NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî serdana Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin topbarankirin.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar, Serfermandarê Giştî Sererkan Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejahî Sererkan Mûsa Avsever, Fermandarê Hêzên Deryayî Fermanderya Ercument Tatlioglû û Fermandarê Hêzên Hewayî Sererkan Atîlla Gulan çûn serdana bajarê Hatayê ku li ser sînorê Sûriyeyê ye. Akar û şandeya pê re derbasî Fermandariya Sektorê ya Herêma Tevgerê ya Mertalê Biharê.
Piştî serdana Akar a li ser sînor, gundê Zer ê Girê Spî ku dikeve rojavayê Girê Spî û gundê Cilxilo yê li rojavayê Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran hatin topbarankirin.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) da zanîn ku gundê Mişêrfa yê li başûrê rojhilatê Zirganê û gundê Esediye yê li bakurê navçeyê dimîne bi obûsan hatin topbarankirin.