MANÎSA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreya partiya xwe ya bajarê Manîsayê de axivî û destnîşan kir ku divê sedem û hesabên siyasî yên li pişt Komkujiya Parîsê demildest were eşkerekirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Manîsayê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywanek dawetê ya li bajêr li dar xist. Li salona ku kongre lê hat lidarxistin pankarta “Li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştî” hate daliqandin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, nûnerên rêxistinên sivîl û demokratîk û partiyên siyasî û gelek kes beşdarî kongreyê bûn û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin. Beriya kongre dest pê bike welatiyan li ber muzîkê govend gerand.
Bi bijartina dîwanê û rêzgirtinê kongreyê dest pê kir.
Hevserokên HDP’a Manîsayê Zubeyde Tarlabolen û Kerem Taylan axaftina destpêkê ya kongreyê kirin.
BÛLDAN: SALA 2022’YAN SALA TÊKOŞÎNÊ BÛ
Hevserok Pervûn Bûldan derket ser dike û xîtabî beşdarên kongreyê kir.
Bûldan wiha axivî:
“Sala 2022’yan bi dijwar û zehmetî derbas bû. Sala 2022’yan sala têkoşîn û berxwedanê bû. Em salek têr tije berxwedan li pey xwe dihêlin. Faşîzm nesekinî lê em jî nesekinîn. Faşîzmê êriş kir, me jî li ber xwe da û em têkoşiyan.
SEDSALA NÛ DÊ BIBE SEDSALA KURDAN
Faşîmz li her deverê bû, kurd li her kolan, meydan û deveran bûn. Li welatek ku ewqas faşîzm lê heye ji bilî berxwedan û têkoşînê tu rêyek din nîne. Lewma dê sala 2023’yan bibe sala me. Sedsala nû wê bibe sedsala kurdan û hêzên demokrasiye.
DARBEYA DARAZÊ
HDP partiya çareseriyê ya Tirkiyeyê ye. Ji ber ku HDP partiya çareseriyê ye ewqas êrişî me dikin. Ji ber ku em ê çareseriyê bînin lewma ewqas bi binçavkirin, zext, girtin, doza girtin û dozên kûmpasê dixwazin me asteng bikin. Li ser partiya me adeta darbeya darazê pêk tînin.
KES NIKARE HDP’Ê ASTENG BIKE
Em dizanin ku dixwazin HDP’ê bêhêz bihêlin. Êrişên lis er partiya me û DBP’ê berdewam dikin. Hê du roj berê li Amedê û gelek bajarên bakurê Kurdistanê êrişî DBP’ê kirin û Hevserokê me yê hêja Keskîn Bayindir û hevserokên bajaran xistin binçavan. Sedam wê jî ew e ku ji ber pêkhateya HDP’ê ye û hilbijartin nêz dibin. Dixwazin di vê Pêvajoyê de HDP’ê qels bikin. Lê em carek din dibêjin HDP îrade û hêza bi milyonan kes e. Kes nikare rê li ber xebat û fikriyata HDP’ê bigire û asteng bike.
NIHA NAVÊ WAN JÎ NAYÊ ZANÎN
Zemanekî li vî welatî Tansû Çîller û komika xwe her roj gef li kurdan dixwarin. Lê navê wan li ser rûpela siyasetê paqij bû lê kurd di rojeva dinyayê de ne. Kes êdî navê wan nizane. Yên ku îro yanî AKP a ku li ser rêçika Tansû Çiller û ekîba wê dimeşe wê ew jî têk herin. Em ê bi her awayî li dijî desthilata ku kurdan înkar dike têbikoşin.
BUDÇE JI ŞER RE TÊ VEQETANDIN
Li şûna ku ewqas êrişî me dikin bil abi pirsgirêkên welat re eleqedar bin. Bi salane li Tirkiyeyê şerek tê meşandin. Budçeya gel hemû ji şer re vediqetînin. Li aliyekî îktidar kêfa xwe bi budçeya şer dike li aliyekî jî gel feqîr û hejar dibe. Gelê me li benda hilbijartinê ye. Gelê me li benda roja şandina vê desthilatdariyê ye.
TECRÎDKIRINA OCALAN
Em dibêjin bila şer nebe, ew di şer û tecrîdê de israr dikin. Îro li Îmraliyê tecrîdeke girankirî ya li ser birêz Ocalan heye. Me li her derê got tecrîd binpêkirina mafên mirovan e, şerma demokrasiyê ye û tu aliyê wê yê rewa û hiqûqî nîne. Dîsa zîhniyeteke ku heta qanûnên xwe tevnagere, destûra bingehîn jî pêk nayîne, hevdîtina parêzer û malbatan a ji bo çûna Îmraliyê bi awayekî kêfî asteng dike. Qanûnên xwe nas nakin. Lê belê di pêvajoya aştiyê ya di navbera salên 2013-2015’an de dema birêz Ocalan diaxivî û pêvajo da destpêkirin li vî welatî şer nebû, aştî, aramî û muzakere hebû, me li vî welatî qeyrana aborî û bêîstiqrarî nedît. Me feydeyên aştî û muzakereyê ji bo welat dît. Dayik nedigiriyan. Cenaze nedihatin. Ciwan nedihatin kuştin. Ji ber ku wê demê pêvajoyeke diyalogê hebû. Di 28’ê Sibata 2015’an de bi redkirina Peymana Dolmabahçeyê re li şûna aştiya bi kurdan re dijminatiyê tercîh kirin. Ji wê demê û vir ve tecrîda li ser birêz Ocalan girantir û kûrtir bûye. Hemû destkeftiyên kurdan hatine desteserkirin, hewl tê dayîn ku kurdan ji siyaseta demokratîk dûr bixin û ev polîtîka hê jî didome.
SIYASETMEDARÊN GIRTÎ
Di girtîgehan de bi hezaran siyasetmedar hene. Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Îdrîs Baluken, Ayla Akat Ata, Sebahat Tuncel û hevserokên şaredariyan û bi hezaran kurd girtî ne. Pêvajoyek wisa dan destpêkirin ku îradeya kurdan tune hesibandin û qeyûman li şaredariyên kurdan bicih kirin. Li şaredariyan bi hezaran bêhiqûqî û dizî hene. Her roj dijminatiya daxwaz û mafên kurdan dikin. Neyartiya destkeftiyên kurdan dikin. Li dijî gelê kurd cihêkarî û nijadperestiyek mezin heye.
KOMKUJIYA PARÎSÊ
Kuştina 3 welatparêzên me yên kurd ku du roj berê li Parîsê ne bûyerek ji rêzê û asayî ye. Ez dixwazim sedemên siyasî û hesabên siyasî yên li pişt qetlîama Parîsê demildest werin eşkerekirin û derbixin holê. Di 9’ê Çileya 2013’an de dîsa 3 jinên kurd li Parîsê hatin qetilkirin.Ew qetlîam bihata ronîkirin wê ev qetlîam pêk nehata. Em behsa rewşeke wisa nakin ku bi lêborîn û sersaxiyê derbas bibe. Daxuyaniya Macron a 'Li Fransayê kurd bûne hedef' her tiştî eşkere dike. Kurd li hemû cîhanê dibin hedef, her tim dibin hedef. Yên ku dijminatiyê li kurdan dikin berpirsyarê vê yekê ne. Bila zanibin ku hebûna kurdan û siyaseta wan bi nefretê re rû bi rû ye lê wê kurd têkoşîn û siyaseta xwe bidomînin û hebûna xwe biparêzin. Me gelek pêvajoyên bi vî rengî dîtin, me kuştinên kiryar nediyar dîtin, me dît ku gundên me hatine şewitandin, di salên ku em dihatin sirgûnkirin de her yek ji me berdêlên giran dan. Me tu carî dest ji têkoşîn, nasname û çanda xwe berneda û em ê nedin jî. Ji niha û pê ve jî dê wiha be. Her kes neçare ku rêzdariyê nîşanî siyaset, têkoşîn, hebûn û nasnameya kurdan bide.
HÊZA ŞANDINA ERDOGAN DI DESTÊ ME DE YE
Em tev baş dizanin ku serkeftinek mezin jî bi xebatê pêkan e. Her kes baş dizane ku di hilbijartina Serokkomariyê de wezîfeya herî girîng li ser milê HDP’ê ye. HDP xwedî rolek girîng û kilîdê ye. Nexasim em dixwazin ku her baş bizanibe hemû xebat û amadekariyên me li gorî vê yekê kiriye. Bila tu guman û nakokî di serê gelê me de nebe. Em ê bi wezîfeya xwe rabin. Em wisa hêzek mezin in ku wê Pergala Serokkomariyê were guhertin û hêza şandina Recep Tayyîp Erdogan di destê me de ye. Em ê bi hêzek siha mezin xebatên xwe bidomînin. Ev hilbijartin ji bo me hemûyan girîng e. Em soz didin gelê xwe ku em ê hemû bi hev re bi ser bikevin û serkeftin a me ye.”
BIJARTINA HEVSEROKAN
Piştî xwendina raporên xebat û malî bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Giyasettîn Eral û Zubeyde Tarlabolen ji bo hevserokatiya bajêr hatin bijartin.