ENQERE - Şerên berjewendiyan ên hêzên kûrewî di sala 2022’yan de hevsengiya cîhanê serûbin kir. Ji ber şeran bi milyonan kes koçber bûn û berxwedana li dijî xizantiyê jî mohra xwe li salê da.
Piştî ku bandora şewba koronavîrusê (Covîd-19) kêm bûy, êdî “asayîbûn” dest pê kir. Piştî ku ewrên şewbê belav bûyîn, krîza aborî û civakî hîn bêhtir xuyanî bû. Pergala cîhanê ya “Bêbendbendî” ku piştî jihevbelavbûna Sovyetan çêbûbû, îsal dîsa teşe girt. Şer û pevçûnên di navbera benda Çîn û Rûsya serkêşiya wê dikin û ya NATO’yê ku DYA serkêşiya wê dike, bêhtir xuyanî bûn. Li hêlekê Rûsya bi şerê Ûkraynayê mijûl bû û li rexa din jî benda Rojava ev şer weke firsendek bi kar anî û NATO ya ku ev demekî dirêj bû ji bo wê pênaseya “nexweşê ku mejiyê wî mirî” lê dihat kirin dîsa zindî kir. Li dijî şerê Rûsya-Ûkraynayê, pêngavên berfirehbûnê ya NATO’yê, krîza enerjiyê, koçberî, guhertinên rêveberiyan, darbe, berxwedanên jinan, serhildana Jîna Emînî û krîzên aborî li gelek welatan çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û van geşedanên girîng mohra xwe li salê dan.
DARBEYA SALÊ YA EWIL!
Di sala 2022’yan de serokatiya demê ya Yekitiya Ewropayê (YE) ji Fransayê derbasî Slovenyayê bû. Di rojên ewil ên sala 2022’yan de çalakî û protesto dest pê kirin. Di 2’yê çileyê de li Kazaxistanê welatiyan ji ber fiyetên biha yên gazê dest bi çalakiyan kir. Ji ber ku di 5’yê çileyê de çalakiyên li Kazaxistanê pir mezin bûn, Serokkomar Tokayev li seranserî welêt Rewşa Awarte (OHAL) ragihand. Hêj meha çileyê bi dawî nebûbû ku li Burkîna Fasoyê darbeya leşkerî hat kirin û Serokê Dewletê Roch Marc Christian Kaboré dev ji peywira xwe berda. Di roja dawî ya meha çileyê de Paul-Henri Sandaogo xwe weke serokê dewletê yê Burkîna Fasoyê yê nû û serfermandar ragihand.
RÊVEBERIYA SRÎ LANKAYÊ GUHERÎ
Ji ber krîza aborî di meha gulanê de li Srî Lankayê gel daket kolanan. Çalakvanan got ku hikûmet aboriyê baş birêve nabe. Çalakvanan xwest ku Serokwezîr Gotabaya Rajapaksa û ji malbata Rajapaksa gelek rayedarên girîng îstîfa bikin. Çalakî roj bi roj mezintir bûn û piştî ku bi ser avahiya hikûmetê de hate girtin, serokwezîr neçar ma ku îstîfa bike. Parlamentoyê di 20’ê tîrmehê de Ranil Wickremesinghe weke serok hilbijart. Di mijdara 2022’yan de ji ber ku ji hêla aborî ve şert û merc baştir bûn, gelemperiya çalakiyan bi dawî bûn. Hat ragihandin ku bandora krîza aborî dê heta sala 2026’an bidome.
HILBIJARTINÊN LI CÎHANÊ
Sala 2022’yan li seranserî cîhanê bû sala hilbijartinan. Li Îtalya, Almanya, Fransa, Swêd, Macaristan, Ermenistan, Turkmenistan, Hindistan, Pakistan, Îsraîl, Filipîn, Kolombiya, Brezîlya, Koreya Başûr û DYA’yê hilbijartin hatin kirin. Di hilbijartinên îsal de gelemperî rastgir bi ser ketin.
LI ÎTALYAYÊ PARTIYAN LIHEV NEKIR
Di hilbijartinên serokkomariyê yên Îtalyayê de ji ber ku partiyên siyasî lihev nekirin, serokkomarê Îtalyayê yê heyî Sergio Mattarella dîsa weke serokkomar hat hilbijartin. Hilbijartina serokkomariyê di meha çileyê de dest pê kir û ji du baskên parlamentoyê Meclisa Nûneran û endamên Senatoyê û nûnerên ji rêveberiyên herêmî deng dan. Hilbijartin, di rewşeke kaotîk de derbas bûn û ji ber ku partiyên siyasî nekarîn ji nava rewşa heyî derkevin, Serokkomar Sergio Mattarella dîsa hate hilbijartin.
STEINMEIR DÎSA BÛ SEROKKOMAR
Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ji sala 2017’an heta niha peywira xwe didomîne. Di hilbijartinên 13’ê sibatê de dîsa hilbijartin hat kirin û ji hezar û 472 delegeyên Lijneya Hilbijêr a Federe ya Almanyayê hezar û 45’an jê dengê xwe dan Steinmeier û dîsa hate hilbijartin. Steinmeier, di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê de ji krîza Ûkraynayê heta demokrasî û pandemiyê bal kişand ser gelek mijaran û wiha got: “Erê rast e ez ê partîgiriyê nekim lê dema mijar bû demokrasî, ez ê bêalî tevnegerim. Yên ku demokrasiyê hedef digirin dê li hemberî xwe min bibînin. Li rojhilatê Ewropayê em li ber şerekî ne û sedema vê jî Rûsya ye.”
LI FRANSAYÊ SERDEMA DUYEMÎN A MACRON
Emmanuel Macron li hemberî Marine Le Pen a neteweperest-kevneperest dîsa weke serokkomar hat hilbijartin. Hat gotin ku di serdema duyemîn de dê têkiliyên Tirkiye-Fransayê bêhtir pêşbikevin. Marine Le Pen ji sedî 41,5 deng wergirt û cara ewil bû ku rastgirên tundrew ewqas zêde deng girtin. Bi vê yekê re piştî François Mitterrand (1981-1995) û Jacques Chirac (1995-2007) bû serokkomarê sêyemîn ku li Fransayê du caran li ser hev weke serokkomar hat hilbijartin.
LI SWÊDÊ HIKÛMETA RASTGIR
Koalîsyona sêbend a ku ji sê partiyên rastgir pêk dihat bi ferqekî pir biçûk di hilbijartinên giştî yên Swêdê de bi ser ket. Koalîsyona sêbend, di dengdayîna 36 roj piştî hilbijartinê de li hemberî 173 dengên “Na” yê bi 176 dengên “Erê” dengê pêewletiyê wergirt û hikûmet ava kir. Dema ku şerê Rûsya-Ûkraynayê didomiya, endamtiya Swêdê ya ji bo NATO’yê ji hêla Tirkiyeyê ve hat astengkirin. Tirkiyeyê ji bo endamtiyê hinek tawîz ji Swêdê xwestibûn. Di nava van tawîzan de radestkirina hinek penaberên siyasî yên kurd û rakirina ambargoya çekan jî hebûn. Helwesta hikûmeta rastgir di nava gelê Swêdê de rê li ber fikaran vekir ku tawîzan bide Tirkiyeyê.
ENCAMA LI MACARISTANÊ NEGUHERÎ
Li Macaristanê jî hilbijartinên giştî hatin kirin û hikûmeta Fidesz (Yekitiya Hemwelatiya Macar) û Partiya Gel a Demokratîk a Xiristiyan (KDNP) bi dengên pir zêde bi ser ketin. Viktor Orban, piştî hilbijartinê li Budapeşteyê ev peyam da: “Me serkeftineke ewqas mezin bi dest xist ku heke mirov li hîvê jî lê binêre dikare bibîne. Di heman demê ji Brukselê jî.”
GERÎLAYÊ BERÊ BÛ SEROKKOMAR
Namzetê çepgir Gustavo Petro ku yek ji gerîlayên berê bû, li Kolombiyayê ji sedî 50,5’î dengan wergirt û bû serokkomar. Cara ewil e ku li welêt hikûmeteke çep hate avakirin. Petro li paytext Bogotayê bangî hilbijêran kir û wiha got: “Serkeftina me, nîşaneya wê ye ku welatê me ji mezhebperestî û nexweşbînîtiyê dûr ketiye. Ev nîşaneya serdemeke nû ye. Roj roja kolan û qadan e.” Xebatkara paqijiyê ya berê Francia Marquez jî bû Cîgira Serok.
LI BREZÎLYAYÊ SÎLVA BI SER KET
Serokê Dewletê yê berê çepgir Luiz Inacio Lula da Silva di tura duyemîn a hilbijartinên serokatiya dewletê ya Brezîlyayê de bi ser ket. Reqîbê wî Bolsonaro ku rastgireke tundrew e, piştî ragihandina encaman got ku dê îtîraz bike. Lê ji îtîrazên wî encamek derneket û Silva di 13’ê kanûnê de mazbataya xwe wergirt. Silva dê di 1’ê çileyê de dest bi peywira xwe bike.
LI KOREYA BAŞÛR NAMZETÊ ZAYENDPEREST HAT HILBIJARTIN
Di hilbijartinên serokatiya dewletê ya Koreya Başûr de namzetê Partiya Hêza Gel ku kevneperestin Yoon Suk-yeol bi ser ket. Çapemeniya herêmî ji bo vê pêvajoyê got; “hilbijartina kesên jê nayê hezkirin.” Ji sedî 77’ê gel çû ser sindoqan. Yek ji sozên Partiya Hêza Gel ku Yoon pêşengê wê ye ew bû ku Wezareta Wekheviya Zayendan û Malbatê bi temamî ji holê rakin. Suk-yeol, mezinbûna tevgera femînîst a li welêt weke sedema welidîna kêm nîşan da.
HILBIJARTINÊN NAVBERÊ YÊN DYA’YÊ
Hilbijartinên navberê yên di 8’ê mijdarê de li DYA’yê de namzetên Komarparêz di Meclisa Nûneran li pêşiya Demokratan ketin. Hevrikiya wan a Senatoyê jî didome ku baskê duyemîn ê qanûndayînê ye. Heke piraniya nûneran a li Meclisa Nûneran bikeve destê Komarparêzan, tê gotin ku asta alîkariya darayî ya DYA dide Ûkraynayê dê were nîqaşkirin. Her wiha encama hilbijartinan dê di heman demê de bandorê li qanûna ku kurtajê weke mafekî makeqanûnî dibîne jî bike. Demokrat dibêjin ku heke di hilbijartinê de bi ser kevin, dê piştgiriyê bidin mafê kurtajê. Komarparêz jî dibêjin ku dê kurtaja piştî ducaniya 15 hefteyan were qedexekirin. Her wiha dibe ku di mijarên mafên penaberan, azadiya baweriyê û sûcên tundiyê de jî guhertin çêbibin.
Pispor dibêjin ku guhertinên piştî hilbijartinên navberê yên li Senato û Meclisa Nûneran dê di helwesta DYA’yê de guhertinekê çêneke. Tê gotin ku guhertinên heyî dê bandorê li tevdîrên ji bo pêşîlêgirtina êrişên îxtîmalî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike.
ŞERÊ KU HEVSENGÎ GUHERANDIN
Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin di 24’ê sibatê de ragihand ku li Ûkraynayê “operasyoneke leşkerî ya taybet” dane destpêkirin. Şerê heyî hêj didome û ji her du aliyan bi dehhezaran kes mirin. Bû sedema koçberiyeke mezin ku ji Şerê 2’yemîn ê Cîhanê heta niha mezintirîn koç bû li Ewropayê. Her wiha di asta kûrewî de jî mijara xelayê kete rojevê. Rûsyayê wisa texmîn dikir ku dê di demekî kin de Ûkraynayê kontrol bike. Lê hesabên wê hev negirt û bi têkçûneke mezin re rû bi rû ma. Welatên rojavayî alîkariyeke mezin a lojîstîkî, teknîkî û darayî dan Ûkraynayê. Rûsyayê êriş dabû destpêkirin lê xaka ku îlheq kiribû winda kir. Lê bandoreke neyînî ya mezin li Ûkraynayê bû.
NATO ya ku piştî şer dîsa hate zindîkirin, di meha hezîranê de Lûtkeya Madrîdê li dar xist û “Belgeya ewlekariyê ya stratejîk” a nû weşand. Rûsya û Çîn weke “hêzên dijmin” hatin pênasekirin. NATO bêyî ku raste rast tev li şer bibe, ziyaneke mezin gihand Rûsyayê. Hêviya Putin ji hilbijartinên navberê yên di 8’ê mijdarê de li DYA’yê hebûn. Serokê DYA’yê yê berê Trump û Partiya Komarparêz soz dida gel ku dê alîkariya didin Ûkraynayê qut bikin û bi Rûsyayê re lihev bikin. Lê Biden di hilbijartinan de hêza xwe parast û vê yekê jî Putin bêhtir tengav kir. Ev yek nîşan dide ku di polîtîkaya DYA’yê ya li dijî Rûsyayê de guhertineke mezin çênabe.
JI BO NATO’YÊ SERLÊDANÊN NÛ
Di dema şerê Rûsya-Ûkraynayê de ji bo endamtiya NATO’yê serlêdanên nû çêbûn. Ji bo endamtiya NATO ya ku piştî şerê sar 14 endamên nû li xwe zêde kiribû, îsal du welatên ku xwe “bêalî” didan naskirin serlêdan kirin. Swêd û Fînlandiya ku piştî şer ketin nava tirs û xofê, ji bo endamtiya NATO’yê serlêdan kirin. Serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistö di 15’ê gulanê de piştî hevdîtina bi hikûmet û parlamentoyê re ragihand ku welatê wan ji bo endamtiya NATO’yê bi awayeke fermî serlêdan kiriye. Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson jî di 16’ê gulanê de ragihand ku ji bo endamtiya fermî ya NATO’yê biryara serlêdanê kirine. Bi vê yekê re Swêd ji sala 1814'an re car ewiliye ku dev ji polîtîkaya bêalîtiyê berda.
BAZARIYA LI SER KURDAN
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li dijî serlêdanên fermî yên Fînlandiya û Swêdê yên di meha gulanê de muxalefet kir. Piştî ku DYA kete navberê, qerta “Vetoyê” hate rakirin. Di navbera Swêd, Fînlandiya û Tirkiyeyê de memorandumek hate îmzekirin. Swêdê ambargoya çekan a di sala 2019’an de li ser Tirkiyeyê rakir. Her wiha di nava kesên ku Erdogan dixwest bên radestkirin de muxalîfên ji Tirkiyeyê û kurd jî hebûn. Hat ragihandin ku Erdogan lîsteyeke ji 33 kesan pêk tê radestî Swêdê kir û jê xwest ku van kesan radest bike. Hêj gelek kes jî bi xetereya radestkirinê re rû bi rû ne.
Piştî Mahmût Tat ku navê wî ne di lîsteya radestkirinê de bû, her wiha ji bo penaberê kurd Nahsan Keser jî bi hinceta “hevjîna wî têkiliya xwe bi terorê re heye” biryara dersînorkirinê hate dayîn. Malbat û parêzeran diyar kirin ku biryar bi awayeke derhiqûqî hatiye dayîn û bang li hikûmeta Swêdê kirin ku ji vê biryara xwe vegerin.
ÊRIŞA NÛ YA LI DIJÎ KURDISTANÊ
Tirkiye ya ku xwest ji valahiya ji ber şerê Rûsya-Ûkraynayê derketî sûd wergire, li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê êrişeke nû da destpêkirin. Tirkiyeyê piştre jî berê xwe da Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê belê ji bo êrişeke berfireh a bejahî destûr nehate dayîn. Lê belê destûr hate dayîn ku heta astekê êrişan pêk bîne.
KRÎZA XUREKAN Û KORÎDORA DEXLÎ
Bi êrişa Rûsyayê re krîza xurekan jî derket holê. Ji ber ku keştiyan Ûkraynayê yên li bendergehên Behra Reş nekarîn derkevin, li seranserî cîhanê krîza xurekan derket. Ji bo derxistina dexlê li Ûkraynayê, “Belgeya Hewldana Sewqkirina Biewle ya Madeyên Dexl û Xwarinê ya ji Bendergehên Ûkraynayê” hate îmzekirin. Piştî peymana di navbera Tirkiye, Rûsya, Ûkrayna û NY’yê de, ofîsa Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonie Guterres daxuyanî da û got ku dê bi vê peymanê re rê li ber birçîtiya kûrewî û bêbaweriyê bigirin.
Lê Rûsyayê piştî peymanê ragihand ku Ûkraynayê bersiv daye êrişan û li keştiyeke şer xistiye û bi vê sedemê jî peyman da sekinandin. Di 2’yê mijdarê de jî Tirkiye, Rûsya û Ûkraynayê li pey hev daxuyanî dan û gotin ku korîdora dexil hatiye vekirin. Dema peymanê di 19’ê mijdarê de bi dawî dibû lê di 17’ê mijdarê de dema wê ji bo 4 mehan hate dirêjkirin.
KRÎZA PENABERAN
Ji ber şeran bi milyonan kes koçber bûn. Ewropa, di nava salên dawî de bi mezintirîn krîza penaberan re rû bi rû ma. Nêzî 7 milyon û 900 hezar penaberên ji Ûkraynayê reviyayîn berê xwe dan Ewropayê û li welêt jî heta meha gulanê nêzî 8 milyon kes koçber bûn. Heta 20’ê adarê jî ji çar parên nifûsa Ûkraynayê parek jê ji welêt koç kir.
Li gorî rapora penaberan a sala 2022’yan a Concern Worldwide ku çeteleya penaberan digire, îsal herî zêde li Sûriyeyê koçberî çêbû. Gelemperiya koçberiya li Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve çêbû. Piştî Sûriyeyê jî herî zêde koçberî li Ûkraynayê çêbû. Di rêza sêyemîn de jî Efxanistan hebû ku di 15’ê tebaxa 2021’an de Talîban lê bûbû serwer.
LI ÎRANÊ SERHILDANA 'JIN, JIYAN, AZADÎ'
Berxwedana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê îlonê de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, 3 meh li pey xwe hişt. "Jin, jiyan, azadî" bû dirûşma bingehîn a berxwedanê. Jin û ciwanan pêşengtiya berxwedanê kirin û di demekê kin de li seranserî bajarên Rojhilat û Îranê belav bû. Li gorî daneyên Mafên Mirovan a Îranê ya 17’ê kanûnê, di encama êrişên rejîma Îranê de 63 jê zarok û 32 jê jin bi giştî herî kêm 469 kes hatin qetilkirin. Îraniyên li dîasporayê û piştgiriyê didin çalakiyan jî ji welatên cîhanê xwestin ku zextê li Îranê bikin.
BERXWEDANÊN JINAN
Berxwedanên li Îran û Efxanistanê ku jin pêşengtiya wan dikin didomin û li seranserî cîhanê jî jin di tevahiya salê de li qadan bûn. Li dijî zexta Hindistanê ya ji bo girêdana dersokê ya bi darê zorê û qedexekirina kurtajê li DYA, Hirvatistan, Îtalya û Fasê jin daketin qadan. Jinên Kamerûnê ji bo ku di dema derxistina qanûnan de jin diyarker bin, dest bi çalakiyan kirin. Çalakiyên feminîstan ên li Kosovayê mohra xwe li salê dan. Li Ekvadorê cînayetên jinan hatin protestokirin û li Spanyayê jî jin li dijî tundiyê daketin kolanan. Di heman demê de li Kamerûnê bi hezaran jin û ji bo ku di pêvajoya aştiyê de cih bigirin bi hefteyan çalakî li dar xistin.
ÇALAKIYA BLACK LIVES MATTER
Çalakiyên Black Lives Matterê ku li dijî qetilkirina welatiyên reşik ji hêla polîsan ve li DYA’yê dest pê kiribû, veguherîn aliyekê din. Gelek welatiyan xwest ku budçeya ji polîsan re tê veqetandin bê kêmkirin û jinên reşik ên DYA’yî jî xwestin ku pergala polîsan bi temamî bê rakirin û pergaleke parastinê ya nû bê avakirin.
LÎSTEYA ‘JINÊN ÎLHAMÊ DIDIN’
BBC’ê ji bo sala 2022’yan ji çar aliyên cîhanê lîsteya “100 Jinên ku îlhamê didin” weşand. Di lîsteyê de ji her çar aliyên cîhanê jinên aktîvîst, parêzer, atlet, muzîkjen û femînîst hebûn. Jinên ji Rojhilata Navîn îsal mohra xwe li lîsteyê dan. Parastvana mafên mirovan Lîna Abu Akleh ku biraziya rojnameger Shireen Abu Akleh a filistînî ya ji hêla Îsraîlê ve hatiye qetilkirine, bazder Dîma Aktaa ya sûriyeyî ku di sala 2012’an di bombebaranê de lingê xwe winda kiribû, lîstikvana îranî Zar-Amîr Ebrahîmî, xwendekara afganî Fatima Amîrî ku di êrişeke bombeyî ya li dijî dibistanekê de çavekî xwe winda kiribû, aktîvîsta mafên jinan a reşikan Tarana Burke ku tevgera #MeToo ya li DYA’yê dabû destpêkirin û Gohar Eshgî ku roja kurê wê ji hêla rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin heta niha têdikoşe û weke ‘Emîne Şenyaşar a Îranê” tê nas kirin jî di nava vê lîsteyê de cih girtin.
JINÊN KURD DI LÎSTEYÊ DE CIH GIRTIN
Zara Mohammadî ku ji ber hînkirina zimanê kurdî li Îranê hate girtin, jina kurd a ku piştî qetilkirina Jîna Amînî cara ewil pora xwe jê kirî, aktîvîsta kurd a ku dayika wê di çalakiyên ji bo Jîna Emînî de hate qetilkirin û li ser gora dayika xwe pora xwe temamî jê kirî û soza serkeftinê dayî Roya Piraei, serekhemşîre Nîgar Marf ku li başûrê Kurdistanê di tedawîkirina jinên xwe dişewitînin de pispor e û Roza Salih ku koçî Îskoçyayê bûbû li Meclisa Şaredariyê hate hilbijartin jî di vê lîsteyê de cih girtin.
2’YEMÎN KONFERANSA JINAN A CÎHANÊ
2’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ku Tora Jin Pêşerojê Dirêsin organîze dikir, bi dirûşma “Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê” li Berlîn a Almanyayê hat lidarxistin. Konferans li Enstîtûya Teknolojiyê ya Berlînê hat lidarxistin, 2 rojan dom kir û ji dehan welatan gelek jin tevli bûn. Di konferansê de ji zimanên kurdî, inglîzî, almanî, îtalî, fransî, erebî û tirkî werger hatin kirin, gelek mijar hatin nîqaşkirin û komxebat hat lidarxistin. Di danezana konferansê de hat ragihandin ku ji bo mayîndekirina qadên têkoşîna hevpar û piştevaniyê, armanca wan ew e ku li dora dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” nexşerêyeke nû diyar bikin.
BIHABÛNA JIYANÊ
Li dijî krîza aborî li gelek welatan bi milyonan kes daket kolanan. Ji ber bihabûna her tiştî û pirsgirêkên debarê, li Bulgaristan, Peru, Kanada, Gana, Yewnanistan, Efrîqeya Başûr, Koreya Başûr, Spanya, Îtalya, Malawî, Zelandaya Nû, Romanya, Macaristan, Fransa, Endonezya, Tunus, Slovakya, Belçîka, Almanya, Sierra Leone, Bangladeş, Hindistan, Madagaskar, Haîtî, Gana, Moldova, Pakistan, Panama, Ekvador, Arjantîn, Ingilistan, Fas, Şerîaya Rojava gelek çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
ENDEKSA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ
Rojnamegerên Sînornenas (RSF) rewşa rojnamegeriyê ya li 180 welatan nirxandin, endeksa Azadiya Çapemeniya ya 2022’yan parve kir û da zanîn ku zexta rejîmên despotîk a li ser çapemeniyê û kontrola online zêde bûye. Hat ragihandin ku ev rewş li tevahiya cîhanê tê dîtin.
Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 149’an de ye. Di rapora salane ya RSF’ê de hat gotin ku Tirkiye di sala 2021’an de di rêza 153’yan de bû lê bi saya têkoşîna rêxistinên civaka sivîl daketiye rêza 149’an.
AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YA CÎHANÊ
Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê de Norveç di rêza ewil de ye. Li pey wê jî Danîmarka û Swîsrê tên. Ji welatên komunîst ên berê Estonya di rêza 4’an û Lîtvanya jî di rêza 9’an de ye. Li gorî lîsteya Ewropayê jî Bulgaristan di rêza 91’an û Yewnanistan jî di rêza 91’an de ye. RSF’ê da zanîn ku li 28 welatan rewş pir xerab e û li gorî vê yekê Myanmar di rêza 176’an de, Çîn di rêza 175’an de, Turkmenistan di rêza 177’an de, Îran di rêza 178’an de, Erître di rêza 179’an û Koreya Bakur jî di rêza 180’an de cih girt.
MA / Gozde Çagri Ozkose