Li Kadikoyê Meşa Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bi dawî bibe

  • rojane
  • 15:07 18 Kanûn 2022
  • |

STENBOL - Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatin şewitandin ve hate destpêkirin, di hefteya xwe ya 39’emîn de bi dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin re azadî, bila tecrîd bi dawî bibe” bi meşeke girseyî ya li Kolanên Kadikoyê bi dawî bû.

 
Malbatên girtiyan ên Stenbolê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, ev saleke çalakiya Nobeta Edaletê dikin. Malbatan, çalakiya xwe bi meşeke girseyî ya li Kadikoy a Stenbolê bi dawî kirin. Meş, bi pêşengtiya malbatên girtiyan, endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) û bi dirûşma “Ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin azadî, bila tecrîd bi dawî bibe” hate lidarxistin. 
 
BI SEDAN KES HATIN GELHEV
 
Fînce Akman ku kurê wê Yakûp Akman li Girtîgeha Hejmara 3 ya Tîpa F a Sîlîvriyê tê ragirtin, Cemîle Çîftçî ku birayê wê Selîm Çîftçî li Girtîgeha Tîpa L a Umraniyê tê ragirtin û girtiyê nexweş e, Kumrî Akgul ku birayê wê Erdal Ozel li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin û girtiyê nexweş e, Cemîle Karakaş ku kurê wê Xemgîn Karakaş li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê tê ragirtin, ji xizmên girtiyan Gulsum Ozturk û Dayika Aştiyê Zeynep Calihan ku keçeka wê girtî ye, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, siyasetmedar û gelek kes tev li çalakiyê bûn.
 
ROJNAMEVAN HATIN ŞOPANDIN 
 
Beriya meşê gelek kolanên Kadikoyê, bi taybetî rawestgeha metrobûsa Sogutluçeşme, Kolana Rihtim û Îskeleya Emînonu ji aliyê bi hezaran polîs û wesayîtên binçavkirinê ve hatin dorpêçkirin. Her wiha têketinên gelek kolanan jî hatin girtin. Rojnamevanên ku beriya meşê li benda şopandina nûçeyan bûn, ji bo demekê ji aliyê polîsan ve hatin şopandin.
 
BÊYÎ HIŞYAR BIKIN BINÇAVKIRIN
 
Komeke kesên ku li ber rawestgeha metrobusê ya Sogutluçeşmeyê kom bûn bêyî ku bên hişyarkirin hatin binçavkirin. Hejmara binçavkiriyan nehat zanîn, hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyetên Polîsan ên Navçeya Tûzla û Kartalê.
 
JI RÊBERÊ PKK’Ê RE SILAV
 
Bi sedan kesên bal kişandin tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi çepikan û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatin Cadeya Kurbagalidereyê. Girseya ku gelek caran silav ji Rêberê PKK'ê re şandin, bi lêdana çepikan xwestin tecrîd, şewitandina înfazan û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe. Bi sedan kesên ku demeke dirêj bi çepik û tililiyan tecrîd şermezar kirin, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bila tecrîd bi dawî bibe”, “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. Kûmrî Akgul a çalakvana nobeta edaletê ku li vir daxwazên xwe qîr kir wiha got: “Her roj cenazeyên me ji girtîgehan derdikevin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin. Ji bo zarokên me nemirin û tabûtên wan dernekevin em li her derê edaletê dixwazin.”
 
DAYIK HATIN DERBKIRIN
 
Pişt re polîsan êrİşî girseyê kirin û xwestin bi îşkenceyê wan binçav bikin. Bi sedan kesên ku li dijî îşkenceya polîsan bi dirûşme, çepik û tilîliyan li ber xwe dan, hev hembêz kirin û zincîr çêkirin. Di vê navberê de polîsên ku êrişî dayikan kirin, laçikên wan ên spî kişandin û bi pêhnan îşkence li wan kirin. Polîsan hewl dan lingê çalakvana nobetê û yek ji malbata girityan Zeynep Calihan bişkînin. Her wiha polîsan piştî ku bi deqeyan li erdê kaş kirin gelek kes bi kelepçeyên bi paş ve binçav kirin.
 
POLÎSAN ŞİMAQEK LI HEVSEROK ENCU DAN
 
Polîsan şimaqek li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu dan û xeberên zayendî ji parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê û rojnamevanan re gotin. Kameramanê Arti Tv’yê Mehmet Zekî Kaya yê ku dema polîsan şimaqek li Encu dan kişand hate binçavkirin, polîsan li erdê pêhn li nûçegihan Ûmût Taştan dan. 
 
BI ÎŞKENCEYÊ HATIN BINÇAVKIRIN
 
Girseya tevî êrişên polîsan jî ji dorpêçê derdiketin bi çepik û dirûşmeyan çalakiya xwe domandin. Girseyê careke din li dijî îşkence, binçavkirin û tundiyê ji dorpêçê derketin û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Polîsan kul mli serê dayikên ku dorpêç kirin dan û îşkence li wan kirin. Dû re rojnamevan hatin derbkirin, gef li wan hate xwarin û kişandina wan a dîmenan hate astengkirin. Temamê girseya ku dayik jî di nav de bûn û hatin dorpêçkirin hatin binçavkirin. Nehat hînbûn ku çend kes hatine binçavkirin û kesên binçavkirin birine ku derê. 
 
BI TILÎLÎ Û DIRÛŞMEYAN MEŞIYAN
 
Meşa din jî li ser Cadeya Karakolhaneyê pêk hat. Girseya ku malbatên girtiyan, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek kes di nav de bûn bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Tecrîdê rakin, mirinan rawestînin”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” tecrîd şermezarkirin. Welatiyên li derdorê jî bi nîşaneya serkeftinê û bi çepikan piştgiriya dayik û girseya bi çepik û tilîliyan meşiyan kirin. 
 
Çalakî bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû. Rojnamevan jî ji aliyê polîsên sivîl ve saet û nîvan hatin şopandin. 
 
KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN
 
Di meşê de gelek kes hatin binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Ferhat Encu, Serhat Sekunder, Husamettin Sekunder, Burhan Gokgoz, Gulcihan Şengul, Aynur Taş, Cezmî Dînçer, Huseyîn Avras, Mehmet Nefeyaz, Erkan Gokçe, Umît Gokçe, Nejmettîn Yuknel, Mehmet Sena Arkadaş, Îsmaîl Sever, Sedat Kûrtûlûş, Alî Edebalî, Sebat Karûl, Dîlek Demîr, Çîçek Ariç, Mavîcan Kara, Emîne Arslan, Mehmet Onal, Îbrahîm Ûzûn, Erkal Balçik, Yûsûf Bozkûrt, Mehmet Çelîk, Kemal Yilmaz  Rohat Guvercîn, Ramazan Ozdemîr, Sûltan Gurbey, Beyhan Artar Bey.”
 
 

Sernavên din

21/12/2022
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe
09:12 Ew biçûk hatiye zewicandin lê niha li dijî vê têdikoşe
09:05 Serî li 5 saziyan da: Di birîna daran de hevkariya Midûriyeta Daristanan heye
09:04 Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2022'YAN
20/12/2022
22:04 Bafil Talabanî hevdîtin bi Mazlûm Ebdî re kir
21:07 Êrîşa polîsan li Îzmîrê hat şermezarkirin
21:02 Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:44 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Divê Davûtoglû paşperdeya komkujiyê bibêje
18:28 Qeyûmê Sûrê bi kemçeyan ket qada sîtê
16:56 Raportorê PE’yê yê Tirkiyeyê Sanchez çû serdana HDP’ê
16:55 Girtiyên ji Rojava sirgûnî Konyayê hatin kirin
16:45 Kiliçdaroglû piştgirî da Sancar: Em ê bi hev re têbikoşin
16:23 Li Amedê têkildarî teqîna li dijî wesayîta polîsan 4 kes hatin girtin
16:21 Latîf Çetîn piştî 30 salan hate berdan
16:18 Li Êlihê 3 kes hatin binçavkirin
15:40 Encu bi daxwaza cezakirina Ozcan li dozgeriyê gilî kir
15:36 Ji bo danişîna Seroka TTB’ê Fîncanci bang kirin
15:13 Li Kocaeliyê 5 endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin binçavkirin
14:52 Şandeya EMEP’ê serdana Encu kir
14:48 Dayika girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Rewşa wan roj bi roj xerab dibe
14:14 Kişanak: Ewilî biçin ji qeyûmên xwe hesab bipirsin
14:01 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:00 Danişîna doza Bayram Otelê hate taloqkirin
13:58 Sancar: Divê li dijî krîzan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
13:04 Berxwedana li Rojhilat û Îranê didome
12:53 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de biryar hat dayîn
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku bêedaletî bidome wê nobeta me berdewam bike
12:22 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
12:13 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 77’an de ye
11:57 Derbarê kesên kuştina Pakistan Demîr protesto kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin
11:46 Ciwanên ku li maça Amedsporê hatibûn bincavkirin hatin berdan
11:42 Îstînafê cezayê Polatsoy û 4 kesên din erê kir
11:06 HDP: Em hovitiya li Mereşê hate kirin ji bîr nakin
10:55 Stranên jinan dê li ser dikê olan bidin: LaWjeyên Jinan
10:27 Wezaretê mûayeneya bi kelemçe ya rojnamevana girtî parast
10:24 Temel: Ji bo tecrîd were rakirin em ê hemû hêza xwe seferber bikin
10:09 103 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:53 Li Sîncanê bi hinceta girtiyan “bêrêzî kirine” lêpirsîn dan destpêkirin
09:43 ‘Xebatên komîsyona lêkolînkirina kîmyasalê tên astengkirin
09:30 Ferhat Sarûhan ji ya xwe nehat xwarê: Ji bo vê axê û vî zimanî çû
09:10 Şêniyên Kaynartepeyê: Dewlet bi xwe tiryakê belav dike û difiroşe
09:08 Parêzer Demîrcî: Divê baro peywira xwe bi cih bînin
09:07 Li Edeneyê amadekariyên mitîngê: Astengiya herî mezin tecrîd e
09:05 Girtîgehê zerfa nameya ku navê 'Jîna Emînî' û dirûşma 'jin, jiyan, azadî' tê de nivîsandî guherandiye
09:01 17 meh in cenazeyê Kaya yê HPG'î radestî malbatê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2022'YAN
19/12/2022
23:05 Ateş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, hat warê xwe Amedê
19:51 Bûldan: Ew şîmaq nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdan e
19:01 Li Amedê êrişa li dijî Ferhat Encu hat şermezarkirin: Em ê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê
17:00 Sancar: Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqtiyan bipirsin
16:48 Malbata Gungen cenazeye keça xwe teşhîs kir lê cenaze nehat radestkirin
16:40 Mehmet Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
16:31 'Ji bo derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn hêjta rêxistinek nehatiye dîtin’
16:23 Semra Guzel: Ev doz, kompas e
16:19 ‘Ji peykerê Ehmedê Xanî heta ji her tiştên kurdî ditirsin’
15:56 Dayika Taybet û mele Hesen hatin bibîranîn
15:36 Qetlîama ‘Vegera Jiyanê’ di sala 22'yemîn de ye: Bila tîpên F û S bên girtin
15:33 Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêça polîsan da: Şermezar dikim
15:28 Bertekên li dijî êrişê mezin dibin: Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin
15:08 Demîrtaş di Doza Kobanê de axivî: Em ê hesab ji yên ku şimaq li îradeya bi milyonan kes xistin bipirsin
14:53 11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarên Colemêrgê yên berê hate birîn
14:37 Polîsê ku şimaq li Encu xistî perasiya Turkay jî şikandibû: Ev koma Soylu ye
14:16 Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin
14:13 Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin
13:57 Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar
13:51 Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime
13:35 Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
13:30 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin
12:21 Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin
11:43 Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin
10:52 Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin
10:41 'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’
09:49 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
09:07 ‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’
09:06 Malbatên kesên hatine qetilkirin: Em bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan
09:04 Îstînafê cezayê li rojnamevan Boltan hatiye birîn kêm dît
09:03 ‘Bacên me ne weke xizmet weke bombe li me dizivirin’
09:01 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin nadin malbatên wan!
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
18/12/2022
23:50 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:05 Hatay bi pileya 4.8 hejiya
21:25 Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk panela ziman û wêjeyê li dar xist
20:51 Ciwanan binçavkirin bi meşê şermezar kirin
20:26 Amedspor di Koma Spî de bû yekemîn
20:04 Hevserokê HDP’î di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir!
19:40 HDP: Divê şimaqa li Encu ketiye di guhê hemû partiyên siyasî de çingîniyê bike
18:03 Li Îzmîrê meşa tecrîdê: 50 kes hatin binçavkirin
17:41 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê tîma Edene Îdmanyûrdûyê 3-0 têk bir
17:20 Kovara Jineolojiyê ji bo Nagihan Akarselê hejmara taybet derxist
16:58 Bombeya gazê ya qedexekirî li Zapê hatiye bikaranîn
16:51 Yekitiya Sînemagerên Belgefîlmê: Divê Sîbel Tekîn tavilê were berdan
16:34 Posterê Abdullah Ocalan li Kadikoyê bi banê apartmanekê ve hate daliqandin
16:27 Barzanî û serbalyozê tirk bi rojeva Şengalê civiyan
16:24 Polîsekî di meşa Nobeta Edaletê de Ferhat Encu hedef girt
16:21 Riza Turmen: Aştî, şertê ewil ê mafên mirovan e
15:07 Li Kadikoyê Meşa Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:22 'Hejmara koçberan li seranserî cîhanê derket 280 milyon kesan’
14:12 Dengbêja têkoşer: Eyşê Şan
14:01 Dag: Hêza bingehîn a ku dê tecrîdê bi dawî bike ciwan in