STENBOL - Ciwanên Welatparêz ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan şermezar bikin pankarta “Li hundir û li derve tecrîdê perçe bike” daliqandin.
Ciwanên Welatparêz ji bo bale bikişînin ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û 21 meh in agahî jê nayên girtin pankart daliqand. Ciwanan li Taxa Haciahmet a li Beyoglûya Stenbolê pankarta “Li hundir û li derve tecrîdê perçe bike” daliqandin.