NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku hevdîtina li gel CPT’iya ku ji pergala tecrîda Îmraliyê berpirsiyar digire red kir wiha gotibû: “Dewlet xeletiyan dike. Ez dixwazim parêzerên min bên vir û bi min re hevdîtin bikin.”
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê, di serdana xwe ya 20-29'ê îlonê ya Tirkiyeyê de eşkere kiribû ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên ku 20 meh in agahî ji wan nayê girtin, li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilindhevdîtin kiriye. Di daxuyaniya CPT de hat diyarkirin ku şert û mercên muamele û girtina Abdullah Ocalan, Konar, Aktaş û Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê hatine lêkolînkirin û bal hat kişandin ser çalakiyên civakî û têkiliyên wan ên bi cîhana derve re.
CPT DAXUYANÎ NEDA
Ajansa me xwe gihandibû Cîgira Serokê 2’yemîn a CPT'ê Therese Rytter îdia kiribû ku bi Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin pêk anîne. Lê Rytter agahî nedabû ajansa me.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê duh (29'ê mijdarê) di daxuyaniya çapemeniyê ya bi sernavê "Daxuyaniya çapemeniyê ya li ser tunebûna şert û mercên mutleq ên li Îmraliyê" ya meha îlonê ji raya giştî re ragihandibû, "Me bihîst ku birêz Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin nekiriye.”
Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de li gel birayê xwe Mehmet Ocalan bi telefonê axivîbû û telefon di nîvê de hatibû qûtkirin û ji ber parêzerên wî naçin hevdîtinê, axaftina bi telefonê protesto kiribû. Her wiha Ocalan serdana CPT’yê jî red kir û ev yek wek nerazîbûna li dijî astengiya parêzeran hat nirxandin.
‘DIVÊ HEVDÎTIN LI GEL PARÊZERA BIBE’
Ya rast di hevdîtina herî dawî ya Abdullah Ocalan a di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiribû, wiha nerazîbûn nîşan dabû: “Ez dixwazim parêzerên min bên vir û bi min re hevdîtin bikin. Ev tiştekî qanûnî ye. Çima nayên vir? Heke ku hevdîtin çêbibe divê bi parêzeran re pêk were.”
BERPIRSIYARIYA CPT
Abdullah Ocalan diyar kiribû ku Îmralî projeya CPT'yê ye, Konseya Ewropayê ji şert û mercên Îmraliyê haydar e û rayedarekî CPT'yê li Îmraliyê ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîne cem wî, bi wî re hevdîtin pêk aniye. Ocalan gotibû ku CPT jî ji pergala tecrîda li Îmraliyê berpirsyar e.
Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên li Îmraliyê yên bi malbat û parêzerên xwe re gelek caran behsa têkiliyên CPT’iyê yên bi hêzên navnetewî re kir û bal dikişand ser girîngiya hevdîtina li gel parêzeran.
‘CUDABÛN NA EZ HIQÛQÊ DIXWAZIM’
Rêberê PKK’ê Abdullh Ocalan di hevdîtina 30’ê nîsana 2003’yan a li gel parêzeran de gotibû: “Ez nabêjim ji bo min bila cudabûnek bikin. Heqên min çibin bila wê bisepînin. Bila hiqûqê bisepînin. Li ser min bazariyê dikin. Ez cudabûnek naxwazim. Rêgezên Tîpa F çi hewce dike bila wê pêk bînin. Polîtîkayek xelet wê Tirkiyeyê ber bi felaketê ve bibe. Îtîraza min ev e. Ez bazariyek du sê saet naxwazim. Ez hiqûqê dixwazim. Ez mafên xwe yên li girtîgehê ku hene dixwazim. Bazarî xerabî ye. Siyaseta rast nade kirinê.”
‘HEKE QANÛN HEBIN DIVÊ BIKEVIN DEWRÊ’
Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi parêzerê xwe re di 10'ê îlona 2003'an de ku destnîşan kiribû li Îmraliyê qanûn nayên sepandin de gotibû, "Eger tiştek bi min bê, dibe ku li ser Tirkiyeyê bimîne. Ji ber vê yekê ez girîngiyê didim vê heyetê (CPT). Min ev yek ji rêveberê vir re jî got. Heke komîteyek serbixwe were, bila 24 saetan, sê rojên hefteyê li vir jiyana min bişopînin. Her hefte werin. Her hefteyek hûn nayên wê pergal li vir girantir bibe. Hemin ku qanûn hene bila bixin dewrê.”
GIRÎNGIYA HEVDÎTINA LI GEL PARÊZERAN
Abdullah Ocalan di hevdîtina 24’ê îlona 2003’yan de bal kişand ser girîngiya hevdîtina li gel parêzeran û wiha gotibû: “Tecrîd nayê qebûlkirin. Divê herî kêm heftê du saetan hevdîtina parêzeran pêk were. Heke malbat were, saetek ji bo malbatê, saetek jî li gel we (parêzer) bila bê veqetandin. Lê eger ew neyê, divê ji bo hevdîtina bi we re herî kêm heftê du saet ji min re bê dayîn. Divê name û nivîsandina min neyên astengkirin. Ez dixwazim hin tiştan binivîsim, lê divê name bigihîjin cihê xwe. Divê mafê wan ên weşanê hebe. Konseya Ewropayê bixin tevgerê. Biçin Wezareta Dadê. Bila tecrîd rabe, şert û merc bên başkirin. Bila prensîbên CPT’ê bên sepandin.”
CPT WÊ ROJÊ LI VIR BÛ
Abdullah Ocalan di hevdîtina 13’ê îlona 2007’an de ya li gel parêzerên xwe wiha gotibû: “Konseya Ewropayê ji şertên Îmraliyê haydar e. Dema min anîn vir ji CPT’iyê kesek li vir bû. Şertên min li gel wan axivîne û wisa diyar kirine. Roja 15’ê Sibatê ku min anîn vir, rayedarek CPT’iyê jî ew roj li vir bû. Wê çaxê ji min re gotibû, ‘niha şertên we ev in, lê em ê we bişopînin’. Li gorî ku ew roj ew li vir bûn, ew jî dizanin. Ji ber vê yekê berpirsiyariya wan jî heye.”
ÎMRALI PROJEYA CPT’IYÊ YE
Abdullah Ocalan di hevdîtina parêzeran a 25'ê mijdara 2009'an de wiha axivîbû: “Îmralî pêşniyaza CPT û DMME’yê ye. Ev projeya wan e. Ji şert û mercên min ên li vir û girtina min a bi vî rengî berpirsyar ew in. Anîna min a li vir projeyek wan e. Divê bi vî awayî bê zanîn. CPT berpirsiyar e. Divê werin vir. Divê werin vê derê bibînin û lêkolîn bikin. Wekî din nabe. CPT bi xwe hat vir û lêkolîn kir. CPT’ê got divê ez sewqî Tîpa F bibim, Girtîgeha Tîpa F bê avakirin û ez sewqî vir bibim. CPT ev hemû xwest. Ji min re gotin ku dê şert û mercên min ên li vir ji berê baştir bibin, lê tiştek nebû. Şertên min xerabtir bûn. Divê werin vir û efrandinên xwe bibînin. Nikarin me bixapînin, divê nekevin nava hewldana xapandina me.”
‘EZ DIXWAZIM BI PARÊZERÊN XWE RE HEVDÎTINÊ BIKIM’
Abdullah Ocalan di hevdîtina 25’ê Aara 2021’an de a li gel Mehmet Ocalan a ku telefon di nîvê de qût bûbû wiha axivîbû: “Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe. Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaşîtî dike û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”
MA / Ozgur Paksoy