NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bokanê gel ji du mehan zêdetir e li hemberî hêzên rejîme li ber xwe dide. Di du hefteyên dawî de li vî bajarî 11 welatî ji hêla hêzên rejimê ve hatin kuştin. Welatiyekî ku bi xwe jî birîndar bûye dibêje, "Em ji bo zarok, zilma ku me dîtiye nebînin li kolanan e."
Bokan, li gorî gelek bajarên Rojhilat û Îranê bajarekî ciwan e. Bi qenderê 350 hezar nifûsa vî bajarî heye. Hem ji hêla pîşesaziyê ve hem jî ji hêla cotkariyê ve bajarekî hilberîner e û ji bo vê yekê jî welatiyên bajarên derdorê koçî Bokanê dikin. Ev bajarê ku 185 kîlometre dûrî Urmiyeyê, 204 kîlometre dûrî Tebrîzê, 649 kîlometre jî dûrî Tehranê ye, di navbera bakur û başûrê welat de 13 eyaletan bi hev ve girê dide. Ji hêla civakî, çandî, werzîşî, aborî û polîtîk ve yek ji bajarên herî bi bandor e di Îranê de. Li vî bajarî rêjeya perwerdehiyê jî bilind e. Bokana ku gora Hesen Zîrek jî lê ye, ev du meh e bajarek ji başarên pêşengiya berxwedanên Rojhilat dike ye. Heya 15'ê mijdarê li vî bajarî dem dem çalakî çêdibûn. Lê ji ber rejîmê hêzeke zêde ya çekdar li vî bajarî bi cih kir, gel dakete kolanan û ev yek protesto kir.
Di navbera 15 û 21'ê mijdarê de li Bokanê di dema xwepêşandanan de di encama êrişên giran ên rejîmê de Mîlad Marufî, Saman Qadirbegî, Muhammed Hezenzade, Esed Rehîmî, Salar Mecawer, Xefûr Mewlûdî, Hejar Mamxusrevî, Hîwa Canan, Emced Înayetî, Mûstafa Şabanî û Şehriyar Muhammedî jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî birîndar bû. Welatî ketin avahiya şaredariyê û êrişî gelek daîreyên dewletê kir. Li Bokana ku bi sedan kes hatiye binçavkirin, girtin û revandin, bi şev jî dem dem hêzen dewletê bi ser malan de digirin. Lê gel, li hemberî hemû êrişên giran li ser piya ye. Esnaf jî li hemberî vê helwesta dewletê, hefteyekê dikanên xwe venekirin.
'DI NAVA ME DE YÊ HERÎ WÊREK ZAROKEKÎ 15-16 SALÎ BÛ'
Zagros Bokan (Ji bo ewlehiyê xwest ev nav bê nivîsîn) di çalakiyên destpêkê yên Bokanê de ji hêla polîs û cehşan ve hatiye derbkirin. Heya ji ser hişê xwe çûye lê dane û herî dawî bi jopa elektroşok lê dane. Zagros Bokan dibêje ku heya ew sax be, wê zilmê ji bîr nake û rejîmê efû nake. Dibêje ku piştî Jîna Emînî li Seqiz spartine axê bi rojekê li Bokanê çalakiyan dest pê kiriye û wiha got: "Xwepêşandan piştî Jîna Emînî bi niheqî hate kuştin dest pê kirin. Roja duyem gelek mirov li kolanan bû. Ez jî çûme kolanê. Her diçû gel diciviya û hejmar zêde dibû. Me ne dirûşmek diavêt ne jî meş hebû. Li hemberî me polîs rawestiyabûn. Ew polîs ji Binab û Tebrîzê anîbûn. Dîsa li kêleka wan hin cehşên bi çek yên bokanî hebûn. Zarokekî 15-16 salî ê bejin dirêj, weke ku xwişka wî hatibe kuştin bi hêrs ji nava me derket û çû li ber polîsan sekinî û got 'Jin, jiyan, azadî'. Polîsên ji Binab û Tebrîzê hatibûn belkî jî jê fêm nekirin û dengê xwe nekirin. Lê ew polîsên cehş ku kurd bûn, serê wî zarokî xistine bin çengên xwe û lê dan. Çavsorî bûbûn. Min û hevalekî îdare nekir û me xwe avête pêş ji bo wî zarokî ji nava lepên wan xilas bikin. Wan dixwestin wî zarokî li ambulansê siwar bikin û birevînin. Lê me zarok ji destê wan xilas kir. Zarok reviya îcar ev car ez di destên wan de
mam."
'HEYA JI SER HIŞÊ XWE ÇÛM LI MIN DAN'
Zagros Bokan, destnîşan dike ku bê navber bi cop, pehn û qûntaxa çekê ew hatiye derpkirin û dema li ber xwe daye jî herî dawî bi copa elektroşok ew bêtevger bûye. Dibêje ku ger ne ji hevalên wî bûya wê polîsan ew li ambûlansê siwar bikirana û birevandana. Piştî çalakger, Zagros Bokan ji destên polîsan xilas dikin wî dibine malekê, heya tê ser hişê xwe. Lê ji ber nexweşxane ne ewle ne tedawîya wî li malê tê kirin û Zagros Bokan wiha dibêje: "Min nehiştibû zarokek bikeve destên wan hovan. Çalakgeran jî nehiştin polîs min birevînin. Ez vereşiyabûm û ji ser hişê xwe çûbûm. Heya du saetan min bawer nedikir ez dijîm. Hê jî bi xwe ve nehatime."
Hê jî di laşê Zagros Bokan de şopa îşkenceyê heye. Ji aliyekî ve wêneyên ew roj kişandiye nîşanî min dide ji aliyê din ve jî şopa li ser laşê xwe. Neynûkên wî yên reş bûne jî li ber weşandinê ne.
'EW ZAROKÊ 15-16 SALÎ JI ME HEMÛYAN WÊREKTIR BÛ'
Li ser pirsa "Ligel ku dizanibûye dema wî zarokî ji destê polîsan xilas bike, wê tiştek were serê wî jî tişta wî bi ber zarok ve biriye çiye" Zagros Bokan, wiha dibêje: "Dema li wî zarokî dixistin weke ku li kurê min dixistin. Ma ne ew zarok ji ber kurd bû û daxwaza azadiyê dikir derketibû kolanê. Ez jî bi heman hestan li wir bûm. Dest ji nasekî berdin di wê kêliyê de neyarê te be jî tu her tiştî datînî aliyekî. Ma ne ew hevalên me yên şehîd dikevin tev bi vî awayî şehîd dikevin. Ji ber tehemûl nakin û li şehîdên berî xwe xwedî derdikevin ew jî şehîd dikevin. Û kes bi paşve gav jî naavêje. Belê ew zarokekî 15-16 salî bû, xwîngerm bû. Lê divê em ji bîr nekin ku wêrekiya wî zarokî ji wêrekiya min qat qat zêdetir e. Kesek ji me cesaret nekir dirûşmekê berz bike lê ew zarok li hemberî polîsan serê xwe bilind kir û bê tirs got 'Jin, jiyan, azadî'. Ji ber wê diviyabû em wî ji destên polîsan derxînin. Heke di wê kêliyê de ez bihatama kuştin jî ji bo min wê rûmet bûya. Lewre min ew zarok ji destên wan hovan rizgar kir. Bi vî awayî min fikrekî ji fikrên min azadtir û wêrektir rizgar kir. Em carinan bi hevalên xwe re sihbet dikin herkes vê dibêje. Wêrekiya van ciwanan ger bi nifşên me re hebûya îro em ê li qonaxeke baştir bûna."
'DEWLET BINÇAVAN ÎNKAR DIKE'
Ji ber meraq dikim pirsa "Ger ew zarok li wê ambûlansê siwarbikirana û bihatana binçavkirin wê çi bihata serê wî" dikim. Zagros Bokan, agahiyên balkêş dide û wiha dibêje: "Li Rojhilat û Îranê piştî çalakiyan û dîsa di serdegirtinên malan de bi sedan kes hatine binçavkirin. Demên binçavkirinan carinan ji du mehan zêdetir dikişîne. Her wiha dewlet gelek kesên dixe binçavan jî înkar dike. Dîsa malbat ji bo navê zarokên xwe yên di binçavan de aşkera nekin têne tehdîtkirin. Bi hin malbatan re jî hîsa 'ger em dengê xwe nekin wê zarokên me zûtir berdin' heye. Lê rewş ne wiha ye. Hêzên rejîmê pir xedar in. Ez gelek kesên ku ji girtîgehan, an ji binçavan derketine nas dikim, dema behsa serpêhatiyên xwe dikin mûyên canê mirov dibine şûjin. Dema ev têne bîra min, hefseleya min nagire bê di bin çavan de wê çi bianiyana serê wî zarokî. Ger di wê kêliyê de ew zarok li wê ambûlansê siwar kiribûna, kes nizane wê çi bihata serê wî. Ma ne Jîna jî bi wî awayî hate binçavkirin û cenazeyê wê teslîmî malbatê kirin."
'BI DEH SALAN E XWÎNA ME DIRIJÎNIN'
Zagros Bokan 36 salî ye û kurekî wî heye. Dibêje ku di vî 36 salî de gelek bûyerên ji kuştina Jînayê xerabtir dîtine û wiha dirêjî dide axaftina xwe: "Bi deh salan e li erdnîgariya me xwîna me dirijînin. Em di bin zilm û zordestiyê de ne. Em nikarin navê kurdî li zarokên xwe bikin. Zarokên me nikarin bi zimanê xwe perwerdehî bibînin. Birayên me yên li mafên xwe xwedîderdikevin û têdikoşin têne bidarvekirin. Tiştên hatin serê Jînayê jî xelekek ji wê xeleka hovane bû. Lê ew bû remzek. Hemû armanca me û şehadeta evqas kesan tev ji bo zarokên me yên temenê wan di binê 20'an de ne ku zilm û zordestiya me dîtiye nebînin. Di vê oxirê de bi sedan kesan di nava du mehan de jiyana xwe ji dest dan."
'ÎRANÎ ÊDÎ ŞERM DIKIN BIBÊJIN EM ÎRANÎ NE'
Zagros Bokan dibêje ku çalakiyên 2009 û 2019'an di bîra wî de ne û wiha diaxive: "Di wan çalakiyan de gel li hemberî betaliyê, bihabûna her tiştî, zêdehiya enflasyonê îtirazên xwe vedigot. Lê ev car li hemberî bêrûmetkirinê çalakiyan li dar dixe. Lewre ger hûn mirovekî ji rûmeta wî bikin, li holê tiştek namîne. Ev car hêviyên me xurt in. Lewre hemû gelên Îranê êdî dizanin ku tişta hedef tê girtin şexsiyet û rûmeta wan e. Li vir îtiraz ne tenê li hemberî sergirtina bi zorê ye, li hemberî dîzaynkirina jiyana me ye. Bifikirin welat û çandeke ewqas qedîm a vê erdnîgariyê heye lê mirovên Îranî li derveyê welat êdî şerm dikin bibêjin em îranî ne. Ji ber wê gelên Îranê ev car dixwazin welatê xwe bi dest bixin. Em di wê baweriyê de ne wê nifşê nû, bi saya van çalakiyan nefes bigire. Qe nebe bila ew li Îraneke azadtir bijîn."
'GER MIROV BÊNE KUŞTIN DIVÊ EZ LI MALÊ RÛNENIM'
Zagros Bokan, axaftina xwe wiha berdewam dike: "Ji bo her mirovekî tişta herî girîng şeref e. Heke li kolanan miletê me bê kuştin, divê ez di mala xwe de rihet rûnenim. Ez vê yekê nikarim qebûl bikim. Ji tişta hatiye serê min deh qat girantir tişt jî bêne serê min ez ê careke din derbikevim kolanê û li rûmeta xwe xwedî derbikevim. Heke ez li gorî dilê xwe nikaribim kurê xwe bişînim dibistanê, heke ez nikaribim bi destên wî bigirim û li kolanê bigerim, nexwe çi wateya jiyana min heye. Mirina di vê riyê de hingavê baştir e."
'EM Ê BI JIN Û JIYANÊ BIGIHÎJIN AZADIYÊ'
Zagros Bokan, herî dawî der barê berbelavbûna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" de jî wiha dibêje: "Wateyeke vê dirûşmê salên dirêj e li Rojhilat heye. Dîsa rola pêşengiya jinê li Rojhilat ji mêj ve heye. Dema Komara Kurdistanê li Mahabadê hate îlankirin jî di nava pêşengan de jin hebûn. Li Bakur û Rojava em dibînin bê şoreş di pêşengiya jinan de hatiye çi astê. Em bi vê serbilind in. Em bawer dikin ku ev pêşengî li Rojhilat jî wê vegere rojên xwe yên dîrokî. Li Bokanê gel, di wê baweriyê de ye ku wê bi jin û jiyanê bigihîjin azadiyê."
Rêzenivîs-1 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
Rêzenivîs-2 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
Rêzenivîs-3 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
Rêzenivîs-4 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
Sibê: Li bajarê Jîna Emînî ango Seqiz rewşa dawî çiye?
MA / Abdurrahman Gok