ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • rojane
  • 09:00 24 Kanûn 2022
  • |
img
* Qedexeyên li ser xebatên çand û hunerê mohra xwe li sala 2022’yan da û hunermend bi berhemên xwe bûn parçeyeke berxwedana gel. Nivîskar Firat Can wiha got: “Dema huner dibe parçeyeke berxwedanê, wê demê di nava civakê de tê pejirandin.” 
 
* Akademîsyen Ozgur Muftuoglû diyar kir ku sala 2022’yan bi deyn, enflasyon, bêkarî û xizaniyê derbas bû û wiha got: “Mîna salên berê, yên ku di sala 2022’yan de qezenc kirin dîsa sermayeya tekedest û derdora îktîdarê bû. Encam, girêdayî têkoşîna çînîtiyê û gelan e. Nexwe ev rêveçûn dê heta barbariyê biçe.” 
 
* Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari diyar kir ku berpirsiyariya tecrîda li Îmraliyê Wezareta Dadê ye û wezaret çi dike bila bike dê ji berpirsiyariyê xelas nebe. 
 
* Serok û endamên partiyên Tifaqa Kurdistanê ku bertek nîşanî operasyona li dijî DBP'ê dan, destnîşan kirin ku sedema êrişan dijminatiya li dijî kurdan e û ew jî dê li dijî van êrişan di nav piştgiriyê de bin. 
 
* Hunermendan bertek nîşanî polîtikayên şerî û êrişên dewletê dan û gotin: “Kurd di pêvajoyeke giran de derbas dibin, divê hunermendên kurd di vê pêvajoyê de erka xwe bi cih bînin.”
 
* Dayikên Roboskiyê ku ji bo ronîkirina komkujiya Roboskiyê û dîtina kiryarên zarokên xwe 11 sal in bênavber têdikoşin, gotin ku heta dilopek xwîn di canê wan de hebe, ew ê ji bo ronîkirina komkujiyê her doza edaletê bikin. 
 
* Şêniyên gundê Mêrkitikê yê navçeya Elkê ku di sala 1990'î de hatiye valakirin, ji bo vegerin gundê xwe daxwazname dane qeymeqamtiyê, lê ji ber vê daxwaznameyê ketine ber lêpirsînê. 
 
* Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Amedê parêzer Ozum Vûrgûn diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî bi ser avahiya DBP'ê de hatiye girtin û got ku dozgerî û dadggerî erka Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xesp kirine. 
 
* Amediyên ku bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Semra Guzelê dan, bi lêv kirin ku pergala zordar a li dijî vîna wan şermezar kirin û diyar kirin ku gelê kurd dê li vîna xwe xwedî derkeve. 
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 656'emîn de berdewam bike. 
 
* Geşedanên têkildarî qetilkirina her sê welatiyên kurd ên li Parîsê dê bên şopandin. 
 
* Çalakiya parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin dê li ber Wezareta Dadê berdewam bike.
 
* Konferansa Ciwanên HDP'ê dê li eywanek dawetê ya li Amedê pêk were. (10.00) 
 
* Saziyên elewiyan dê qurbaniyên Qetlîama Mereşê li Cemxaneya Erenler a li Mereşê bi bîr bînin. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 926'emîn de çalakiya xwe li ser înternetê li dar bixin. (12.00) 
 
* Malbatên Windayan û rêveberên ÎHD'a Amed û Êlihê dê çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar bixin. (12.00)
 
* Şaxên ÎHD'ê yên Enqere, Stenbol û Îzmîrê dê wek her hefteyê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)
 
* Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar dê li Amedê serdana Navenda Giştî ya DBP'ê bike. (13.30)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li Meydana Ûgûr Mûmcû mitîng li dar bixe. (14.00-19.00) ZINDÎ

Sernavên din

26/12/2022
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir