NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gundekî nêzî Çiyayê Metîna û navçeya Amediyeyê yê Herêma Kurdistana Federe bombebaran kir.
Dewleta Tirk gundê Guherzî yê nêzî Çiyayê Metîna û navçeya Amediyeyê yê Herêma Kurdistana Federe bombebaran kir. Li gorî Rojnewsê, dewleta tirk Çiyayê Metînayê bi dijwarî bombebaran kiriye û 4 top nêzî gundê Guherzî yê dikeve Rojhilatê navçeya Amêdiyê ya bi ser Dihokê ketine.