ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku AKP hewl dide xwe bi siyaseta şer li ser piyan bihêle û wiha got: “Ji ber vê yekê pêdivî bi hevdîtina bi birêz Ocalan re û bi dengê wî re heye.”
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Piştî ku 765 parêzeran ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza bi Rêberê PKK'ê re hevdîtinê bikin serlêdan kirin, ji 22 welatên cîhanê 350 parêzeran jî serlêdanên bi heman rengî li Wezareta Edaletê kirin. Lê ji serlêdanên heta niha hatin kirin re tu bersiv nehatin dayîn.
Herî dawî Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, birazayê Abdullah Ocalan parlamenterê Rihayê Omer Ocalan di 20’ê cotmehê de ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê da. Em li ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, agahî negirtinê, hevkêşeya tecrîd û şer bi Berdevka HDP’ê Ebru Gunay re axivîn.
Gunay, diyar kir ku israra di neçareseriya pirsgirêka kurd de çavkaniya xwe ji polîtîkayên tecrîdê û polîtîkayên şer digire û wiha got: “Armanca AKP'ê ya kûrkirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ewqasî û veguherîne sîstemeke bi vî rengî ya bê navber û teqez, encama israra wê ya di polîtîkayên şer de ye. Bi belavbûna polîtîkayên tecrîdê re li hemû qadên civakê, AKP siyaseta mirinê dimeşîne. Israra AKP'ê ya di tecrîdê de jî ew e ku tiştekî ku ji civaka Tirkiyeyê re bêje nemaye.”
‘BIRÊZ OCALAN SIYASETEKE AŞTIYÊ YA BIHÊZ DIMEŞÎNE’
Gunay, bi lêv kir ku ji aliyê pratîkê ve Ocalan ji gelek serokan cudatir e û wiha berdewam kir: “Em behsa rêberekî ku bi awayekî çalak û demekî dirêj li erdnîgariya Rojhilata Navîn maye, bi her cure avanî, gel û dînamîkên civakî re ketiyê têkiliyê dikin. Ji ber vê yekê baş dizane ku pêdiviya gelên Rojhilata Navîn bi çi heye. Birêz Ocalan siyaseteke aştiyê ya gelek bihêz dimeşîne. Vê tenê ji bo civaka Tirkiyeyê nake, ji bo hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn dike. Ev yek bi taybetî ji bo hikumeta ji şer sûdê digire re vediguhere xetereyê.”
‘DEMA TÊKILÎ BI BIRÊZ OCALAN RE NEYÊN DANÎN ŞER Û MIRIN ZÊDETIR DIBIN’
Gunay, bal kişand ser rewşa agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema bi Birêz Ocalan re têkilî neyên danîn, hevdîtin neyên kirin em dibînin ku şer, mirin û komkujî zêdetir dibin. Me ev yek weke kesên li Tirkiye û Rojhilata Navîn dijîn bi awayekî zelal jiya. Em baş dizanin ku dema deng, fikir û ramanên Birêz Ocalan digihijin derve, di nava civakê de atmosfereke çawa tê afirandin. AKP ji vê atmosferê ditirse. Ji ber ku xwedî projeyên gelekî xurt ên çareseriyê ye, li dijî siyaseta şer a desthilatê xwedî felsefeyek û perspektîfeke avakirina jiyanê ya hevpar e. Desthilata AKP’ê li dijî vê dijminatiyê dike. Em qala desthilateke ku hemû dînamîkên bingehîn ên civakî dike dijmin û hedef dikin. Ji ber vê yekê jinan li her derê dikin hedef. Hedef girtina ciwanan têkildarî vê yekê ye. Di bingeha cihekirina hemû baweriyên civakî, kedkaran û cûdahiyan, siyaseta desthilata AKP’ê ya sorkirinê heye.”
‘KURTEYA POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ YA 20 SALAN A AKP’Ê YE’
Gunay, teqîna li Taksîma Stenbolê pêk hatî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Piştî teqînê 24 saetan hemû Tirkiyeyê ji rastiyan agahî negirt. Sansur hate sepandin, xwegihandina medyaya dîjîtal hate astengkirin û heqîqet hate berovajîkirin. Esas ev kurteya polîtîkaya tecrîdê ya 20 salan a AKP’ê ye. Civakê 24 saetan agahî negirtin. Ji Birêz Ocalan 19 meh in agahî nayên girtin. Di rastiyê de polîtîkaya tecrîdê ya AKP’ê ya 20 salan kurteberkirina polîtîkaya bêçareseriyê ya AKP’ê ya li pirsgirêka kurd û polîtîkaya wê ya şer e. Qet hewce nake em biçin beriya 20 salan. Bûyera li Taksîmê qewimî, dide nîşandan ku AKP çawa nêzîk dibe.”
Gunay, destnîşan kir ku pergala hiqûqê ya Îmraliyê pergaleke hiqûqê ya negatîf e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêkane ku mirov weke xebitandina mafan, binpêkirina maf û azadiyên bingehîn, her şêwe pêkanînên kêfî û sîstemeke îşkenceyê ku xwe li hebûnê vedigire, pênase bike. Hemû pêkanînên li girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê tê sepandin. Desthilata AKP’ê ewilî pêkanînên hiqûqa negatîf li Giravê diceribîne pişt re li girtîgehên din pêk tîne û belav dike. Dema em niha lê dinêrin belavî hemû civakê bûye. Mekanîzmaya tecrîdê ya li Girava Îmraliyê veguheriye pergaleke.”
‘PIŞTÎ AGAHÎ JI ÎMRALIYÊ NEHATIN GIRTIN ŞER DESTPÊKIR’
Gunay, bal kişand ser hevkêşeya tecrîd û şer û ev tişt gotin: “Piştî ku ji Îmraliyê agahî nehatin girtin li dijî Herêma Kurdistana Federe şer hate destpêkirin. Îro bi êrişên hewayî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çarçoveya şer hate berfirehkirin. Ne pekane ku êrişên li Rojava û israra di tecrîdê de em ji polîtîkayên şer cuda bigirin dest. Ev qad rast e rast e bandorê li hev dikin. Desthilateke hikumeta AKP’ê ku nikare tehamûlî jiyana hevpar a bi hev re bike heye. Lê heman desthilat di şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de dibe qasida aştiyê û hewl dide xwe nîşanî cîhanê bide ku aştiyê diparêze. Gelên Rojhilata Navîn baş dizanin ku dema gotûbehs bûn kurd deshilat çawa komkujiyan pêk tîne, jîngehan bombebaran dike, rojnamevanan qetil dike, siyaseta şer dimeşîne. Ji ber vê yekê siyaseteke du rû dimeşîne.”
‘HEWCEHÎ HEYE KU BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN’
Gunay, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Birêz Ocalan tevî şertên tecrîda girankirî ya 24 salan di çareseriyê de israr kir. Axaftina Birêz Ocalan tê wateya avakirina têkiliyên bi derve re, belavbûna pergala tecrîdê û jinûve avakirina demokrasiyê ya li vî welatî. Dema Birêz Ocalan axivî, wê faşîzma AKP’ê paş ve biçe û belav bibe. Ji ber vê yekê axaftina Birêz Ocalan ji bo têkiliya wî ya derve girîng e. Me ji ber vê ji bo hevdîtinê serlêdan kir. Em çûyîna şandeyên serbixwe, hevdîtina parêzeran û çûyîna şandeyên siyasî girîng dibînin. Dema têkiliya Birêz Ocalan bi derve re çêbû em ê tiştên gelek cuda biaxivin. Niha pêdiviya me bi vê heye. Ji ber ku faşîzma AKP’ê hewl dide xwe bi siyaseta şer li ser piyan bihêle. Li hemberî vê polîtîkaya şer, afirandina polîtîkaya aştiyê, xeteke aştiyê û afirandina têkoşîna hevpar a bi hev re, wê bi kêrî tiştekî were. Ji bo vê jî hewceyî pê heye ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin were kirin û têkiliya wî ya bi derve re were danîn. Pêwistî bi dengê Birêz Ocalan heye. Ji ber ku dem hatiye siyaseta çareseriyê, siyaseta demokratîk, dînamîka felsefeya neteweya demokratîk ji nû ve civakê bîne cem hev.”
MA / Ozgur Paksoy