NAVENDA NÛÇEYAN - DMME’yê serlêdana dozê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li dijî Yewnanistanê qebûl kir û ji Atînayê parastin xwest.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, li dijî Yewnanistanê serlêdan kiribû, ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hat qebûlkirin. Li gorî nûçeya Deutsche Welle (DW) yê; di serlêdana ku Ocalan bi rêya parêzerên xwe kirî de hat gotin ku sepanên di dema komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan de ketine meriyetê ku starta komployê di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de hate dayîn, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne. Di serlêdanê hat destnîşankirin ku radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê, Yewnanistanê serlêdana Ocalan a ji bo îltîcayê lêkolîn nekir, bi awayekî derhiqûqî li Yewnanistanê hat ragirtin û derfet jê re nehat dayîn ku li dadgehên Yewnanistanê li mafên xwe bigere û ev yek jî weke binpêkirina gelek xalên PMME’yê ye.
Rêberê PKK’ê Ocalan, dema ku li ser xaka Yewnanistanê (9’ê cotmehê li balafirgeha Atînayê, 29’ê çile-2’yê sibata 1999’an li Girava Korfuyê, 2-15’ê sibata 1999’an li Konsolosxaneya Yewnanistanê ya li Kenyayê) bi awayekî fiîlî hatiye girtin û ev yek bêyî ku bingeheke hiqûqî hebe hatiye kirin. Hat destnîşankirin ku ev yek binpêkirina xala 5’emîn a PMME’yê ye ku têildarî mafê azadî û ewlehiyê ye.
PÊVAJOYA LI YEWNANISTANÊ
Abdullah Ocalan beriya pêvajoya DMME’yê, di 4’ê kanûna sala 2008’an de serî li Dadgeha Îdarî ya Atînayê dabû û diyar kiribû ku biryarên meqamên yewnan ên di sala 199’an de derheqê wî de dabûn li dijî rêgeza ku kesê cara ewil serlêdana îltîcayê dike nabe ku were dersînorkirin e. Lê belê ev serlêdana Ocalan di 30’ê çileya sala 2017’an de ji hêla Dadgeha Îdarî ya Atînayê ve hatibû redkirin.
Dadgeha Îdarî di biryara xwe ya bihincet de wiha gotibû: “Polîtîkayên ku hikûmeta yewnan dimeşîne, li derveyî kontrola daraza Yewnanistanê ne. Ji bo lêkolînkirina serlêdana îltîcayê ya Oalan, pêvajoya di navbera 29’ê çileyê û 15’ê sibatê de demekî kêm e. Dewlet, ji xeletiyên ji ber xebatkarên îstîxbaratê qewimî ye berpirsyar nîne.”
DAXWAZA NÊRÎNÊ JI ALIYAN KIR
DMME’yê serlêdana Ocalan qebûl kir û hem ji hikûmeta Yewnanistanê û hem jî ji parêzerên Ocalan nêrîn xwest. Dadgehê pirsa “Gelo sîxûrên yewnan Ocalan radestî dewleta tirk kir?” ji hikûmeta Yewnanistanê kir. Dadgehê 12 hefte muhlet da her du aliyan ku nêrînên xwe ji dadgehê re bişînin. Tê payîn ku DMME dê di çarçoveya van nêrînan de biryara xwe ya têkildarî doza Ocalan a li dijî Yewnanistanê bide. Dadgeh dikare di vê pêvajoyê de danişînan li dar bixe.
JI DMME’YÊ BIRYARÊN BINPÊKIRINÊ
Her wiha Ocalan di demên berê de li Tirkiyeyê jî doz vekiribû. Pêvajoya dozê ya Ocalan a li DMME’yê, di 16’ê sibata 1999’an de dema ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê dest pê kir. Parêzerên wî bi sedema “Xetere li ser jiyana wî heye, rastî miameleyeke xerab hatiye û bi awayeke adilane nayê darizandin” serî li daraza Strasbourgê dabûn. Piştî serlêdanê jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê û Nêzikatiya Xerab a Ewropayê (CPT) piştî serlêdanê di 2’yê adara sala 1999’an de çûbû serdana Îmraliyê ku yekemîn û tekane şandeye ku çûye serdana Îmraliyê. Di gulana sala 1999’an de jî rapora “Ocalan nehatiye îşkencekirin û nêzikatiyeke xerab li dijî wî nehatiye kirin” bi raya giştî re parve kiribû.
DMME’yê di danişîna 21’ê mijdara 2000’an a li Strasbourgê ji bo serlêdana Ocalan got ku dikare were qebûlkirin. Di 12’ê adara sala 2003’yan de jî biryara xwe ya ewil ragihand û biryar da ku di pêvajoya darizandina Ocalan a li Tirkiyeyê de xala 6’emîn a PMME’yê ya derheqê darizandina adilane de, xala 5’emîn a derheqê azadî û ewlehiyê de û xala 3’yemîn a derheqê nêzikatiya xerab de hatine binpêkirin.
Doza Ocalan a duyemîn (Ocalan-2) a li DMME’yê ku li dijî Tirkiyeyê vekiribî jî di sala 2014’an de biencam bûbû. Dadgeha Strasbourgê ku giliyê li ser bingeha xala 3’yemîn a PMME’yê hatibû kirin lêkolîn kir, biryar da ku di şert û mercên ragirtina Ocalan a heta 17’ê mijdara sala 2009’an de binpêkirin çêbûne. Her wiha dadgehê destnîşan kiribû ku di şert û mercên ragirtinê yên Ocalan a piştî vê pêvajoyê de binpêkirin çênebûye û ji bo serlêdanên bi daxwaza hevdîtina li girtîgehê tên kirin jî îdiaya “binpêkirin tune ye” kiribû. Her wiha DMME’yê, di çarçoveya xala 3’yemîn a PMME’yê de jî ji bo serlêdana têkildarî “mafê hêviyê” biryara binpêkirinê dabû.