STENBOL - Bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 21 meh in tu agahî jê nayên girtin, di nava salê de zêdetirî 2 hezar û 500 parêzer û siyasetmedaran serî li Wezareta Dadê dan. Bi sedan çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan hate kirin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku gelê kurd ji bo xwe weke “Rêber” dibîne, di encama komploya hêzên navnetweyî de neçar ma ku di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyeyê derkeve. Bi pêşengtiya DYA û Îsraîlê, zêdetirî 40 dewlet û rêxistinên îstîxbaratê di pêvajoya komployê de cih girtin û ev pêvajo heta 15’ê Sibata 1999’an bi girtin û anîna Ocalan a li Tirkiyeyê berdewam kir. Bi komployê mebest kirin ku Ocalan îmha bikin û PKK’ê jî tesfiya bikin. Lê tevî ku bi ser komployê re 24 sal derbasbûne jî heta niha ev armanc pêk nehatiye. Berevajî vê, fikrên Ocalan gihiştin bi milyonan mirovan û Ocalan di nava gel de bû “Rêberekî” hêj xurtir.
Ocalan, ji roja ku anîn Tirkiyeyê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Li hêlekê bandora wî pir zêdetir bû û li hêla din jî tecrîda li ser hatiye ferzkirin bêhtir giran bû. Asta tecrîdê sal bi sal bêhtir hate girankirin. Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, di sala 2022’yan de jî bênavber domiya. Heta gihişt astekî wisa ku ji 25’ê adara 2021’an heta niha bi tu awayî agahî ji Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş agahî nayên girtin.
JI BO HEVDÎTINÊ DI SALA 2022’YAN DE 156 SERLÊDAN HATIN KIRIN
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Ocalan û girtiyên din dikin, ji bo hevdîtinê di nava 24 salan de hezar û 478 serlêdan û malbatên wan jî 509 caran serlêdan kirin. Hinek caran destûr hate dayîn ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê lê gelemperî ev serlêdan bêencam man. Di demên ewilî yên girtina Ocalan li Îmraliyê de her tim ji bo pêşîlêgirtina serdanan hincetên weke “Keştî xerab bûye”, “Rewşa hewa xerab e” û “Keştî tê tamîrkirin” hatin nîşandan. Di sala 2022’yan de ji bo hevdîtinê parêzeran 104 û malbatan jî 52 serlêdanên ji bo hevdîtinê kirin.
DI SALEKÊ DE 4 CEZAYÊN ‘DISIPLÎNÊ’
Serlêdanên ji bo hevdîtinê, yan bêencam man an jî bi hinceta “Cezayên disiplînê” hatin astengkirin. Rewşa ku parêzer weke “tecrîda girankirî” pênase dikin heta dawiya salê jî berdewam kir. Di nava salekê de li Ocalan 3 caran ji bo 3 mehan (3’yê sibatê-31’ê gulanê-9’ê îlonê) û carekê jî ji bo 6 mehan (13’ê nîsanê) cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn. Bi vê yekê re ji sala 2018’an heta niha bi giştî 12 caran cezayê “disiplînê” li Ocalan hate birîn.
Demek piştre derket holê ku di 18’ê mijdara 2021’an de bi hinceta ku piştî çalakiyên sporê bi girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş re axivî ye, cezayê disiplînê li Ocalan hatiye birîn.
Îtîrazên li dijî cezayê disiplînê hatine kirin jî hatin redkirin. Têkildarî naveroka cezayên hatine birîn tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin.
775 PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN
Piştî ku agahî ji Ocalan nehatin girtin, ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û welatên Ewropayê bi sedan parêzer, siyasetmedar û rêxistinên hiqûqê ketin nava liv û tevgerê. Ji van serlêdanan a ewil ji hêla 775 parêzerên ku endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û 29 baroyan bûn hate kirin. Parêzeran di 10-17’ê hezîranê de îmze dan Wezareta Edaletê û ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Wezaretê bersiv neda serlêdana parêzeran û bi awayeke fiîlî red kir.
JI 22 WELATAN 350 PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN
Parêzerên ji Ewropa û Rojhilata Navîn jî bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan. Li seranserî cîhanê ji 22 welatan bi giştî 350 parêzeran bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re di 14’ê îlonê de serî li Wezareta Dadê dan. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku tecrîd “îşkence” û binpêkirina maf e. Parêzeran heman serlêdan ji bo Yekitiya Baroyan a Ewropayê, Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin. Parêzeran, li paytexta Belçîkayê Brukselê li Kulûba Çapemeniyê ya Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku serlêdan kirine.
JI ROJHILATA NAVÎN 756 PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN
Piştre jî ji Fas, Filistin, Herêma Federe ya Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Lubnan, Misir, Sûriye û Urdunê bi giştî 756 parêzar ji bo hevdîtina bi Ocalan re ketin nava liv û tevgerê. Parêzeran da zanîn ku Ocalan û girtiyên din di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin û wiha gotin: “Ji bo parastina mafên birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê em dikevin nava liv û tevgerê.” Her wiha parêzeran got ku ev hewldana wan ji bo yekitiya kurd-ereban jî gaveke dîrokî ye. Parêzeran ragihandin ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û girtiyên din têbikoşin.
JI SÛRIYEYÊ 691 PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tartus, Heleb, Hums û Laziqiyeyê 691 parêzer di 19’ê îlonê de li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî ya li Qamişloyê hatin ba hev û bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan. Parêzeran ji Wezareta Dadê re nameyek şandin û xwestin ku tecrîd were bidawîkirin.
HDP Û BDP’Ê SERLÊDAN KIRIN
Serlêdanên ji bo hevdîtinê tenê bi parêzeran re bisînor neman. Her wiha partiyên siyasî jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan di 20’ê cotmehê de ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Wezaretê serlêdan bêbersiv hişt.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û parlementerên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr di 30’ê mijdarê de serlêdaneke cuda kirin.
Her wiha Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin ji Wezareta Dadê re daxwaznameyek şand û xwest ku bi rêya SEGBÎS’ê bi Ocalan re hevdîtinê bike.
BAROYAN SERLÊDAN KIRIN
Wezaretê bersiva parêzeran nedan û li ser vê yekê parêzerên OHD’î ji bo hevdîtinan serî li baroyên Kurdistan û Tirkiyeyê dan. Bi sedan parêzerên ji Amed, Stenbol, Riha, Mêrsîn û Şirnexê serî li baroyan dan û xwestin ku ji bo bidawîkirina mercên tecrîdê, hevdîtina parêzeran, bicihanîna mafên miwekîlên wan ên di çarçoveya mewzûata hiqûqa navxweyî û navneteweyî de û bicihanîna peywira parêzertiyê, xwestin ku baro û TBB bikevin nava liv û tevgerê.
Li ser vê yekê baroyên Amed û Şirnexê di 14-15’ê kanûnê de ji bo ku Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û dawî li binpêkirinan bê anîn serî li wezareta Dadê û TBB’ê dan.
SERLÊDANÊN CPT’YÊ
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber ku agahî ji miwekîlên xwe wernedigirtin, di 16’ê nîsanê de serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan. Di serlêdanê de hat xwestin ku sepanên îşkence û miameleya xerab bi dawî bibin û CPT tavilê bi erka xwe rabe. Li gel parêzeran, her wiha gelek rêxistinên hiqûqê, nivîskar û rewşenbîran jî bangawaziyên bi heman rengî li CPT’yê kirin.
CPT LI ÎMRALIYÊ YE!
Piştî ku serlêdan berdewam kirin, CPT’yê daxuyaniyeke balkêş da. CPT ku herî dawî di sala 2019’an de çûbû Îmraliyê ragihand ku di navbera 20-29’ê îlonê de çûye serdana Îmraliyê. CPT’yê serdana behsa xeberê di 3’yê cotmehê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand. CPT’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo lêkolînkirina miamele û mercên girtîbûnê yên Abdullah Ocalan û girtiyên din çûne Îmraliyê û daxuyand ku pir girîngiyê bi xizmetên civakî û pêwendiyên girtiyan ên bi derve re didin. Her wiha CPT’yê destnîşan kir ku têkildarî Girtîgeha Îmraliyê şîretên xwe bi rayedaran re parve kirine.
Cîgira Seroka 2’yemîn a CPT’yê Therese Rytter ku di nava şandeyê de bû, têkildarî serdana li Îmraliyê agahî nedan û da zanîn ku dê rapora xwe ya têkildarî serdanê 6 meh piştre (Adar) ji Tirkiyeyê re bişînin. Rytter, têkildarî Ocalan agahî nedan û ji bo raporê wiha got: “Têkildarî weşandina raporeke CPT’yê (û bersiva dewletê) ne CPT lê dewletên têkildar biryarê didin.”
HDP’Ê BI ŞANDEYA CPT’YÊ RE HEVDÎTIN KIR
Piştî serdana CPT’yê ku fikarên raya giştî derbas nekirin, HDP kete nava liv û tevgerê. Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy, Nûnerê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, di 12’ê îlonê de çûn serdana CPT’yê. Şandeyê bi Sekreterê Giştî Régis Brillat û rayedarê Maseya Tirkiyeyê ya CPT’yê Elvîn Aliyev re hevdîtin kir. Şandeyê da zanîn ku têkildarî serlêdanê tu agahî bi wan re nehatine parvekirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di roja 29’ê mijdarê de bi daxuyaniyekê wiha got: “Agahî li ber destê me heye ku birêz Ocalan di dema serdanên CPT’yê yên di îlona 2022’yan ên li Girava Îmraliyê de derneketiye hevdîtinê.” Piştî vê daxuyaniyê jî fikarên heyî hîn zêdetir bûn.
HEKE CPT BIXWAZE DIKARE DAXUYANIYÊ BIDE
Lê CPT’yê têkildarî mijarê tu daxuyanî nedan. CPT ku digot bêyî destûra dewletên endam nikare raporê eşkere bike, heke li gorî biryarên wê neyê tevgerîn xwedî wê rayeyê ku daxuyaniyê bide. CPT ku derheqê Yewnanistan, Rûsya û Bulgaristanê de heta niha gelek daxuyanî dane, li gel ku tecrîda li Îmraliyê hatiye girankirin jî derheqê Tirkiyeyê de tu daxuyanî nedan.
ÇALAKIYÊN JI BO AZADIYA OCALAN
Li hêlekê serlêdanên rêxistinên hiqûqê û siyasetmedaran dom kirin û li hêla din jî ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û bidawîkirina tecrîda girankirî di tevahiya salê de çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di roja Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de bi dehhezaran kes li Kurdistan, Ewropa û Rojhilata Navîn daketin kolanan. Komplo, bi meşên kurdan û dostên wan hate şermezarkirin. Li bajarên Parîs, Nantes, Marsilya û Strasbourg ên Fransayê, li bajarê Helsînkî yê Fînlandiyayê, li bajarê Frankfurt ê Almanyayê, li bajarên Minbic, Kobanê û Hesekê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê û li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş hatin lidarxistin. Di çalakî û xwepêşandanan de herî zêde jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan derket pêş.
MEŞA GEMLÎKÊ
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP, DBP û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) di 12’ê hezîranê de li dijî tecrîdê bi dirûşma “Ji bo li dijî siyaseta tecrîdê azadiyê biparêzin em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” “Meşa Mezin a Gemlîkê” li dar xistin. Di meşê de careke din daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan derket pêş.
Ji bo Meşa Gemlîkê ji bajarên Kurdistanê heta yên herêmên Çukurova, Marmara, Ege û gelek herêmên din bi hezaran kes bi otobûsan ketin rê. Lê belê otobûs ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan di dema rêwîtiyê de li otobûsan cezayên keyfî birîn û gelek kes derb kirin. Gelemperiya welatiyan ji bo ku tev li Meşa Gemlîkê bibin bi wesayîtên xwe yên taybet xwe gihandin Kadikoy a Stenbolê ku baskekî meşê li wir dest pê dikir. Heke gotin di cih de be li Kadikoyê Rewşa Awarte (OHAL) hatibû ragihandin. Tevî hemû astengiyan jî girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Her der tecrîd her der berxwedan” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” berz kirin û dest bi meşê kirin.
Hevberdevk û hevserokên partiyên siyasî jî di nav de herî kêm 50 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 48 jê rojek piştre hatin berdan. Di dema binçavkirinê de îşkence li binçavkiriyan hatibû kirin.
Dê baskên Meşa Gemlîkê li Bursayê bigihiştina hev. Lewma jî polîsan hemû rêyên ketin û derketina Bursayê girtin. Tevî vê yekê jî girseyên li navçeyên Kestel, Nîlûfer û Gursuyê ji bo xwe bigihînin Qada Newrozê ya li Taxa Arabayatagi ya li navçeya Yildirimê ketin rê. Welatî û rojnamegerên ku xwe gihandin deverekê nêzî qada Newrozê, bi saetan di dorpêça polîsan de man û piştre jî hatin binçavkirin.
ÇALAKIYA LI PÊŞIYA WEZARETA EDALETÊ
Ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Ocalan, di tevahiya salê de li dehan bajaran bi sedan daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin lidarxistin. Ji ber ku fikarên gel zêde bûn û tevî vê yekê jî gavek nehat avêtin, li Enqereyê çalakiyeke nû hate destpêkirin. Parlamenterên HDP’ê ji 21’ê kanûnê heta niha ji bo ku Ocalan bikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, li pêşiya Wezareta Dadê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Tê gotin ku heta tecrîda li ser Ocalan tê bidawîkirin dê çalakî bidome.
ÇALAKIYA KU 12 SAL IN BÊNAVBER DIDOME
Têkoşîna li dijî tecrîdê ya li bajarên Ewropayê di tevahiya salê de berdewam kir. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, di 25’ê hezîrana sala 2012’an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê li devera ku Konseya Ewropayê (KE), CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) digihin hev “Nobeta Azadiyê” hatibû destpêkirin. Çalakî îsal jî berdewam kir. Çalakiyê 12 sal li pey xwe hişt û gelek hunermend û rewşenbîr jî tev li bûn.
ÇALAKIYA DAWÎ YA KCDK-E’YÊ
Ji ber rewşa agahînegirtina ji Ocalan, KCDK-E’yê herî dawî di 7’ê kanûnê de li pêşiya avahiya CPT’yê dest bi çalakiya nobetê ya ji bo 3 rojan kir. Nûnerên gelek saziyên kurdan û partiyên siyasî û bi sedan kes tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de ji CPT’yê hat xwestin ku têkildarî serdana li Îmraliyê daxuyaniyê bide.
JI KESÊN NAVDAR BO OCALAN BANGAWAZÎ
Gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên li cîhanê navdar, li ser medyaya civakî 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û peyam parve kirin. Di peyaman de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
MA / Ergîn Çaglar