de çalakî hatin lidarxistin. Mamoste û karkerên ku nekarîn mûçeyên xwe wergirin, li gelek bajaran çalakiya boykotê kirin. Rojnameger Zack Kopplin, têkildarî mal û milkê malbata Barzanî de belge parvekirin û ev mijar heta demekî dirêj di rojevê de ma. Kopplin têkildarî mal û milkê Barzaniyan ji bo rojnameya Yenî Yaşamê axivî û da zanîn ku ev belgeye bi telek çavkaniyan daye piştrastkirin. Tevî ku nûçeya Kopplin deng veda jî ji malbata Barzanî û parêzerên wan tu hewldanên derewandinê çênebûn.
3 HEZAR Û 152 CARAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIN BIKARANÎN
Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê 8 meh li pey xwe hişt. Mezintirîn windahiyên salên dawî hatin dayîn û di şer de çekên kîmyewî û yên qedexekirî hatin bikaranîn. Di bîlançoya şer a 8 mehan a HPG’ê de hat ragihandin ku di şer de 2 hezar û 744 leşker û cerdevan hatine kuştin û 11 helîkopter jî hatine xistin.
Di bîlançoyê de hat ragihandin ku dewleta tirk di êrişan de 3 hezar û 152 caran çekên qedexekirî bi kar aniye. Her wiha HPG’ê da zanîn ku di encama şer û pevçûnan de 199 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî heta niha gelek jê payebilind bi giştî 78 leşker hatine kuştin.
LEŞKERÊN KU NAVÊN WAN HATIN EŞKEREKIRIN
Nasnameya gelek leşkerên di pêvajoya 7 mehan de hatine kuştin lê wezaretê navên wan eşkere nekirîn, ji hêla HPG’ê ve hatin eşkerekirin. Navên Berbaz Çawişê Biqidem Yunus Eylîk, Çawişê Pispor Alî Taşkin (Tûgaya Komandoyan a Sêrtê), Çawişê Pispor Mevlût Çetîn û Çawişê Pispor Ahmet Akpinar ku di pevçûna 29’ê gulanê ya li Metînayê de hatibûn kuştin ji hêla HPG’ê ve hatin ragihandin. Di encama pevçûna 7’ê tîrmehê ya li Girê Amediyê ku dikeve rojavayê Zapê de 2 leşker hatibûn kuştin. Hat zanîn ku ji leşkerên hatin kuştin yek jê Nacî Kaygisiz e û cenazeyê wî di destê HPG’ê de ye. Piştre jî dîmenên kunyeya Kaygisiz û alavên wî yên leşkerî bi raya giştî re hatin parvekirin.
Hat ragihandin ku leşkerên bi navên Savaş, Fatih, Gokhan, Serkan, Burak, Nacî, Harûn, Mert, Oguz û Fûat di pevçûnên 11’ê îlonê yên Zapê de hatine kuştin. Wezareta Parastinê jî tenê navên Harûn Yildirim, Savaş Borlu, Gokhan Agi û Fatîh Kalkan ku li ser ANF’ê hatibû parvekirin eşkere kir. Herî dawî derket holê ku cenazeyê Mûstafa Bazna ku weke “şehîdê winda” hatibû pênasekirin di destê HPG’ê de ye. Her wiha dîmenên cenazeyê Bazna hatin parvekirin. Li gel ku nav û dîmen hatine parvekirin jî di vê mijarê de dewletê xwe li bêdengiyê danî.
KOMKUJIYA ZAXOYÊ
Dewleta tirk di 20’ê tîrmehê de çoltarê gundê Perex ê Zaxoyê bombebaran kir û 9 welatî qetil kir. Her wiha 24 kes jî birîndar bûn. Berteka PDK’ê ya li hemberî êrişê rastî nerazîbûneke mezin hat. Komkujiya dewleta tirk li cîhanê deng veda. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî û da zanîn ku êriş ji hêla dewleta tirk ve hatiye kirin û xwest ku Tirkiye ji xaka wan were derxistin.
DEST DANÎN SER MASKEYÊN GAZÊ
PDK’ê pêşî li ber şandeyên ku dixwestin bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bikin girt. Di heman demê de dest danî ser maskeyên gazê. Hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê li deverên ku pevçûn lê diqewimin alayên xwe bilind kirin û xwestin artêşa tirk ji êrişan biparêzin.
MEXMÛR Û ŞENGAL
Mîna par, îsal jî Şengal û Mexmûr bûn hedefa êrişan. Dewleta tirk di tevahiya salê de gelek caran li dijî Şengal û Mexmûrê êrişên hewayî kirin. Di 21’ê çileyê de êrişî Herêma Geliyê Şîlo kir. Di encama êrişê de ji fermandarên YBŞ’ê Silêman Şemo Yûsûf û Enver Tolhildan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di 17’ê hezîranê de li navçeya Kelar a Silêmaniyeyê wesayîtek hedef hate girtin û di encamê de Cîgirê Serokê Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhat Şiblî jiyana xwe ji dest da.
Di 17’ê gulanê de li Cadeya Bextiyarî ya Silêmaniyeyê li dijî siyasetmedarê kurd Zekî Çelebî êrişeke sûîqestê hate kirin. Di heman demê de Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê di encama êrişeke sûîqestê de hate qetilkirin. Sefîrê dewleta tirk ê Iraqê Alî Riza Guney li Hewlêrê di merasîmekê de axivî û bi axaftina xwe piştrast kir ku êrişa wan pêk aniye.
ROJAVA LI BER XWE DA
Tirkiyeyê di tevahiya salê de di navbera DYA û Rûsyayê de xebatên dîplomasiyê kir ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke bejahî ya berfireh bike. Lê destûr nehate dayîn. Lê belê êrişên li dijî bajar û rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber domiyan. Balkêş bû ku gelemperî fermandarên ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de pêşengtî dikirin hedef hatin girtin. Di 11’ê gulanê de Ekrem Îstek (50), di 30’ê gulanê de Mizgîn Botan a YPJ’î, di 1’ê nîsanê de Dîrar Cûma Hamza, di 22’yê tîrmehê de ji fermandarên Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan di encama êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan.
Piştî teqîna li Taksîmê, dewleta tirk di 19-20’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîsa êrişên hewayî pêk anîn. Ji çoltarê Efrînê heta Kobanê û Dêrikê, gelek dever hatin bombebarankirin. Di êrişên ku hêj didomin de dibistan, nexweşxane û xizmetên binesaziyê hedef hatin girtin. Sivîl û leşkerên rejîma Sûriyeyê jî di nav de gelek kes di van êrişan de hatin qetilkirin.
Li gel êrişan, her wiha bajarê Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye, piştî çendek bazariyan radestî Heyet Tehrîr El Şamê hate kirin. OSO û komên behsa xeberê di tevahiya salê de gelek mirov revandin û dest danîn ser mal û milkê wan. Her wiha darên zeytûnan jî para xwe ji vê talan û wêranê girtin.
SERHILDANA 'JIN, JIYAN, AZADÎ'
Yek ji cihên ku berxwedana kurdan lê şênber bûyî jî Îran bû. Jinên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê îlonê de bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin qadan, li dehan bajaran çalakiyên protestoyî li dar xistin. Berxwedana ku bi daxwaza azadiyê tê meşandin 3 meh li pey xwe hişt. Tevî êriş û cezayên darvekirinê jî çalakiyên li bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê bênavber didomin. Pêşengtiya çalakiyan jî jin û xwendekar dikin. Yek ji daxwazên çalakvanan jî hilweşandina rejîmê ye.
CÎHAN: ÇALAKIYA MEQAPÊ
Gelê kurd û dostên wan li bajarên Ewropayê jî her tim li qadan bûn. Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, bidawîkirina tecrîdê, bikaranîna çekên kîmyewî, qedexekirina PKK’ê û berxwedana li Rojhilat û Îranê di tevahiya salê de domiyan. Li navendên girîng ên weke NY, Konseya Ewropayê, OPCW û deverên din meş hatin lidarxistin, daxuyanî hatin dayîn û xwepêşandan hatin kirin. Li ser bangawaziya Înîsiyatîfa Edaleta Navneteweyî, 1003 kesên ji 30 welatan hatin ba hev û kampanyaya “Bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin” dan destpêkirin.
Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 17’ê nîsanê de hat serdana Tirkiyeyê û piştre jî çû Ingilistanê. Barzanî li Londrayê ji hêla ciwanên kurd ve hate protestokirin. Çalakvanan meqabên ku PKK’î li xwe dikin li xwe kiribûn û di çalakiyê de maketa meqabê gerandin. Gelê kurd li ser bangawaziya Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê-Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, li dijî êrişên di 17’ê Nîsanê de li dijî Şengalê hatin kirin daketin kolanan.
NIVÎSKARÊN NAVDAR PIŞTGIRÎ DAN KURDAN
Piştî ku êrişên bi çekên kîmyewî zêde bûn, li pêşiya OPCW û CPT’yê çalakî hatin destpêkirin. Bi dehhezaran kesên ji bajarên cuda yên Ewropayê bang li hêzên navneteweyî kirin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê. Nivîskar, akademîsyen û hunermendên li cîhanê navdar jî ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bang kirin. Herî dawî Zimanzan Noam Chomsky ku di “Komîteya Ji Kurdistanê re Aştî” de cih digire, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Ingilistanê yê berê Jeremy Corbyn, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê yê NY’ê (EUTCC) Michael Gunter, parlamenter Kate Osamar, Hywel Williams, Jean Lambert û Nûnerê Sendîkaya UNITE the Unionê Simon Dubbins jî di nav de gelek kesan ji ber êrişên dewleta tirk ji Serokwezîrê Ingilistanê Rishi Sunak re nameyek şandin.
Bi sedan jinên ji deverên cuda yên cîhanê li bajarê Berlîn a Almanyayê kom bûn û li ser pergaleke alternatîf nîqaş kirin. Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” mohra xwe li konferansê da. Her wiha berxwedana li Rojhilat û Îranê hate silavkirin.
MA / Azad Altay - Mujdat Can