Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?

  • rojane
  • 09:01 4 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Aynûr Elçîoglû, hevjîna Abdullah Elçîoglû yê ku di sala 2014'an de li Kobanê di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, wiha bertek nîşanî êrişên li ser Kobanê da: "Kobanê çi kiriye, doza çi li Kobanê dikin? Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?"
 
Dewleta tirk bi hinceta teqîna li Taksîma Stenbolê ku di 13’ê mijdarê de çêbûbû, di şeva 19-20'ê mijdarê de ji hewa ve êriş birin ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hin deverên Herêma Federe ya Kurdistanê. Di êrişên hewayî yên ewil ên dewleta tirk de, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah jî di nav de zêdetirî 11 kes hatibûn qetilkirin. Êrişên dewleta tirk ên li ser Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber berdewam dikin. 
 
Aynûr Elçîoglû, hevjîna Abdullah Elçîoglû (36) yê ku di sala 2014’an de di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê da û xwest demildest ev êriş bên sekinandin.
 
Abdûllah Elçîoglû, di 2014'an de gava DAIŞ'ê bi hemû hêza xwe Kobanê dorpêç kiribû, tevî 5 zarokên xwe berê xwe dabû Kobanê û di 2'yê tebaxa heman salê de li Kobanê di dema êrişên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. 
 
'BI HAWARA ZAROKÊN KOBANÊ ÇÛ'
 
Aynûr Elçîoglû anî ziman ku hevjînê wê bi hawara zarokên Kobanê çûye û got ku kesekî xwedî wijdan bû û wiha got: "Me bi hev re televîzyon temaşe dikir. Li Kobanê zarok û kal dihatin topbarankirin. Dihatin kuştin û birîndar dibûn. Ji tîna û birçîna dimirin. Ev yek gelekî bandor li me kir. Hevalê min ji dayika xwe re got, 'Ez ê çawa bikaribim biçim wê derê?' Me nedizanî ku wê biçe wê derê. Ji dayika xwe re got, 'Niha heke ev zarokên me bûna, heke bi vê yekê re rû bi rû bimana ma dê kes nehata alîkariya me?' Piştre got, 'Divê em bi hawara van zarokan ve biçin.' Dîmenên di televîzyonê de dihatin belavkirin bandor lê dikir. Û berê xwe da Kobanê. Piştî ku çû Kobanê, du sal bi ser re derbas nebûn em jî ketin heman rewşê de. Em jî wekî xelkê Rojava koçber bûn. Me jî heman êş kişandin. Ew bi hawara zarokên Kobanê çûn û em jî li vir rastî êrişan hatin. Bavê 5 zarokan bû. Piştî ku ew dîmen temaşe kirin, wijandanê wî qebûl nekir û çû."
 
'XEW BI ÇAVÊ ME NAKEVE'
 
Elçîoglû bi lêv kir ku sekinandina van êrişan bi tifaqê pêkan e û wiha axivî: "Çima îro dîsa êrişî Kobanê dikin? Kobanê çi kiriye, doza çi li Kobanê dikin? Bêyî bibêjin ev dibistan e, nexweşxane ye, park e, hema êriş dikin. Çawa xew bi çavê we dikeve? Dewletê navê DAIŞ'ê li xwe kirin û êrişî Kobanê kir. Em naxwazin dîsa êrişî Kobanê bikin. Xew bi çavê me nakeve. Bes e ji van komkujiyan re. Divê em mil bidin milê hev û li hemberî van êrişan rabin. Bila tevahiya cîhanê ji vê komkujiyê re bibêje êdî bes e. Divê cîhan xwe bêdeng neke. Kîjan kurd li ku dibe bila bibe divê mil bidin milê hev. Zarok, ciwan, kal tên kuştin. Bila bes kuştin çêbibin."
 
'AXA MIROV ÎMANA MIROV E'
 
Bi domdarî Elçîoglû xwest ku êrişên hatine destpêkirin bên sekinandin û axaftina xwe wiha qedand: "Em dibêjin biratî, aştî û wekhevî. Ew dibêjin neyartî. Hûn di kîjan wextê de ne? Ma we zarok nîn in ku hûn vê dikin? Heta kengî kuştin? Bila bes ev komkujî çêbibin. Divê em li ber xwe bidin. Ji hewayê ve êrişî Kobanê dikin. Ma ew nafikirin ku ew bombe dê kê bikuje? Ma wijdanê wan tune? Gava em ketin destê DAIŞ'ê, em xwedî li hev derneyên, ma em ê kengi xwedî li hev derkevin? Em hemû wek hev in. Ger îro êriş li wan bê kirin, dê sibê êrişî me ji bikin. Bila bes dayik bigirin. Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye? Tu çawa êriş diki, tu çawa radizê? Axa mirov îmana mirov e. Heke em li axa xwe xwedî dernekevin, dê îmana me jî tune be."
 

Sernavên din

04/12/2022
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin
15:04 Xizmên girtiyan: Ocalan dikare hemû pirsgirêkan çareser bike
14:55 Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derçû
14:46 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Mêrsînê da
14:35 Li 40 jinan ji ber meşê doz vekirin: Çalakiya me rewa û qanûnî ye
14:16 Li Emniyeta Enqereyê îşkence li jinên binçavkirî hat kirin
14:01 Doza Kobanê: Gelo biryara DMME’yê di dosyeyê de heye?
13:54 Dewleta tirk êrişî Kobanê û Eyn Îsayê kir
13:47 Gunay bang li Wezareta Dadê kir: Bersivê bidin serlêdanên ji bo Îmraliyê
13:12 Rojnamevan Zubeyde Sari hat beraetkirin