ŞIRNEX - Jinên Botanî ku di 25’ê Mijdarê de li Cizîrê hatibûn binçavkirin û polîsan tundî li wan kiribûn diyar kirin ku ew ê di her kêliya jiyanê de têbikoşin û gotin: “Em ê têkoşîna, ‘jin jiyan azadî’ bilindtir bikin. Bila ev jî ji wan re bibe derd.”
Li navçeya Cizîr a Şirnexê jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî, di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi pankarta “Jin Jiyan azadî; Li dijî faşîzm û qirkirina ser jinan dem dema azadiya jinan e” meşiyan. Jinên ku ji Cadeya Orhan Dogan heta Hala Zebzeyan meşiyan rastî tundiya polîsan hatin û yek jê ciwan 23 jin hatin binçavkirin. Jinên ku dema hatin binçav kirin rastî tundiya polîsan hatin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.
'HEMÛ XEBATÊN ME ASTENG KIRIN'
Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ya qeyûm tayînî şuna wê hate kirin, diyar kir ku hemû xebatên wan ên 25'ê mijdarê hatin qedexekirin û wiha axivî: “Roja 25’ê mijdarê roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Cîhanê ye. Weke jin me jî xwest ku wê rojê li hemberî tundiyê bimeşin. Me xwest ku komkujiyên bi taybetî li Şirnexê, bi giştî li cîhanê li jinan tên ferzkirin şermezar bikin. Ji xwe ew 15 roj bûn ku me xebatên wê dikirin. Lê Walitiya Şirnexê bi zanebûn ew roj li me qedexe kir. Li çend navçeyên me xebatên me asteng kirin. Me her carê ji wan re got jî, ‘xebatên me têkildarî 25'ê mijdarê ne' lê belê her carê asteng kirin. Li navçeya Qilêbanê jî heman tişt anîn serê me, li Sîlopiyayê jî heman tişt kirin. Xwestin hemû xebatên me asteng bikin. Tişta ku di vê pêvajoyê de derket holê diktatoriya AKP'ê û MHP'ê desthilata xwe li ser walî û qeymeqaman dide meşandin.”
'XWESTIN SERÊ ME BITEWÎNIN'
Kutlu, bi lêv kir ku dema binçavkirinê de polîsan xwestiye ku serê wan bitewînin û wiha behsa wê rojê kir: “Tişta ku li Cizîra Botan anîne serê me heman tişt bû. Me xwest ku bimeşin. Lê hovitiya ku wê rojê me ditî tundî bû. Bi zanebûn êrişî me kirin. Hêj em hişyar nekirî, dest bi binçavkirinan kirin. Ji bo wê rojê tundiyê bikin hatibûn. Pişt re em nîşandan û binçavkirin. Dema ku em binçavkirin jî li me xistin. 3 polîsên jin hatine min. Yekê ji wan destê min, yekê porê min dikêşand, yekê jî serê min ditewand. Lê belê me li dijî tundiya wan serê xwe netewand. Di wê rewşê de em nîşanî gel dikirin. Min jî ji sekna xwe tawîz neda û li hemberî wan serê xwe netewand. Me bi dirûşmeyên xwe yên, 'jin jiyan azadî' bersiv dan. Di kesayeta me de xwestin peyamekê bidin. Di heman demê de heqaret li me kirin. Di 8 seatên binçavan de em rastî vê tundiyê hatin. Weke ku em ne di meşê de di cepheyê de hatine binçavkirin. Wisa nêzikî me bûn. Ev hovitiya ku li hemberî jinan kirin nayê qebûlkirin. Me rapora derbkirinê wergirtin. Em li qereqola polîsan di odeyekê de mûayene kirin. Me ew polîs gilî kirin û em ê şopdarê vê pêvajoyê bin.”
'EM Ê LI BER XWE BIDIN BILA EV JÎ JI WAN RE BIBE DERD'
Yek ji kesên ku hatiye binçavkirin Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tunç jî anî ziman ku tekoşîna wan dê astengiyan nas neke û got: “Li hemû deverên Tirkiyeyê, Kurdistanê û tevahiya cîhanê wê rojê ji bo tundiya li ser jinê, kuştinên li ser jinê deng derdixînin. Me jî li Cizîra Botan xwest ku meşekê li dar bixin. Weke ku tê zanîn di van salên dawî de 16 jin hatin qetilkirin. Girêdayî polîtîkayên şerê taybet jin hatin qetilkirin. Bi destê kesên ku têkiliya wan bi dewletê re hebûn hatin qetilkirin. Me xwest ku di 25'ê mijdarê de dengekê derbixînin. Bi felsefeya, 'jin jiyan azadî' em derketin qadan. Lê li her derê qedexeyên waliyan hebûn. Li hemberî tekoşîna jinan qedexeyek hebû. Ev qedexe jî li hemberî astengkirina xebatên me bûn. Lê tevî hemû astengiyên walî û qeymeqaman jî li hemû deveran em gihiştin bi hezaran jinan. Wê rojê jî tu hîşyarî nekirin û êrîşî girseya me ya jinan kirin. Gelek hevalên me hatin derbkirin û destê wan hatin şikestin. Her wiha heqaretên ku em nikarin bînin ziman li me kirin. Lê tevî van êrîşan jî sekna me ya jinan hebû. Heta ku li qereqolê jî me dirûşmeya xwe ya, ‘jin jiyan azadî’ berz kir. Ji îro û pê ve em ê hêj bêtir li qadan bin em ê hêj bêtir li ber xwe bidin. Em ê têkoşîna, ‘jin jiyan azadî’ bilindtir bikin. Bila ev jî ji wan re bibe derd.”
'HETA KU EM HEBIN EM Ê LI SER PIYAN BIN'
Ji jinan Dayika Aşitiyê Nebiha Akay ku hatibû binçavkirin jî bal kişand ser tundiya polîsan û got: “Ji bo ku ji tundiya li ser jinê re bibêjin, 'êdî bes e' em li wir bûn. Ji bo ku jin bes bên kuştin em li wir bûn. Lê berî ku em daxuyaniyê bidin, em binçavkirin. Gelek hevalên me derb kirin, porê wan kişandin. Zilmeke gelek ecêb li me kirin. Em tundiya li ser jinê naxwazin û qebûl nakin.” Akay, bi lêv kir ku rojek nîne ku li Kurdistanê jin neyên kuştin û wiha berdewam kir: “Li Hezexê dayikek bi 3 keçên xwe re hat kuştin. Gelo ew ji bo çi hatin kuştin? Em doza vê dikin. Em tundiya li ser jinê qebûl nakin. Heta ku em hebin em ê li ser piyan bin. Em ji zilma wan, girtina wan natirsin. Em dayik in, jin in û em heqê doza xwe bikin.”
‘HETA KU KUJER HESAB DIDIN EM Ê TEBIKOŞIN’
Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyayê Fehîme Saruhan jî anî ziman ku ew di dema binçavkirinê de rastî her cûreyê tundiyê hatin û wiha vegot: “Weke herêma Şirnex me xwest ku li dijî tundiyê bimeşin. Ji destpêka xebatên me yên 25'ê mijdarê heta dawiya wê ji me re pirsgirêk derxistin. Ev jî nîşaneya wê tiştê ye ku tundiya li ser jinê rewa dikin. Wê rojê jî em 24 jin hatin binçavkirin. Tişteke îllegal me nekir. Ev mafê me yê herî xwezayî bû. Me li hemberî hişmendiya mêr xwest dengê xwe derbixînin. Me li ber xwe da û me meşa xwe kir. Em bi çalakiya xwe serbilind in. Em ê tu carî dev ji doza xwe bernedin. Heta ku kujerên jinan hesab nedin, heta ku tecawizkarên jinan hesab nedin em ê tekoşîna xwe bidomînin. Cara yekem bû ku kesên ku tên binçavkirin di qereqolê de tên mûayene kirin. Me ji bijîşk re jî got, ‘divê ku tu weke bijîşkekî mûayenekirina li vir qebûl nekî’ lê em di odeyekî de mûayene kirin. Ew jî rêbazeke tundiyê bû. Heta êvarî em li ser piyan hiştin. Roja 25'ê mijdarê tundiya herî zêde li jinan hat kirin.”