Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike

img
ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di mitînga Êlihê de axivî û anî ziman ku ev îktidar sînor nas nake û bi her awayî êrişî gelê kurd dike û got: “Îktidar bi girtin, binçavkirin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka 8’ê Adarê ya Êlihê mitînga bi dirûşma “Ji şer û xizaniyê re na” li dar xist. Piştî ku Koma Rîtmên Azad stranên xwe gotin, axaftin dest pê kirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî.
 
Aydenîz di destpêkê de gelê Êlihê slav kir û anî ziman ku roj derbas nabin ku zext û zordariyên li ser gelê kurd tunebin û neyên qetilkirin, neyên binçavkirin. Aydenîz diyar kir ku gelê kurd li dijî hemû êriş û qetlîaman li ber xwe dide û wiha got: “Ev îktidar ji bo hebûna xwe li dijî gelê Kurd ve xwe avakiriye. Bi dijminatiya li dijî gelê Kurd ve xwe li ser piyan dixwaze bigire. Lê belê ji ber têkoşîna mafdar a Kurdan ew paşve diçe. Wan winda kiriye. Ji ber vê yekê êrîş dikin, binçav dikin, berê xwe didin şer. Lê belê gelê Kurd li dijî van hemûyan li berxwe dide. Ev îktidar û dewleta ku sed sal in li her derê dijminatiya gelê Kurd dikin û vê ji xwe re wek kar dibîne. Lê ew jî dizanin ku dê gelê me hertim li berxwe bide û dê tu carî li dijî van êrîşan serî netewînin. Lewra jî bi van êrîşan xwe li ser piyan digire. Lê belê em berxwedana xwe ya mafdar ji têkoşîna gelê xwe digirin. Ew li her derê li dijî gelê kurd êrîş dikin û gelê kurd ji komkujiyan derbas dikin. Lê belê em peyama xwe ya rêxistinkirinê û yekbûyînê didin û em ê bidin. Em îro li Êlihê didin. Dê têkçûyîna wan ji ber rêxistinbûya gelê Kurd be. Dê çûyîna wan ji ber têkoşîna jinên kurd be.”
 
KOMKUJIYA PARÎSÊ 
 
Aydenîz bi lêv kir ku dijminekî ku li dijî gelê kurd sînor nas nake re rûbirû ne û bal kişand ser Komkûjiyên Parîsê û wiha axivî: “Di sala 2013’an de li Parîsê Sakîne Cansiz ku çawa hatin qetilkirin, di sala 23’ê Kanûnê de jî 3 rêhevalên me ji aliyê heman pergalê ve hatin qetilkirin. Em vê komkûjiyê şermezar dikin.” Axaftina Saliha bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ve hat birîn. Saliha, bang li hikûmeta Parîsê kir ku ser komkujiya sala 2013’an girtiye û pêşiya vê komkujiyê vekiriye û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê kesên ku ji vê komkûjiyê re bûn sedem derbixin holê. Ger ku dernexin holê wê demê destên wan jî di vê komkûjiyê de heye. Lewra jî bila demildest kesên bûn sedemê vê komkûjiyê derbixin holê. Destên ku Komkujiya Roboskî kirin, destên ku di sala 2013’an de Sakîne Cansiz qetil kir û komkujiya ku 23’ê Kanûnê de bû heman destan û pergalê kir. Lê belê em ê li dijî wan kesan têkoşîna xwe her daîm li her qadê bilind bikin. Em ê li dijî vê komkûjiyê serî netewînin. Ev îktîdar difikire ku bi komkûjiyan xwe li ser piyan bigire.”
 
‘DBP HÊZA XWE JI GEL DIGIRE' 
 
Aydenîz destnîşan kir ku îktidar wekî hemû hilbijartinan vê hilbijartinê jî wê bi şer derbas bike û wiha got: “Vê pêvajoyê bi komkûjî, girtin û binçavkirinan dixwaze bibe. Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir û li 8 bajarên din hevserokên me hatin binçavkirin. Lê hevalên me di bin çavan de bi serdana serkeftinê bersivek dan. Ev zext dê nikaribin me ji rêxistinbûyîna me gav paşve bide avêtin. Ew ê nikaribin  ji rêxistinbûyîna me re bibin asteng. DBP hêza xwe ya rewa ji gelê xwe digire. Em ê bi vê hêzê berxwedana xwe bidomînin. Hevalên me di bin çava  de ne û li berxwe didin. Em ê jî li her derê li berxwe bidin. Siyasetmedaran di girtîgehan de dîl digirin û difikirin ku ji xwe re cih vekirine. Dixwazin siyasetmedara dîl bigirin û vê pêvajoyê wisa bibin. Lê belê em sond dixwin ku em ê bi fikrê DBP û HDP’ê li her derê li berxwe didin. Em girtiyên di girtîgehan de slav dikin. Girtîgeh îro vegûherîne cihên tundî û îşkenceyê. Bi destên darazê û hiqûqê hemû qad veguherandina qada girtîgehê. Ji ber vê yekê hevalên me ligel nava çar dîwaran de ne jî li ber xwe didin.”
 
‘DIXWAZIN BI ŞER BI SER BIKEVIN'
 
Aydenîz bal kişand ser şerê li dijî Başûr û Rojava ku tê meşandin û wiha domand: “Li Başûr hêza wî têr nake berê xwe dide çekên kîmyewî. Li Başûr tiştek bi dest nexist û vê carê jî berê xwe dide Rojava û êrîşê vir dike. Li vir jî bi ser nakeve û berê xwe dide siyasetmedarên Bakur û vê jî bi gotina 'beka' dike. Lê em dizanin ku ev beka bekaya îktîdara wan e. Ev beka ne ya gelên Tirkiye û demokrasiyê ye. Em vê gelek baş dizanin ku ev polîtîkayên şer ku tên meşandin sedema qeyranê ye. Îro hemû welatê xwe li ser şerê budçeyê û dijminatiya qirkirina li ser kurdan ava dikin. Em ê jî li dijî vê yekê ji bo demokrasiyek bi nirx her derê bikin qêrîn.”
 
'TECRÎD DIBE SEDEMA ŞER' 
 
Aydenîz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd li Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Lê îro hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Ev tecrîd li hemû cîhan belav bûye. Ev tecrîd ger ku berdewam bike dê ev şer jî bidome. Ger ku ev tecrîd bidome dê pêşiya demokrasiyê bigirin. Ji ber ku birêz Ocalan pêşengê demokrasî û azadiyê ye. Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li CPT'yê dikin ku ger bêalî ye bila li pêşiya vê tundiyê bisekine û vê vebêje. Ji ber hevdîtin nayên kirin fikarên me zêde dibin. Nêzîkatiya li dijî demokrasî û azadiyê ye. Ji ber vê yekê heta birêz Ocalan azad nebe tu kes azad nebe. Ji bo birêz Ocalan azad be em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Piştî axaftina Saliha Aydenîz dengê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” ji qada olan dan. 
 
Piştre Hevserokê Giştî y ê HDP’ê Mîthat Sîncar axivî.
 
 

Sernavên din

26/12/2022
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir