Doza komkujiya Pirsûsê: Ahmet Davûtoglû bînin bila dinya biheje

  • rojane
  • 17:08 5 Kanûn 2022
  • |
img
RIHA - Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ê di doza Komkujiya Pirsûsê ku ji aliyê bersûcên fîrarî berdewam dike de axivî, gotina Ahmet Davûtoglû ya “Ez biaxivim wê dinya biheke” bi bîr xist û wiha got: “Ahmet Davûtoglû bînin bila dinya biheje.” 
 
Danişîna 3’yemîn a Doza Komkujiya Pirsûsê ku derbarê bersûcên fîrarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali de hatiye vekirin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hate lidarxistin. Endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, kesên ku di komkujiyê de birîndar bûn, parêzerên Platforma Edaletê ya Pirsûsê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Riha û Semsûrê, rêveberên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), bi endamên baroyên bajarên derdorê re hejmareke zêde kes beşdarî danişîna li kampusa Girtîgeha Tîpa T a li Rihayê hate lidarxistin bûn.
 
Danişîn ji ber pirsgirêka ragihandinê ya SEGBÎS’ê 2 saetan dereng dest pê kir. Biryar hat dayîn ku di rûniştina dozê de şahidên diviyabû li wan bihata guhdarîkirin, ji ber pirsgirêka SEGBÎS’ê di rûniştina pêş de bên guhdarîkirin. 
 
TBB’Ê XWEST MUDAXILÎ DOZÊ BIBE
 
Di danişînê de ewilî rêveberê TTB’ê Alî Bayram, ji bo mafên mirovan û serweriya hiqûqê biparêzin xwest mudaxilî dozê bibin. Dîsa Baroyên Sêrt û Semsûrê jî daxwaza mudaxiliya dozê kirin. 
 
‘BILA KUJER BÊN DARIZANDIN’
 
Dû re yek ji malbatên Pirsûsê Sûltan Yildiz anî ziman ku li ser wan zext heye û xwest li dadgehan kesên sûcdar bên darizandin. 
 
‘EM Ê DAXWAZA EDALETÊ BIPARÊZIN’
 
Bavê Çagdaş Aydin ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Fetî Aydin, xwest ku dîmenên kamerayê yên 5 saetan ên di dosyayê de derkevin holê û wiha got: “Çima li hemberî me kujerek nîne. Gelek malbat ji ber kursiyên vala hene nayên. Em ê dest ji daxwaza parastina edaletê bernedin. Em dixwazin ev daxwaza edaletê were bi cih.”
 
GILÎ KIR
 
Çagla Seven a di komkujiyê de birîndar bû, anî ziman ku di dosyayê de navên 5 kesan anîn danîn pêşiya wan lê ji van tenê Yakûp Şahîn ceza xwar û wiha got: “Em nizanin ka Yakûp Şahîn çawa alîkarî kiriye. Hêzên ewlekariyê alîkariya wan kiriye an nekiriye em nizanin. Di vê dosyayê de qet hêzên ewlehiyê nehatin darizandin. Îlhamî Bali yê di şopandina teknîkî de çima fîrarî ye. Van mirovan destên xwe hêjandin û dema bi awayekî teknîkî dihatin şopandin sînor derbas kirin û bombe teqandin. Heta ku berpirsyarên siyasî neyên darizandin ev dosya ronî nabe. Ez ji peywîrdarên ku şertên şopandina teknîkî pêk neanîn û miduriyeta polîsan gilîker im. Yekane rêya ku bigihin kujeran ev e.”
 
'7 SAL IN TU PÊŞKETIN ÇÊNEBÛN’ 
 
Ji malbatên ku zarokê xwe winda kirin Mehmet Ozkan jî wiha got: “Me jiya lê hêvîdarim kesek êşa zarokê xwe nekişîne. Em gelek mexdûr in. Tevî vê mexdûriyetê jî edalet tune ye. Ev 7-8 sal in tu pêşketin çênebûne. Îlhamî Bali hêj niha jî li ser peywira xwe ye. Ma kî dizane ku Bali teqîna li Taksîmê pêk ne aniye? Heke îro Îlhamî Bali nehatibe girtin û Davutoglû îfadeyê nede, dê komkujiyên li Tirkiyeyê her bidomin. Daxwaza me edalet e.”
 
Dayika Veysel Ozdemîr ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, Rabîa Ozdemîr jî xwest ku edalet pêk bê û daxwazên xwe yên berê dubare kirin. Malbat û birîndarên komkujiyê jî piştre axivîn û xwestin ku Davutoglû bê guhdarîkirin û faîl bên girtin. 
 
Parêzer Sezîn Uçar jî jî di danişînê de axivî û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Divê ji bo Fadîle Guleş û Halîl Îbrahîm Yoldaş ku beriya niha biryara guhdarîkirinê hatibû dayîn, biryara anîna bi darê zorê bê dayîn. Ji ber têkiliyên wan, li Şukru Yoldaş û Ayşenûr Înce weke şahid bê guhdarîkirin. Em dixwazin ku Yakûp Şahîn ku di Doza Komkujiya Pirsûsê de biryara girtinê bo hatibû dayîn, dîsa were guhdarîkirin. Her wiha em dixwazin ku li xwişka Îlhamî Bali jî were guhdarîkirin.”
 
NAKOKIYÊN DI DOSYAYÊ DE
 
Parêzer Serdil Îzol jî da zanîn ku Wezareta Tenduristiyê ji bo qeydên tedawiya Îlhamî Bali yên li Cîhanbeylî ya Konyayê bersivên nakok dane û xwest ku heman ewraq dîsa ji saziya tenduristiyê bên pirsîn. Her wiha Îzol got ku di qeydên Îlhamî Bali yên di Komkujiya Garê û ya Pirsûsê de nakokî hene û xwest ku ev yek bê sererastkirin. 
 
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî destnîşan kir ku di dosyayê de heta niha jî lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û bal kişand agahiyên binakok ên saziyên fermî. Ozbîngol, xwest ku belgeyên doza Pirsûsê ku ji hêla Mifetîşiya Milkiye ya Wezareta Karên Hundir li dosyayê bên zêdekirin. 
 
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî gotinên Ahmet Davutoglû ku digot; ‘heke ez biaxivim dê erd biheke” bi bîr xist û xwest ku Davutoglû bînin dadgehê û lê were guhdarîkirin. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Mûstafa Vefa jî daxwaza edaletê kir. 
 
Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe da. Dadgehê daxwazên mudaxilbûnê yên TBB û baroyên Sêrt û Semsûrê qebûl kir, daxwaza guhdarîkirina Davutoglû red kir û danişîn taloqî 23’yê adarê kir. 
 

Sernavên din

07/12/2022
09:05 Rojnamevana îranî Abasîan: Tirkiye û Îran ji bo rojnamevanan girtîgeh in
09:05 'Kovara Demeokratîk Modernîte fikrek e, nayê darizandin'
09:03 Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Gel bi vê meşê dikare tecrîdê bişikîne
09:01 Hevşaredarên jin: Dewletê bi tayînkirina qeyûman xwe teşhîr kir
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2022'YAN
06/12/2022
19:05 KCD û DBP li Bedlîsê bi gel re civiyan
16:54 Ji HDP’ê bo MHP’ê bersiva ‘mafên mirovan’: Ne hedê we ye
16:51 HSD: Di êrişan de saziyên xizmetê hedef tên girtin
16:38 Parlamenterên AKP û Partiya ÎYÎ şer kirin
16:27 Turan ê HDP’î: Ev budçe, budçeya şer e
14:59 Nobeta Edaletê di roja 146’an de didome
14:33 ‘Li Zanîngeha Dîcleyê di asta qirkirinê de sûc tên kirin’
14:22 Bîranîna bo Bahar Hezer: Bêcezahiştin kujeran cesaret dike
14:21 Rojnamevan Tûnç beraet kir
13:42 Bi hinceta ‘fikaredar e’ nehiştin ziyaretvan biçin hevdîtina rojnameger Deger
13:01 Daxwaza betalkirina doza Aydogan hate redkirin
12:56 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe herkes sûcdar e
12:44 Ji medyaya alîgir manîpulasyona ‘MÎT’ê’
12:43 Di çalakiya Nobeda Edaletê de bertek nîşanî girtina Şadiye Manap dan
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:08 Wesayîta zirxî ya artêşa tirk da ser dayikek û keça wê
12:04 Li Rojhilat û Îranê agirê azadiyê roj bi roj geştir dibe
12:01 Girtiyê bi nexweşiya penceşêrê ketiye nayê dermankirin
11:48 Eksîk ê HDP’î ku ji hêla polîsan ve hatibû îşkencekirin bang li Meclisê kir
11:35 Parêzerê Şadiye Manap: Mafê wê yê hêviyê hate binpêkirin
10:42 Di rêveberiyên herêmî de jin dê stratejiya jinûveavakirinê esas bigirin
10:29 Kamaç: Tirkiye bi polîtîkaya Rojava re dê bêçare bimîne
10:28 Rojnameger Turfent: Bêdengî jehr e, divê em vê jehra li hember çapemeniya azad ji holê rakin
10:06 Rojnameger Kasim: Ev pêvajo dê teqez bi serkeftina Rojava tacîdar bibe
09:22 Ji AKP'ê îtîrafa budçeya şer: Cebilxaneyek 5 milyon dolar e
09:03 Banga ji bo çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Têkoşîna gel dê tecrîdê bişikîne
09:02 Li Yildirim ku yek ji kiryarên doza Mûsa Anter, ceza hat birîn
09:01 Hilbijêrên kurd: Vekirina deriyê Îmraliyê wê veguhere çerxeke jiyanî
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:24 Li Nisêbînê jinek bi çekê giran birîndar bû
05/12/2022
18:07 Sancar: Ev budçe, budçeya xatirxwestinê ya desthilatê ye
17:58 Bûldanê eşkere kir ku dê berendama wan a serokkomartiyê jin be
17:08 Doza komkujiya Pirsûsê: Ahmet Davûtoglû bînin bila dinya biheje
16:40 HSD: 51 gund, mezra û navendên bajarokan hatin bombebarankirin
16:29 Baroya Sêrtê dê mudaxilî dosyaya doza Malbata Şenyaşar bibe
16:13 Hejmara birîndarên di qezaya Alîbeykoyê de derket 33’yan
16:05 Li Berwariyê operasyona leşkerî: Nahêlin şêniyên gund ji malên xwe derkevin
15:47 Anonymous’ê malpera hikûmeta Swêdê girt
15:35 Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
15:07 DMME’yê têkildarî girtina rojnamevanan ji Tirkiyeyê parastin xwest
14:53 Li Rojhilat û Îranê greva giştî dest pê kir
14:53 Li gorî îdiaya Oktay ê AKP’î sedema krîza aborî şerê Rûsya-Ûkraynayê ye!
14:45 Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kir
13:51 Ferît Şenyaşar: Heta ku dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel
13:36 DÎSK: Divê kêmtirîn mûçe 13 hezar û 200 lîre be
13:10 Dayika girtiya ku daxwaza hevdîtina bidîmen dikir jiyana xwe ji dest da
12:35 Ahura û Praksîsê bi stranekê piştevanî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê
11:52 Ji bo MHP’ê li ser rêya astengdaran qulûbeya polîsan hat çêkirin
11:35 Girtiya ku piştî 30 salan hatibû berdan dîsa hate girtin
10:59 TUÎK’ê enflasyon weke ji sedî 84, ENAG’ê jî weke ji sedî 170 aşkere kir
10:58 Çevîrmen: Bi hincetên vala nahêlin girtî bên berdan
10:43 JINNEWS’ê çeteleya meha mijdarê parve kir: 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin
10:25 Girtiyê nexweş ku bi kamerayan tê şopandin: Tiştek bi serê me were girtîgeh berpirsyar e
10:19 Ozyildiz piştî 30 salan hate Amedê
10:03 Li Qamişloyê teqîn pêk hat: Kesek birîndar bû
09:49 Hevdîtinên budçeyê dest pê dikin
09:40 Êrişên bi çekên kîmyewî di manşeta L’Humaniteyê de ne
09:39 Mahmût Tat ê Swêdê radestî dewleta tirk kir hate girtin
09:07 Hevşaredarên HDP’yî: Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet li dora ‘Jin jiyan azadî’ xwe bi rêxistin bikin
09:06 Endamê DÎB’ê: Tirkiye li Başûr bi ser neket niha jî êrişî Rojava dike
09:05 ‘Ne ji bo şer divê budçe ji xwendekar û welatiyan re bê veqetandin’
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye