Jin li dijî tundiyê serî natewînin

  • jin
  • 10:57 1 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Jinên ku li dijî tundiya polîsan di 25 Mijdarê de ji qadan venekişiyan, destnîşan kirin ku wê li dijî armanca “serî tewandinê” ya deshilatê têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
Jinên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Dijî Jinê ya Navneteweyî de li Stenbolê bi taybetî li Qada Taksîmê û Kolana Îstîklalê li gelek cihan bi dirûşmeya “Em ji bo azadiya xwe bêdeng nabin. Em dev ji jiyana xwe bernadin” derketin qadan, wekî salên borî careke din rastî tundiya polîsan hatin. Ji jinên ku bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” li dijî her cure tundiyê derketin qadan herî kêm 209 jê hatin binçavkirin. Jinên pişt re hatin berdan, duh li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin gelhev, giliyê polîsan kirin. 
 
‘EM JI QADAN DERNEKETIN’
 
Ji Tora Parastina Jinê Ruya Kûrtûlûş anî ziman ku tevî tundiya polîsan jinan di 25’ê mijdarê de qad terk nekirin û wiha got: “Tevî dorpêç û artêşa polîsan me biryara qedexeyê nas nekir û meşa xwe li dar xist.” Kûrtûlûş, bi lêv kir ku xwestin ku tundiyê şermezar bikin lê rastiyê tundiyê hatin û da zanîn ku di pêvajoya binçavkirinê de heta îfadeyên hevalan hatin wergirtin kelemçe nehatin derxistin. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ 
 
Kûrtûlûş, destnîşan kir ku AKP li dijî jinan “polîtîkayeke dijminane dişopîne” û wiha berdewam kir: “AKP hewl dide jinên serî netewînin asteng bike û zextê li wan bike. Lê ev teqez bi tundiya polîsan çênabe. Em ji vir radigihînin ku em ê li dijî tundiya polîsan li welat têkoşînekê bidin destpêkirin. Em bang li hemû beşên civakî û rêxistinên muxalefetê jî dikin ku di vê mijarê de berpirsyariyê bigirin ser xwe. 
 
‘EM HÊZA XWE JI YEKITIYA XWE DIGIRIN’
 
Endama Platforma 25’ê Mijdarê Ferîde Eralp jî bi lêv kir ku di tundiya polîsan de pêvajoya “konsepteke nû” dest pê kiriye û wiha got: “Desthilat tehamula îtîrazeke herî biçûk jî nake. Li dijî tundiya polîsan tişta herî girîng em bikin ew e ku em qelebalixiyê berdewam bikin. Ji ber ku em hêza xwe ji yekitiya xwe digirin. Gelekî girîng e ku em vê ji bîr nekin.”
 
BANG LI JINAN KIR
 
Eralp, bi lêv kir ku deng derxistina jinan a bi hev re rejîmên zordar û dîktator tirsandin û bal kişand ser serhildana jinan a li Îranê. Eralp, bi lêv kir ku pergala serwer a zilam ji bo mayîndebûna xwe biparêze, dest ji tundiyê bernade û ev bang kir: “Divê herkes li dijî tundiya polîsan a 25’ê mijdarê derkeve. Ne tenê jin divê parlamenter, baro, sendîka, odeyên pîşeyî û hemû civaka ji vê rewşê aciz divê li dijî tundiyê derkeve. Werin em bi hev re giliyê vê tundiyê bikin û rê nedin ku tundî asayî bibe.”
 
TUNDIYA MÊR-DEWLETÊ 
 
Parêzer Yelda Koçak jî binpêkirinên ku roja binçavkirinê qewimîn rêz kirin û wiha got: “Me hewl da dengê xwe ji baroyan re ji yekitiya baroyan re ragihînin. Me got belku tiştek bibe em sekinîn. Muwekîlên me yên hatin binçavkirin hatin derbkirin û bi kelemçeyên bi paş ve bi saetan di nava wesatîtan de hatin sekinandin. Agahî nedan ku muwekîlên me birine kîjan nexweşxaneyê. Lîsteyên ku çend kes hatine binçavkirin nehatin aşkerekirin. Aşkerekirina lîsteya rast, ji bo kontrol bike ka di bin çavan de windahî heye an na gelek girîng e. Di 25’ê mijdarê roja tekoşîna tundiya li dijî jinê de em rastî tundiyeke zêde ya mêr-dewletê hatin. Tevgera jinê ku muxalefeta herî xurt a vî welatî ye, wê hesabê vê tundiyê bide û em ê şopdarên wê bibin.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

05/01/2023
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin