ÊLIH - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha bang li partiyên muxalîf kir: “Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê û dîzaynkirina pêvajoya hilbijartinê, şandeyekê ava bikjin û ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdanê bikin.”
'MEŞA ME TU ASTENGIYAN NAS NAKE’
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitîngê de axivî û wiha got: “Em bersiva herî mezin a li dijî kesên hewl didin HDP’ê bi operasyon, dozên kompasê û binçavkirinan tune bikin, li van qadan didin. Ev coş, bawerî û piştgirî hêza me ya bingehîn e. Tu kes nikare vîna gel têk bibe û bitepisîne. Hewl dan serî bi rêhevalê me Keskîn bidin tewandin lê wî serê xwe netewand û bi nîşaneya serkeftinê bersiv da. Di 2’yê adara 1994’an de jî heman lîstik lîstin. Parêzbendî rakirin û xwestin serî bi Orhan Dogan bidin tewandin lê nekarîn. Çendek roj berê parlamenteriya Semra Guzel xistin. Xwestin bi wê jî serî bidin tewandin lê nekarîn. Bersiva herî xurt bi mezinkirina têkoşînê tê dayîn û meşa me bêyî ku astengiyan nas bike didome.
POLÎTÎKAYÊN NEÇARESERKIRINÊ
Sedema van zextan a di siyaseta demokratîk de diyar e. Sedema wê polîtîkayên neçareserkirinê ya di pirsgirêka kurd de ye. Sedema neçareseriyê jî îmha û înkar e. Vê polîtîkaya îmha û înkarê jî li ser sê bingehan dimeşînin. Yek ji wan tesfiyekirina siyaseta demokratîk e. Bi vê yekê dixwazin siyaseta îmha û înkarê mayînde bikin. Lê siyaseta demokratîk li ber xwe dide û mezin dibe. Dê hêza mezin a HDP’ê bi wan bide windakirin. Her ku nikarin bi ser kevin, bêhtir dîn û har dibin û êriş dikin. Her ku êriş dikin xwe tune dikin. Hemû îktîdarên ku bi polîtîkaya şer nêzî pirsgirêka kurd bûn, niha di sergoya dîrokê de ne. Ev îktîdar jî ber bi wê sergoyê ve diçe.
POLÎTÎKAYÊN ŞER MEZIN DIKIN
Polîtîkayên dijminatiyê gel xizan dike. Yek stûna vê polîtîkayê jî planên şer in. Li ku derê destkeftiyeke kurdan hebe êrişî wir dikin. Mîna tişta niha li Rojava dikn. Polîtîkayên şer, stûna bingehîn a vê îktîdarê ye. Xerca ku wan bi hev ve digire, dijminatiya li kurdan e. Lewma jî em ji şer re dibêjin na. Polîtîkayên dijminatiyê û zîhniyeta nefretê welêt bêhtir xizan dike.
DIVÊ KOMKUJIYA LI PARÎSÊ BÊ RONÎKIRIN
Du roj berê li Parîsê di encama vê nefret û dijminatiyê de 3 kes hatin qetillirin. Xwedê rehma xwe li wan bike. Li holê guman û pirs hene. Tiştên 10 sal berê li wir qewimîn li holê ne. Nezelalkirina qetilkirina Sakîneyan van pirsan zêdetir dike.Lewma jî divê rêveberiya Fransayê jidil tevbigere û vê cînayetê ronî bike. Banga me ya ji bo rêveberiya Fransayê ev e. Kîjan hêz li pişt vê cînayetê ne divê tavilê bên ronîkirin. Da ku êdî serî li van çalakiyên hovane nedin. Em ê vê mijarê têxin rojeva hemû cîhanê.
SALANE 40 MILYAR DOLAR BO ŞER TÊ XERCKIRIN
Encamên hilweşer ên polîtîkaya şer em di her qadê de hîs dikin. Ji ber vê polîtîkayê mirovên me dimirin û nanê me tê dizîn. Nûnerê AKP’ê Nûrettîn Canîklî bi xwe li Meclisê ev rastî anî ziman. Li gorî lêkolînan, di nava şerê 40 salan de zêdetirî 3 trîlyon dolar pere hatiye xerckirin. Salane 40 milyar dolar tên xerckirin. Ev pere jî ji berîka gel derdikeve. Her ku şer didome, xizanî zêdetir dibe. Niha 30 milyon mirov di sînorê birçîtiyê de dijî. Heke pereyê bo şer tê xerckirin bi awayekî adilane li gel bihata parvekirin, niha rewşa welêt pir baş bûya. Dê aştî pêk bihata û ev jî bi xwe re edalet û xweşguzariyê tîne. Em li dijî şer in û dibêjin ku çareserî muzakre û guftûgo ye. Li dijî şer em aştiyê diparêzin û di vê armanca xwe de jî em bibiryar in.
TECRÎD XIZANTIYÊ KÛRTIR DIKE
Tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, berdewamiya zîhniyeta polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Tecrîd û polîtîkayên şer girêdayî hev in. Her ku tecrîd giran dibe, polîtîkayên şer jî mezintir dibin. Kengî planên şer bikevin dewrê, tecrîda li Îmraliyê jî girantir dibe. Ev 21 meh in ji Îmraliyê agahî nayên girtin. Li gorî agahiyên parêzeran, di dema serdana CPT’yê de Ocalan derneketiye hevdîtinê. Guman zêde dibin, tecrîda girankirî neçareseriyê kûrtir dike, şer û xizantiyê mezintir dike û pêşî li ber demokrasiyê digire. Lewma em dibêjin ku divê tavilê ev tecrîd bi dawî bibe. Di hevdîtina dawî de Abdullah Ocalan digot; ‘heke derfetê bidin min ez ê di hefteyekê de rê li ber pevçûnan bigirim.’
EM DIXWAZIN LI ÎMRALIYÊ BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN
Dixwazin bi rêya polîtîkayên şer xwe li ser pêyan bigirin lewma jî tecrîdê giran dikin. Li gel ku tê zanîn Abdullah Ocalan ji bo aştî û çareseriyê xwedî roleke girîng e jî tecrîdê giran dikin. Em dibêjin ku divê ev tecrîd bi dawî bibe. Me jî serlêdan kir û weke hevserokêan dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Hevdîıtina parêzeran mafê wî ye. Ev tecrîd derhiqûqtî ye. Ev îktîdar dixwaze li ser tecrîd û polîtîkaya şer hem siyasetê û hem jî pêvajoya şer dîzayn bike. Tecrîd mijareke sereke ya tevahî welêt e. Divê hemû kesên demokratîk û azadîxwaz li dijî tecrîdê derkevin. Lewma em bang li hemû partiyên siyasî dikin û dibêjin ku; li dijî israra îktîdarê ya di polîtîkayên şer de û dîzaynkirina siyasetê û pêvajoya hilbijartinê, şandeyekê ava bikin û daxwaza hevdîtina li Îmraliyê bikin. Bila kesek ji vê netirse. Sedema bingehîn a neçareseriyê tecrîd e. Lewma divê hêzên siyasî û demokrasiya civakî bi hev re dengê xwe derxînin. Werin em bi hev re ji şer re bibêjin na, daxwaza aştiyê û rakirina tecrîdê bikin.
EM Ê JIYANEKE NÛ AVA BIKIN
Hilbijartin nêz dibe û şer û operasyon didome. AKP-MHP xwe bi vî awayî ji bo hilbijartinê amade dikin. Em jî kolan bi kolan, mal bi mal digerin. Hêza me ya guherandina welat heye. Em ê demokasî, azadî, edalet û hemwelatiya wekhev bînin. Avakirina jiyaneke nû pêkan e. Di hilbijartinan de em ê nehêlin ev welat mecbûrî tarîtiyê bibe. Em soz didin ku dê vê rewşê biguherînin û îktîdar û pergala talan û zilmê bi dawî bikin. Em ê rêya komara demokratîk vekin û bi hev re bi ser kevin.”