ENQERE - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak diyar kir ku Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye û wiha got: “Ev doz ji ber dadgerê ku ev îdianameye qebûl kiriye bû serokê çeteyê, pûç bûye.”
Rûniştina 5'an a danişîna 19'an a Doza Kobanê ku ji ber çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê hatibû vekirin û hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê jî di nav de 108 kes tên darizandin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê li Eywana Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Parêzerên ku endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ne tev li danişînê bûn. Siyasetmedarên girtî yên di Girtîgeha Sîncanê de anîn eywana danişînê û yên di girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan û evraqên li dosyayê hatin zêdekirin bi parastina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak dest pê kir.
SERDEMA TARÎ KU ELÇÎ HATE QETILKIRIN
Kişanak, anî ziman ku salvegera 7’emîn a qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê Berê Tahîr Elçî ye û diyar kir ku kûjerên wî hêj nehatine aşkerekirin. Kişanak, pêvajoya qedexeyên derketina kolanan a Tahîr Elçî lê hate qetilkirin bi bîr xist û ji bo Elçî wiha got: “Mirovekî girîng ku di serdemeke tarî ku wê heqîqeta wê derkeve holê de hate qetilkirin.”
XETA PARASTINÊ JI HOLÊ HATE RAKIRIN
Kişanak, destnîşan kir ku divê hin îdîa hebin û ji bo lêkolînkirina ev îdîa rast in an na pêvajoyeke nîqaşê bê meşandin û wiha got: “Tişta ku em ji destpêkê ve dibînin, helwesteke ku ji holê rakirina xeta parastinê heye. Ev pêvajoya bêhiqûqî bi qebûlkirina vê îdianameyê dest pê kir. Di holê de îdianameyek nîne, senaryoyeke gelek nebaş heye. Metnekî bêwate û ji hev cuda hebû. Weke ku nîşan bidin tiştên gelek girîng hene, 3 hezar 500 rûpel xistin nav dosyayê. Parêzerên me gelek caran gotin ku ev yek bêhiqûqî ye. Madem îdiaya “pêdanakirinê” heye wê demê me bi kê daye kirin, faîl li ku ne? Di dosyaya ku faîlên wê neyî de îdiaya “pêdankirinê” ya xeyalî hatiye avakirin.
MHP’IYAN ÎDIANAME PARVE KIR
Kişanak, anî ziman ku divê îdianame bê redkirin û wiha axivî: “Şandeya ku îdia kir ku îdianameya ji 3 hezar 500 rûpelan pêk tê di nava 3-4 rojan de fêm kiriye, ev îdianame qebûl kir. Pêvajoyeke evqas ne cidî nabe. Çawa ku îdianame kete ÛYAP’ê me di hesabên MHP’iyan de dît. Me dît ku kî di nava vê kûmpasê de ne. Bahtîyar Çolak ê îdianame qebûl kir serokê çeteyekê derket. Îdianameya ku endamekî çeteyê qebûl kiriye ji aliyê hiqûqê ve nayê qebûlkirin.”
DAXWAZA PAŞ VE ÎADEKIRINA ÎDIANAMEYÊ
Kişanak, anî ziman ku darizandineke wiha pûç û vala ye û wiha berdewam kir: “Di encama derket holê ku dadgerê îdianame qebûl kiriye serokê çeteyê ye doz pûç bûye. Bêhiqûqiya dozeke ku bingeha wê rizî bû didomiya. Ji ber têkiliyên Bahtîyar Çolak ên çeteyan mesele ji îdiabûnê derketiye, ez daxwaz dikim ku îdianameya ku kesekî wisa qebûl kiriye bê îadekirin.” Kişanak, bi lêv kir ku tişta ku herî zêde mafê me yê parastinê ji holê radike rûniştinên danişînê ne.
WE ZEXTA PSÎKOLOJÎK KIR
Kişanak, anî ziman ku zimanê dadgehê bi zimanê desthilatê yê ku siyaseta demokratîkbûnê biqedîne eynî ye û wiha domand: “We her tim ji kesên tên darizandin re zexta psîkolojîk kirin. Di her danişînê de şandeya dadgehê li dijî me şerê psîkolojîk meşand. Sînorkirina mafê parastinê ya bi rojekê berhema salnameya hatiye sîparîşkirine. Bêyî ku di holê de sûcek hebe aşkera dikim ku 6 sal in neheq têm darizandin.”
DOZA JI HOLÊ RAKIRINA ÇARESERIYÊ YE
Kişanak, şahidiniya xwe ya têkildarî pêvajoya di bin navê “Çareseriyê” de vegot û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev doz, doza ji holê rakirina wê pêvajoyê ye, weke ku ev pêvajo qet nehatibe jiyîn em anîn xistin vir. Li derve hêj pêvajoya şer didome. Lê aştî pêkan bû.”
‘PLANA ÇOKDANÎNÊ KETE MERIYETÊ’
Kişanak, bi lêv kir ku di sala 2014’an de nîşaneyên ku wê pêvajoya “çareseriyê” bixetime hebûn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di nava hemû pêvajoya de ketin nav hewldaneke mezin. Di MGK’ya dawî ya di sala 2014’an de ‘Plana Çokdanînê’ ku hemû astên wê nehatin aşkerekirin hate qebûlkirin. Serokkomarê ku ev stratejî xist meriyete vê carê kete rêyeke nû. Weke gel qedera me wiha ye, kesên li serî li gorî berjewendiyên xwe rêyeke çawa bibînin, sewqî wî alî dikin û di rêya ku dixwaze de diçe. Ji zarokên vî gelî re jî ji kuştin û mirinê pêvetir tiştek namîne.”