NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd bi şandeya Hikumeta Herêma Kurdistana Federe re civiya.
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokkomariyê ya Iraqê ragihand ku Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd li Koşka Serokkomariyê ya li Bexdayê bi şandeya Hikumeta Herêma Kurdistana Federe re civiya ye.
Di şandeya Hikumeta Herêma Kurdistanê de Wezîre Plankirinê Dara Reşîd, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Muhammed Salih, Serokê Lijneya Wezîran Umît Sabah û Berdevkê Rêveberiya Herema Kurdistanê Cotyar Adil cih girt.
Di daxuyaniya ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokkomariyê ya Iraqê hate kirin de, hate ragihand ku di hevdîtinên de têkiliyên Iraqê û Herêma Kurdistana Federe hatine axivîn.