AMED- Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku tevî 14 hevserokên bajêr ên DBP'ê hatibûn binçavkirin, hat girtin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku di 23'yê Kanûnê de tevî 14 hevserokên bajêr hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li Dozgeriya Komarê ya Amedê, bi sûcê "endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Amedê hat kirin.
Dadgeriya Ceza ya Sulhê, Bayindir bi sûcê "endamtiya rêxistinê" girt.
ALTÛN JÎ HATIBÛ GIRTIN
Beriya îfadeya Keskîn Bayindir, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez, Hevserokên DBP'ê yên Êlihê Bûrhan Eglentî û Rûkiyete Onat Gonul, Hevserokên DBP'ê yên Rihayê Rabîa Aslan û Hîdayet Enmek, Hevserokên DBP'ê yên Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Arslan, Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBP'ê yên Mêrdînê Şerafettîn Aslan û Sureyya Dundar, Hevserokê Agiriyê Melîk Ozmuş, Hevserokên Wanê Şengul Polat û Harûn Okay bi şertê kontrolkirina edlî û qedexeya derketina derve hatibûn berdan.
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Hayrettîn Altûn jî hatibû girtin.